HATAY - Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiye (TÎP) Bariş Atay Mengulluoglu têkildarî cenazeyê endamê Ceyş El Îzze Abulbasit El Sarut pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne.
Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiye (TÎP) yê Hatayê Bariş Atay Mengulluoglu têkildarî cenazeyê endamê Ceyş El Îzze Abulbasit El Sarut pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne. Parlamenterê TÎP'ê Atay, diyar kir ku di 8'ê Hezîrana 2019'an de endamê Rêxistina Ceyşul Îzze yê payebilind Abdulbasit El Sarut, li çoltara Hama dema bi artêşa Sûriye re şer kir birîndar bû. Li gorî agahiya çapemeniyê Sarut piştî birîndar bû rakirin nexweşxaneyek Reyhanli ya Hatayê. Abdulbasit El Sarut wekî endamê DAIŞ'ê yê li Tirkiye û Sûriye tev li gelek komkujiyan bûne tê nasîn. li gel vê yekê di 9'ê Hezîrana 2019'an de ji bo vî şexsî li navçeya Reyhanli ya Hatayê merasimek girseyî amade kirine. Beriya merasimê alîgirên DAIŞ'ê kolan bi kolan geriya ne û alîkarî xwestine. Li gorî vê yekê
Ev şexsê ku berê têkiliya wî bi DAIŞ'ê û El Nusra re heye, berê hatiye tespîtkirin ku têkiliya wî birêxistina teorê re heye? Îkameta El Sarut berê li Hatayê heye ya na? Abdulbasit El Sarut ku bi gotinên "Em ê koka elewiyan bikolin" tê zanîn têkildarî vê yekê lêpirsîn hatibû kirin? Bere jî di daxuyaniyên xwe de aşkere got ku desteke dide rêxistinên terorîst. Ji bo cenazeyê vî terorîstî li Reyhanli amadekarî hatine kirin. Bi al û dirûşmeyan ketine nava hewldanên provokatif. Ev yek hatiye tespîtkirin? Ger ku hatibe tespîtkirin çima der barê vê yekê de lêpirsîn nehatiye kirin. Cema destûr naden organizasyona cenaze? Pişti berteka civakê ya li dijî merasima cenaze çi lêpirsîn hatiye kirin?