NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas ji bo hevdîtina li ser peymana nukleerê û ‘çareseriyê’ li çû Tahranê. Hat bendê ye ku Maas bi serokkomar û Wezîrê Derve yê Îranê re bicive.
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas ji bo hevdîtina li ser peymana nukleerê û ‘çareseriyê’ li çû Tahranê. Hat bendê ye ku Maas bi serokkomar û Wezîrê Derve yê Îranê re bicive. Hat diyar kirin ku Maas duh bi şeve gihiştiye paytexta Tahran a Îranê. Hat destnîşan kirin ku Heîko Maas îro dê bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî û Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî re hevdîtin bike. Li gorî agahiyan Wezîrê Elmanyayê Maas ji bo hevdîtina li ser peymana nukleerê û çareseriyê çûye Tehranê.
Peymana li ser nukleerê di Tîrmeha 2015’an de hat îmzekirin. Îran, Çîn, Rûsya, Elmanya, Fransa, Îngîltere û DYA’yê ev peyman îmze kiribûn. DYA’yê di Gulana 2018’an de xwe ji peymana nukleer vekişand û dest bi zext û ambargoya li ser Îranê kiribû. Trûmp ji bo ku welatên din jî xwe ji peymanê vekişînin, zextan dike.