AMED – Tevgera Azadî ku di sala 2012’an de weke înîsîyatîf hat avakirin, wê P A R T I Y A A Z A D Î damezirînin.
Tevgera Azadî ku di sala 2012’an de weke înîsîyatîf hat avakirin û ji kongreya xwe sala 2014’an heta niha weke tevgera di hikmê partiyê de hebûna xwe didomand, dibe partî. Navê partiyê bi kurtasî P A R T I Y A A Z A D Î ye û vekirina wê jî Ji Bo Maf Adalet û Azadiyê Partiya Îslamî ya Kurdistanê ye.
Li ser navê Sekreterya Komîteya Damezrîner Ayetûllah Aşitî, Abdulmecît Arslan û Mahmût Koyûncû têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û binasî û armanca xwe ya partîbûnê wiha aşkera kirin:
“Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û derveyî
Ji bo pêşîligirtina jirêderketina armancên Tevgera Azadî
Ji bo hê bandortir berdewamkirina rêya xwe
Ji bo hebûna nav qada siyasetê ya erdnîgariya xwe
Ji bo pêşxistina çareseriyên alternatîf
Ji bo ku statuya partiya siyasî bigirin
Em PARTIYA AZADÎ damezrînin.”