NAVENDA NÛÇAYAN - Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavûşoglû ji bo tevlî merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistinê Nêçîrvan Berzanî bibe gehişt Hewlêrê. Çavuşoglu ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazî kirin.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavuşoglu ji bo tevlî merasîma sondxwarinê ya Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Berzanî bibe gihitş Hewlêrê. Çavuşgolu ji aliyê Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Çîgirê Serokê Herêma Kurdistnaê Qubat Telebanî ve hat pêşwazîkirin.
Nêçîrvan Berzanî yê ji bo Serokatiya Herêma Kurdistana Federe hat hilbijartine dê îro li Hola Seîd Ebdullah a Hewlerê sond bixwe û dest bi peywirê bike.
ERDOGAN JI SEZAÎ TEMELÎ RE GOTIBÛ BICEHIMIN BIÇIN KURDISTANA HERÊMA FEDERE, LÊ NIHA ÇAVUŞOGLU LI WIR E
Beriya hilbijartina 31'ê Adarê Serokomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan li hemberî gotina Kurdistanê ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sazaî Temellî gotibû "Cihekî bi navê Kurdistan li Tirkiye tune. Ger ku Kurdistanê dixwazin bila bicehimin biçin Kurdistana Iraqê ya Herêma Federe. Lê îro Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu li cihê ku Erdogan gotibû bicehimin biçin Kurdistana Iraqê ye.