ENQERE – Rêveber û endamên 10 Ekîm-Derê di meha 44’emîn a Komkujiya Garê ya Enqereyê de kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Seroka Komeleyê Mehtap Sakîncî Coşgun got: “44 meh in êşa di dilê mirovan de xelas nebûye.”
Rêveber û endamên Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) 103 kesên di Komkujiya Garê ya Enqereyê de ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibû di meha 44’emîn de bibîr anîn. Li gel malbatan, Seroka Giştî ya Malên Gel Dilşat Aktaş û gellek welatî beşdarî bîranînê bûn.
'44 MEH IN DILÊ ME DIÊŞE’
Seroka 10 Ekîm-Derê Mehtap Sakîncî Coşgun li ser navê malbatan axivî û got Tirkiye komkujiya 10’ê Cotmehê ji nedîtî ve tê û got: “Em her meh tên vir û ji bo komkujiyê teşhîr bikin û sîlsîleya kokujiyê derxin holê. Ev berpirsiyariya me ye. Ji bo kujerên rasteqîn bên darizandin û edalet cihê xwe bibîne me hêj hêviyên xwe xelas nekiriye û têkoşîna me didome. Ji bo me hêviya xwe winda nekiriye em her meh tên vir û qurbaniyên xwe bibîr tînin. Têkoşîna me ya hiqûqê jî didome. 44 meh in êşa di dilê mirovan de xelas nebûye. Di dilê me her yekê de find pêketî ne. Wê lêgerîna me ya ji bo edaletê jî dewam bike.”
Piştî axaftinê malbatan qurnefil bi bîrdariya temsîlî ve danîn.