EDENE – Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Bayram Demîrhan ku li dijî tecrîdê ketibû greva birçîbûnê, êdî çavekî wî nabîne û hindik maye çavê wî yê din jî kor bibe. Malbata wî xwest Demîrhan bê berdan û tedawîkirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, Bayram Demîrhan di 5'ê Çileyê de li dijî tecrîda li Îmraliyê ketibû greva birçîbûnê û li ser bagawazaiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Gulanê de çalakiya xwe bi adwî kiribû. Lê belê çavê rastê yê Demîrhan ku berê enrihet bû bi temamî kor bû û niha hindik maye çavê wî yê din jî kor bibe. Malbata wî xwest bê berdan.
Demîrhan, berî bê girtin di qezayeke trafîkê de çavê wî 20 ji sedî kor dibe. Di dema pêvajoya greva birçîbûnê de ev nerihetiya wî zêde dibe. Piştî greva birçîbûnê bi dawî bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat tespîtkirin ku çavê wî yê rastê bi temamî kor bûye û çavê wî yê çepê jî 30 ji sedî nabîne. Ligel çavên wî made û roviyên wî jî nerihet in. Malbatê xwest berî ku çavî wî yê din jî bi temamî kor bibe bê berdan da bê tedawîkirin.’
BAŞ NEHATIYE TEDAWÎKIRIN
Ramazan Demîrhan, anî ziman ku di 10'ê Hezîranê de bi telefonê bi birayê xwe re axiviye. Demîrhan, bilêv kir ku ji ber birayê wî nehatiye tedawîkirin rewşa wî ya tenduristiyê xirabtir bûye. Demîrhan, got: "Her diçe rewşa birayê min xirabtir dibe. Ji gurçika xwe tedawî dibû, ew jî nîvco ma. Eger wisa biçe wê rewşa wî xedartir bibe."
Demîrhan, diyar kir ku birayê wî jê re gotiye: "Min birin nexweşxaneyê. Bijîşkan ji min re got 'Çavê te yê rastê bi temamî kor bûye. Çavê te yê çepê jî 30 ji sedî nabîne. Niha li vira em nikarin tiştekî bikin. Dibe hefteyek şûnde te sewqî Amedê bikin.' Min xwest min sewqî Amedê bikin. Hêdî hêdî rewşa çavê min ê çepê jî xirab dibe. Derman dan min. Niha bi dermana têm tedawîkirin."
‘HINDIK MAYE GURÇIKÊN WÎ JÎ ÎFLAS BIKIN'
Demîrhan xwest birayê wî bê tedawîkirin û got: "Hindik maye gurçikên wî jî bi temamî xera bibin. Ji bo tedawiyeke baş em dixwazin bê berdan. Di 18'ê Hezîranê de danişîna wî li Mêrdînê ye. Em dixwazin di vê danişînê de bê berdan. Em dixwazin di şert û mercên baştir de bê tedawîkirin. Niha di van şertan de nayê tedawîkirin. Ji bo bê tedawîkirin divê bê berdan."
MA / Hamdullah Kesen