RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Guhay, ji meclîsê xwest îşkenceya li Gundê Derto yê Xalfetiya Rihayê li 51 kesan hat kirin, lêkolîn bikin. Gunay xwest Komîsyona Lêkolinê ya Meclîsê bê avakirin û îşkenceya hatiye kirin bikin rapor.
Di 18'ê Gulana 2019'an de li Gundê Dêrto ya Xalfetiyê, pevçûnek rû dabû. Piştî pevçûnê tîmên taybet û polîsan bi ser Gundê Derto û Qoserê de girtibûn û 51 kes bi îşkenceyê binçav kiribûn. Gelek ji wan piştî îşkenceya giran hatin girtin. Jinên bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin, 12 rojên îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Guhay, ji meclîsê xwest îşkenceya li Gundê Derto yê Xalfetiya Rihayê li 51 kesan hat kirin, lêkolîn bikin. Ebrû Gunay, anî ziman ku Baroya Rihayê heyetek ava kir û îşkenceya li 51 kesan hatiye kirin kir rapor. Guney, da zanîn ku heyetê yek bi yek bi kesên rastî îşkenceyê hatin re hevdîtin kir û li gorî raporên edli raporek amade kir û tespît kir ku kesên hatine binçavkirin rastî hemû cûreyên îşkenceya giran hatine. Dîsa jinên hatine binçavkirin jî rastî heman îşkenceya giran û neheqiyên giran hatine.
Ji ber vê yekê divê Meclîs li Şaxa TEM'ê ya Rihayê û Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêkolîn bike, qeydan lekolîn bike. Divê bi mexdûran re yek bi yek hevdîtin bike û raporê amade bikin. Divê der barê peywirdaran de lêpirsîn bidin destpêkirin. Ji bo vê yekê ji divê Bila Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.