AMED - Dimenên kamera yên dema polîsan li Parka Sumer a Amedê Recep Hantaş kuştin derket holê. Di dîmenan de Recep Hantaş ku rastî gulebarana polîsan tê, piştî gulebarana polis K.B. ya dawî ket xwar. Sekna K.B. ya dema guleya dawî avêtiye û rapora otopsî ya der barê kuştinê de hev temam dike. Di 14'ê Nîsanê de li Parka Sumer a Yenişehîr a Amedê Recep Hantaş ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.
Li Amedê, di 14'ê Nîsanê de li Parka Sumerê polîsan Recep Hantaş ê 20 salî yê li parkê rûniştibû kuştibûn. Der barê bûyerê de, peywira berhevkirina agahî û belgeyan di dest Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê de bû. Lê parêzerê malbata Hantaş Mehmet Oner îtiraz kir û xwe ev peywir ji dest polîsan bê girtin û dewrî cendirmeyan bê kirin. Oner, di îtiraza xwe de diyar kir ku dibe polîsan belge û agahiyên der barê bûyerê de bidin windakirin, loma divê cendirmeya vî karî bikin. Piştî bûyerê Walitiya Amedê bêyi lêpirsîn bê destpêkirin daxuyanî dabû Walîtiyê bi lez û bez gotibû "Li hişyariya polîsan a 'Raweste' guhdar nekiriye" Walitiyê piştre diyar kir ku "Li gorî daneyên edliyê navê Hantaş di bûyerên diziyê re derbas dibe'" Piştî demekê Yekîneyên Şaxa Asayişê ya Polîsan a Amedê, dîmenên aydî kameraya Pergala Rêveberiya Ewlehiya Bajar (KGYS) lêkolîn kir û li dosyayê zêde kir. Di kameraya kodê 054G de dînenê kuştina Hantaş pir zelal tê dîtin. Dîmenên hatiye kişandin û temaşekirin, daxuyaniya walîtiya Amedê diderewîne. Di dîmenê de "saet di 03.19:45’an de R.Y. û Recep Hantaş ketine nava dîmenê. Li bankek parkê rûniştinê. R.Y. bi cilê xwe yê tarî û kapuşon e. Recep Hantaş jî bi cilê kapuşon e. Li dora stuyê wî jî atki heye." Di dîmenê 03.22:36'an de jî yekîneyên ewil ketine parkê. Yekîneyên duyemîn jî bi 2 maşîneyên zirxî ketine qadê. Li gorî dîmenê kamera S.E., K.B., H.S.S., E.K. û R.E. hatine cihê bûyerê û cihê xwe girtine. Gula yekemîn R.E. saet di 03.26:34'an de teqandiye. Recep Hantaş ê hat kuştin piştî gula yekem hat teqandin 4 saniye şûnde reviya ye. Derket holê ku li dijî gotina walî ku Hantaş bi ser polîs de reviya ye. ji polîs dûr dikeve. Li gorî diminê Recep Hantaş piştî bûyerê pişti polîsê TEM'ê K.B. ketiye ber dîmenê û gule berdaye reviya ye. Piştî polîs K.B. gule berda û 2 saniye şûnde, Hantaş li cihekî tarî ketiye xwar. K.B. parastibû ku gule berdaye hewa. Şahidê bûyerê R.Y. ku serbest hat berdan, diyar kir ku ew li gel Hantaş rûniştibûn û bêyî hişyariyê bike dengê çekan hatiye. R.Y. anî ziman ku wî xwe avêt bin bankê û Recep jî piştî ket nava panîkê reviya û piştî ji piyê xwe ve birîndar bûye ketiye xwar. R.Y. anî ziman ku polîsan hişyarî nekiriye û gule berdaye wan"
Di dîmen de dema Hataş û hevalên xwe rûniştine te dîtin û piştre polîsên tên cihe bûyerê dikevin dîmenên kamerayê. Kamera ku midûriyeta polîsan kontrol kir kamera ku cihê bûyerê dikişîne, piştî polîs tên cihê bûyerê ji zoomê derdikeve û qadek firehtir dikişîne. 2 maşîneyên zirxî tên cihê bûyerê. Di destê hin polîsên ji maşînê datên çekên lûledirêj hene. Çekên di destê xwe de nîşan dikin û berê xwe didin banka ku Hantaş û hevalê wî lê rûniştiye. Polîs hêj negihiştine bankê, Hantaş û R.Y. li ser deng serê xwe bilind dikin û li pêjnê guhdar dikin. Piştre polîsek bera Hantaş dide û Hantaş dikeve nava polîsan. Piştî polîsek dikeve pey Recep Hantaş û hêj negihiştiye pişt avahiya ku 4 polîs lê hene, polîsekî cilên fermî lê heye û çeka lûle dirêj di destê wî de, gule berdide Hantaş. Di dimenên kamerayan ên hatin ditin de piştî guleya yekem Hantaş, qoziya xaniyekî nava parkê reviya qada ku 4 polîs lê heye. Li pey wî polîsek baz dide. Hêj li koziyê nehatiye dîtin Hantaş di bin gulebaranê de dimîne. Tê dîtin ku hin polîs gule berdidin hewa û hin polîs gule berdidin Hantaş.
Dema Hantaş berê xwe guhert û da kolanê, polîsê TEM'ê K.B. bi çeka lûledirêj li ser wî gule reşand. Piştî K.B li ser wî gule reşand Hantaş, di gava sêyemîn de dikeve xwar. Polîs êdî gule nateqînin û li ser serê Hantaş kom dibin. Piştre R.Y., û hin polîs bi hevre tên cihê ku Hantaş lê ketiye xwar. Piştî polîsê lekolîna cihê bûyerê boçikên guleyan kom dikin. Di rapora otopsiyê de jî sekna polîs K.B. ya gule berdaye piştrast dike.
MA / Aydın Atay