DUHOK – Operasyonên TSK'ê, bi erêkirina DYA, bi bêdengiya rejîma Iraq û Îranê û bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP), li dijî herêma Bradostê didomin. Şerê berjewendiyê yên serdestan ku li herêmê dimeşînin, peşmerge û HPG'ê dixe nava şerê "Birakujîye”.
Operasyona Hêzen Çekdar ên Tirk (TSK), ya li dijî Herêma Bradostê ya Herêma Kurdistan a Federeli ku dikeve sêgoşeya navbera Iraq, Îran û Tirkiye, ji 27'ê Gulanê ve berdewam dike. TSK'ê, bi erêkirina DYA, bi bêdengiya rejîma Iraq û Îranê û bi piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP), li dijî herêma Bradostê didomin. Hêsen serdest peşmerge û HPG'ê dixe nava şerê "Birakujîye”. Dixwazin HPG’ê li vir tune bikin û herêma tampon ava bikin. Eskerên ku li herêma Çiyayê Lelikan, Ziraran, Kiwert, Şakiv, Gura Seva û Awdel Guvî bi cih kirin, li vir asê man. Ji ber yekîneyên taybet li vir asê man, bi rojan e herêmê bi helîkopter û balafirên şer bombe dikin. Her çend di navbera Tirkiye û Rûsya de krîza fuzeyên S-400 rûbide jî Tirkiye bi erêkirina DYA li diji herêmê operasyon li dar xist. Îran û Iraq li hemberî vê operasyonê bêdeng e. PDK jî pêşmergeyan sewqî herêmê dikin û piştgiriyê didin TSK'ê.
ARMANC DIKIN PÊŞMERGE Û HPG'Ê BÎNIN HEMBERÎ HEV
Tirkiye dizane ku beyî pêşmergeyên Partiya Demokrat Kurdistanê (KDP) bide pişta xwe nikare li herêmê pêş bikeve. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze PDK'ê bide pişta xwe û pêşmerge û HPG’ê bîne hemberî hev. Her çend bêjin ji vê rewşê bêzar in jî sewqîyata pêşmergeyan a herêmê piştgiriyê TSK'ê piştrast dike. Li aliyekî gelê herêmê û pêşengên civakê li dijî komploya li hemberî hêzên Kurdan di nava hewldanê de ne. Li aliyê din bi taybetî PDK û YNK ku du hêzên serdest ên Herêma Kurdistan a Federe ne, piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê Kerkuk winda kirin, niha dixwazin dîsa Kerkukê paşve bistînin. Ji bo Kerkukê paşve bistînin vê carê Herêma Bradostê ji çavê xwe derdixin. Ji bo bertekên gelê Kurd li hemberî wê zêde nebe, ligel hêzên Tirkiye yên eskerî nkiha Peşmergeyan jî sewqî herêmê dike û dixazin hêzên Tirkiye û pêşmerge bi hevre li herêmê bi cih bibin.
TALÛKEYA 'BIRAKUJÎ' YÊ
Li gorî ve li hevkirinê beriya Cejna Remezanê hat îdîakirin ku rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê û hin endamên MÎT'ê bi hevre li herêma Helgurt û Dola Akoyan cilên peşmerge l xwe kirin û bi hevre keşif kirin. Li gorî agahiyên herêmê pişti vê keşîfê TSK û 200 endamên taybet ên pêşmergeyan li herêma Xakurkê li dijî HPG’ê operasyon li dar xistin.
Hat diyar kirin ku hin pêşmergeyên sewqî herêmê bûn ji vê rewşê bêzar man. Hat diyar kirin ku bi destê DYA, Tirkiye Îran û Irakê dixwazin "Birakujî” yek nû pêş bixin.
Tê gotin ku dixwazin rê li pêş tevgera PKK’ê bigirin û Tirkiye û DYA li herêmê hêza tampon ava bike.
KARÊ TSK'Ê ZOR E
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin HPG'e li vir hesabê Tirkiye û hêzên tin xera kirin. HPG li vir şerekî dijwar dimeşîne û bersîvê dide operasyonan. Li dervê Bradostê êrîşa li dijî eskerên li Zaxo di vê çarçovê de ye. TSK'ê sala par li Xakurkê operasyon li dar xistibû. Lê di nava 3 girên li Lelikan de asê mabûn. Piştî operasyona 27'ê Gulanê, li gel yekîneyên taybet ên TSK’ê sewq kirin jî tenê li herêma Kanîreş, Xelifan û Sîranê asê maye û nikare pêşve biçe.
MA / Erdogan Altan