ŞIRNEX - Meclîs Şaredariya Cizîrê, biryarên qeyûm ên ji bo 13 neguhêzbarên şaredariyê ku dewrî saziyên cuda kiribûn, betal kir.
Meclîsa Şaredariya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di meha Hezîranê de civîna xwe li dar xist. Civîna ku dibin serokatiya Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig hat lidarxistin de, biryarên qeyûm ên ji bo 13 neguhêzbarên şaredariyê dabûn û dewrî saziyên cuda kiribûn, hatin nîqaşkirin.
'NEGUHÊZBARÊN HATIN DEWRKIRIN, TERKÎ QEDERA WAN HATIN KIRIN’
Hevşaredar Zirig ê rojeva civîna mehane diyar kir, ji bo betalkirina neguhêzbarên şaredariyê yên hatine dewrkirin, yek bi yek di dengdana Meclîsê re derbas kir. Endamê Meclîsê yên HDP’î di dema dengdanê de mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku dewr kirina neguhêzbarên şaredariyê ne qanûnîne. HDP’iyan, da zanîn ku neguhêzbarên şaredariyê yên hatin dewr kirin, terk qedera wan hatin kirin û bê xwedî mane.
Betalkirina biryarên dewrkirina neguhêzbarên şaredariyê, bi dengên HDP’iyan hatin qebûl kirin. 3 endamên AKP’î jî, di dengdanê de destên xwe ji bo redkirinê bilind kirin. Hevşaredar Zirîg piştî dengdanê, navber da civînê.