Divê kes nebe hevkarê dagirkeran

  • rojane
  • 09:47 10 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - Rojnameger û qunciknivîsê rojnameya e-rojname Ezîz Koyluoglu, têkildarî rêxistinbûn û hêza kurdan û polîtîkayên dijberî xurdan diyar kir ku hêzên her dem Kurd qetil kirin niha ji her demê bêtir lawaz in kurdan bêtir xwe bi rêxsitin kiriye. Koyluoglu, helwesta PDK'ê jî rexne kir û xwest nebe hevkarê dagirkeran. 

Rojnameger û qunciknivîsê e-rojname Ezîz Koyluoglu, di nivîsa vê hefteyê ya rojnameyê ya bi ser navê "Divê kes nebe hevkarê dagirkeran" de bal kişand ser rewşa kurdan û polîtîkayên li dijî kurdan. Nivîsa Ezîz Koyluoglu ya e-rojname wiha ye: 
 
"Hêzên ku heta niha kurd qetil kirin û komkujî pêk anîne niha ji her demê zêdetir lawaz in. Li aliyê din kurd ji her demê zêdetir bi hêz in, derfetên mezin ketiye destê kurd û nêzî azadiyê ne. Ji ber van sedeman evqas êrîşî kurdan dikin. Em bala xwe bidinê kengê kurd nêzî azadiyê bûne, wê demê êrîşên li hemberî kurdan zêde bûne. Lazim e em vê rastiyê jî bi bîr bixin; ger kurd li hemberî êrîşan berxwedaneke piralî nemeşînin, dibe ku tiştên nebaş bê serê kurdan. Ev meseleyeke cidî ye û nêzîkatiya partiyê kurdan dê diyarker be. Çima partiyên siyasî, ji ber ku berê eşîrtî li pêş bû, lê niha di nav kurdan de partiyên siyasî bêtir xwe rêxistin kirine.
 
Demek berê dostek ji min re qala şerê birakujiyê kiribû û bîranîneke xwe gotibû. Di vê bîranînê de qala şerê birakujiyê ya navbera Partî Demokratîk Kurdistan-Iraq (PDK-I) û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) kiribû. Gotibû di sala 1995’an de di şer de PKK derbên giran li PDK’ê dixe û PDK neçar dimîne daxwaza agirbestê li PKK’ê dike û piştre hevdîtin dest pê dikin. Di vê hevdîtinê de dosta ku behsa bîranîna xwe dike hebûye. Neçîrvan Îdrîs Barzanî di wê hevdîtinê de dibêje; “Ger PKK bi temamî PDK’ê ji holê rake dê çi bikeve destê we?”. Ev gotin ne tenê ji bo wê rojê, ji bo îro jî gotineke aqilane ye. Tunekirina partî an jî hêzeke kurdan bi destê kurdan bêexlaqiya herî mezin e. Lê em dinêrîn ku serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Îdrîs Barzanî îro ew gotina xwe ya aqilane ji bîr kiriye. Ger PKK lawaz bibe ev feyde nade hêzên başûrê Kurdistanê û berevajî vê yekê lawaziya PKK dê zirarê bide kurdan û hêzên başûrî.
 
Dîroka kurdan bi şikestinên destê kurdan tije ye. Di dîroka me ya nêz de jî mînakên vê pir in û hafizaya civakê hêj di vê mijarê de zindî ye. Nemaze jî li başûrê Kurdistanê siyaseta ku kurdan tîne dijberî hev û bi hev dide kuştin û êşên ku ji ber van sedeman hatine kişandin nehatine jibîrkirin. Niha kurd naxwazin ew roj jinûve vegerin û ev helwesteke neteweyî ye. Sedem çi dibe bila bibe kurd qebûl nakin ku kurdek bi destê kurdekî din were kuştin. Pêwîst e hemû kurd li hemberî hêzên ku şerê birakujiyê derdixin helwestê nîşan bidin.
 
Divê hemû hêzên kurd zanibin têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta tirk li her derê rewa ye. Dagirkerên Kurdistanê li ser qetilkirina kurdan bingeha siyaseta xwe ava kirine. Ger hîn hêz û partiyên kurd piştgiriyê bidin vê siyaseta dewleta tirk, pêwîst e civaka kurd li dijî wan derkevin û têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê xurtir bikin.
 
Îro Tevgera Azadiya Kurd li dijî dagirkeriya dewleta tirk li seranserê Kurdistanê têdikoşe. Dibe ku ev têkoşîna ku li hemberî dagirkeriya dewleta tirk tê dayîn ji hinek aliyên ve were rexnekirin. Lê, tiştên ku niha PDK dike, têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd nerewa nîşandan, li dijî wê derketin, tu kurdek vê nêzîkatiyê qebûl nake. Divê PDK-I vê siyaseta xwe biguherîne û zanibe ku lewazbûna Tevgera Azadiya Kurd û gerîlayên Kurdistanê, di heman demê de lawaziya hemû kurdan e.
 
Wisa xuya dike ku dewleta tirk ya dagirker dixwaze dagirkeriya xwe li başûrê Kurdistanê berfirehtir bike. Êrîşên li ser herêmê Biradost nîşaneyên vê yekê ne. Gerîlayên PKK’ê niha li dijî dagirkeriyê têkoşînek bêhempa didin meşandin. Li başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta şaş ya partiyên kurd li beramberî dagirkeriyê bêdengiyek heye. Gelê başûrê Kurdistanê nerazîbûnê nîşanî dagirkeriya dewleta tirk dide û divê nemaze jî PDK li pêşiya nerazîbûna nesekine û nebe asteng. Berevajî vê yekê divê rê bide gel ku nerazîbûnên xwe nîşanî dagirkeran bidin. Yan na dê wekî hevkarên dagirkeran derbasî rûpelên dîrokê bibin û ev yek jî dê zirara herî mezin bide têkoşîna neteweyî ya kurdan." 
 
 
 
 

Sernavên din

11/06/2019
13:48 Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
13:38 Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dan
13:27 Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran HDP’ê ziyaret kir
13:19 Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da
13:10 Navenda Sêrt li 6 bajaran serdegirtinên malan
11:57 Bav du keçên xwe birîndar kir
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Li Heskîfê piştî 3 salan mîhrîcana bêyî Îmam Abdullah
11:37 Li Manîsa jinek mirî hat dîtin
11:24 Girtina qapaxên Bendava Ilisû taloq kirin
10:20 Li Edeneyê derbarê 56 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:01 Gergerlîoglu: Li Kocaelî ne şewat komkujî çêbû
09:34 Li Farqînê êrîşa moşekî: 2 kes birîndar bûn
09:26 Malbata sûriyeyî ku rastî êrîşê hat mala xwe terk kir
09:15 Ocalan: Bi operasyona Xakurkê, mudaxileyî yekîtiya kurdan tê kirin
09:14 Hilberîner ji ber qedexeya li ber îxracatkirina arvan tengav bûne
09:13 Qeyûm 10 milyon û 380 hezar TL li çi xerç kir?
09:13 OHD: Girtî li cihê sterîl nehatin tedawîkirin, hin kes nehatin sewqkirin
09:12 Malbata girtiyê kor bû: Ji bo tedawîkirinê divê bê berdan
09:11 Bi nanê sêlê debara xwe dikin
09:10 Dîmenên kêliya ku polîsan Hantaş kuşt derket holê
09:02 Di qezaya Otobusê de 4 kes mirin û 42 kes birîndar bûn
09:00 Dema palehiyê dest pê kir: Cotkar bi gazinc in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2019'AN
10/06/2019
21:45 Li Amedê Forûma Xebatên Zarokan hat lidarxistin
16:59 Meclîsa şaredariyê biryarên qeyûm ên dewirkirina neguhêzbarên şaredariyê betal kir
16:33 Brûskê avêt û agir bi zeviyan ket
16:19 Şaredariya Erxenê civîna meclisê ji gel re vekirî li dar xist
16:05 Parlementerên HDP’ê piştî greva birçîbûn bi gulan hatin pêşwazîkirin
15:58 Surucu ya HDP’î, îşkenceya li Xelfetê ji Soylû pirsî
15:44 Li Antalya balafira perwerdehiyê ket: Kesek mir
15:29 Piştî civîna Wezîrên Elman û Îranê daxuyanî hat dayîn
14:52 Çima destûr dan cenazeyê Abdulbasit El Sarut
14:42 Ebrû Guney: Bila meclîs îşkenceya li Gundê Derto lêkolîn bikin
14:41 Kûrtûlan bersiva da gotina Yildirim a 'Kurdistan': Kurd baş dizanin, biçe ji Qesrê re vebêje
14:40 Hevşaredarên Amedê û Wanê cejna xebatkaran pîroz kirin
14:00 ‘44 meh in êşa dilê me xelas nebûye’
13:48 Yek ji armanca operasyona Bradostê 'Birakujî' ye
12:59 Gunay: Çima kîlît teslîm kirin lê hêj xanî teslîm nekirine?
12:30 Şirîkatiya Rûsya Tirkiye li Idlibê ruh didin
11:05 Di Gulanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
10:30 Çavûşoglû ji bo tevlî merasîma sondxwarina Berzanî bibe çû Hewlêrê
10:29 Tevgera Azadî dibe partî
10:29 Birûskê lêda û bi sedan donim zeviyê ceh û genim şewitî
09:50 Neçîrvan Berzanî îro sond dixwe
09:47 Divê kes nebe hevkarê dagirkeran
09:35 Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Maas li Îranê ye
09:10 'Ocalan balê dikişîne ser girîngiya jiyana aştiyane'
09:09 TMO beyî vîna rençberan buhayê genim diyar kir
Rençber: Em nikarin deynê mazot û gubre bidin
09:08 ‘Em armanc dikin xwe bigînin hemû jinên hewldêr
09:07 Mehmet Ocalan pergala 20 salan a Îmraliyê vegot
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:22 Li Enqere lehî rabû: 3 kes mirin
09/06/2019
15:17 Leyla Guven tabûrcû bû: Ezê hîn xurttir vegerim
15:05 Mîhrîcana Keda Jinê dê di 28’ê Hezîranê de dest pê bike
15:04 HDP'ê 3 HDP'iyên ku Hizbullahê ew kuştin bibîr anîn
12:44 Zarok li Baxçeyê Hevselê derketin meşa xwezayê
12:13 Nifûsa Efrînê diguherînin: 60 hezar endamên Heyet Tehrîr El-Şam anîn Efrînê
11:58 Serokê Iraqê: Em amadene ku navbeynkariya DYA û Îranê bikin
11:55 Farisogullari: Divê Neçirvan Barzanî helwesta xwe zelal bike
11:15 Hevşeredarên Qersê: Emê ji bo tûrîzma baweriyê gav bavêjin
09:17 Şaredariya Cizîrê şahiyeke bi coş a muzikê li dar xist
09:16 Têkildarî şewata fabrîqeyê ku 4 penaber têde mirin 2 kes hatin girtin
09:16 Prz. Şakar: Divê her aştîxwaz di nava pêvajoya aştiyê de cih bigire
09:15 Dayika eskerê di destê HPG'ê de: Dewlet 4 salin dibêjin 'Sebir bikin'
09:06 Rençberên Pirsûsê ji ber qanalên avê bêzar in
09:04 Parêzerê qeyûm çûye giliyê şaredariya Cizîrê kiriye
09:01 Kamyonvanên Edeneyî bang li Erdogan kirin: Dev ji hilbijartina Stenbolê berde li aboriyê binêre
09:00 ROJEVA 09'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08/06/2019
17:45 Kurd darizandina DAIŞ`ê ya li derveyî Sûriyê qebûl nakin
16:26 Qamyoneta karkeran qelibî: 35 karker birîndar bûn
16:16 'Girtiyên nexweş Beceriklî û Karasayli serbest berdin'
16:15 Welatiyê li Licê hatibû binçavkirin hat girtin
16:11 Ji Heskîfê bang kirin: Ji bo Heskîfê ne dereng e
15:32 Temellî: Niha jî dem dema çareseriya demokratîk e
15:30 Partiyên Bakur û Rojhilatên Sûriye operasyona Tirkiye ya başûr şermezar kirin
15:15 Xizmên windayan daxwazên xwe dubare kirin
14:53 Buldan: Stratejiya me dersê da rêvebirên welat
14:28 Li Şirnexê bi binasiya 'butçeya kêm' înşaata 13 dibistanan rawestandin
14:27 '38 sal in êşa me qet kêm nebûye’
14:14 Operasyona TSK'ê ya Bradostê û berxwedana Keleha Dim Dimê
13:31 HDP’iyan xistin ber lêpirsîna ‘bi fermanê’ goristan ziyaret kirine
12:54 Rojnamegeran Hafiz Akdemîr li cihê hat kuştin bibîr anî
12:22 Koçyîgît: Gelê herêmê rûyê AKP’ê ji rastiya Sûr, Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê dinasin
12:21 Wesayîteke LPG'î teqiya
12:08 Pirtûka “Kurdgalnamek” piştî soranî bi kurmancî derket
10:55 Gaydali yê HDP'î: Kurd wê di 23'ê Hezîranê de bersîv bidin
10:37 Balafirên şer çoltara Lice bombe kirin
09:57 Kurtulan a HDP’î: Gotina Yildirim a Kurdistan pêkenok e
09:13 Kanî Beko: Ya esil ew e aştiyek mayînde pêk were
09:10 Wekîlê berê yê ANAP'ê Erdogmuş: Hevsengiya dema nû dê Sûriye diyar bike
09:09 ‘Em ji tirsa îşkenceyê nikaribûn biçin daşirê jî’
09:09 Tuma Çelîk: Divê deklarasyona 2013’an bikeve meriyetê
09:08 Nekropola ji bo wê 26,5 milyon lîre hat xerckirin bûye cihê tiryakkêşan
09:07 Cotkar di zorê de ne: Nikarin deyne bankayan û heqê karkeran bidin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2019'AN
07/06/2019
21:46 Festîvala Zarokan a Sûrê dest pê kir: Li dijî pişaftinê dê zarokan bînin gel hev
20:59 Li Bedlîsê bêtehamuliya li dijî tabelayên kurdî didome
19:22 Têkildarî şewata ku 5 karker mirin 2 kes hatin binçavkirin
19:09 Li dijî Til Rifet topbaran tê kirin