RIHA – Parlementara HDP’ê ya Riha Ayşe Surucu, ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû pirsa “Hilawistoka fîlîstînê, lêdana tund, şoqa ceyranê, tacîza zayendî, heqaret li jinan kirin û îşkenceya bi pergalî” kirin.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Riha Ayşe Surucu, îdîayên îşkencêya li jin û kesên piştî pevçûna 18’ê Gulanê ya li taxa Derto ya Xelfetî rûda, hatibûn binçavkirin hat kirin, ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû pirsî. Gelo agahiya we ji hilawistoka fîlîstînê, lêdana tund, şoqa ceyranê, tacîza zayendî, heqaret li jinan kirin û îşkenceya bi pergalî heye.
Surucu di pêşniyarpirsa da de ev pirs ji Soylû kirin: “Jinan diyar kirin ku bi awayekê pergalî rastî îşkenceyê hatine. Polîsan gefa tacawîza komî li wan xwariye. Jinan dan zanîn ku heya roja derbikevin edliyê jî rastî îşkencê hatine. Gelo agahiya we ji hilawistoka fîlîstînê, lêdana tund, şoqa ceyranê, tacîza zayendî, heqaret li jinan kirin û îşkenceya bi pergalî heye.”
Surucu ev pirs ji Soylû kirin:
“*Gelo ev îdîayên îşkenceyê rast?
*Gelo we derbarê hêzên ewlekeriyê yên tê îdîakirin ku îşkence kirine de lêpirsîn daye dest pêkirin? Ger lêpirsînê destpêkiribe di kîjan astê deye?”
*Gelo agahiya we ji îşkenceya li jin û kesên bibin çavan de hat kirin, heye?