STENBOL - Endamê Heyeta Mirovên Aqîl Celalettin Can, bal kişand ser peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Lihevkirina Civakî û wiha got: "Ocalan li dijî berberiya civakî balê dikişîne ser lihevkirina civakî ya kûr û girîngiyê dide jiyana aştiyane ya bi hevre."
Piştî bi hezaran kurd di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de li dijî tecridê li girtîgehan ketin greva birçîbûnê û xwestin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, di 2'ê Gulanê û 22'ê Gulanê de parêzer çûn hevdîtina Ocalan, herî dawî malbata Ocalan û malata 3 girtiyên li Îmraliyê di 5'ê Hezîranê de çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de Ocalan dîsa daxwaza çareseriya nerm, siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet kir. Dîsa xwest lihevkirina civakî pêş bikeve. Carek din hat dîtin ku çi cara bi Ocalan re hevdîtin tê kirin şer û kuştin radiweste û Tirkiye ber bi aramiyê ve diçe. Ocalan di 2'ê Gulanê de bi îmzeya 3 girtiyên li Îmraliyê danezana ku ji 7 xalan pêk tê aşkere kir û parêzeran di 6'ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir. Têkildarî wate û girîngiya van peyaman Mirovên Heyeta Aqîl a Herêma Anatoliya Navîn û Berdevkê Hewldana 78'an Celalettin Can ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. Can, anî ziman ku grevên birçîbûnê bûn sedem ku hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û wiha got: "Ocalan kesekî siyasî yê ku nûnertiya wî pir xurt e. Navenda siyasetê ye. Ast û kapasîteya vê navenda siyasetê diyar e. Ji ber ve yekê muhatabgirtina Ocalan ne tenê ji bo dawîlêhatina greva birçîbûnê, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane jî pir girîng e. Muhatabgirtina Serokê gelê Kurd ku li ser erdnîgariyek pir fireh belav bûye û hêza çareseriya li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê mirov nikare tenê li ser mijara greva birçîbûnê pêre bi axive."
SEDEMA SEREKE SÛRIYE YE
Can, da zanîn ku îktîdar ji ber ku di gelek mijaran de ket nava tengaviyê deriyê Îmraliyê li Rêberê PKK'ê Ocalan vekir û wiha got: "Rewşa aborî ya Tirkiye qet nebaş e. Siyaset pir tengav bûye. Li Sûriye tengav bûye. Wekî ku Tirkiye têkeve nava hewqê (celb). Ji ber vê yekê pêdiviya Tirkiye bi rêyên çareseryê heye. Sedema sereke ya ku hikûmetê bi Ocalan re hevdîtin kir Sûriye ye. Dîsa greva birçîbûnê wesîleya vê yekê ye. Erdogan, têkildarî Sûriye sozên ku dabû pêk neanî. Îran û Rûsya bi taybetî der barê rewşa Idlibê de heta hilbijartinê wext dabû. Niha hilbijartin jî bi dawî bû. Niha tenê hilbijartina Stenbol ku dubare bê kirin maye. Lê Idlib hêj wekî pirsgirêkekê li holê ye. Li aliyê din operasyona Rûsya û Sûriye li dijî komên li Idlibê dest pê kir. Erdogan li ku ye. Li gel ku dixwaze jî nikare operasyonê rawestîne. Ji bo Idlibê vala bike an nikarîbû komên Cihatkar îkna bike, an jî nexwest vala bike. Lê xwest demê bi komên cîhatkar bide qezençkirin. Li ser pişta hikûmetê dewlet li Rojhilata Navîn pir zêde winda kir û riziya. Êdî gotina wê pere nake û wekî hevkarên komên dagirker û cîhatkar tê zanîn. Ger ku komên Cihatkar li Idlibê têk biçe vê carê wê rejîm û Rûsya berê operasyonan bidin herêmê El Bab, Azez û Efrînê. Ger ku yekpariya axa Sûriye tê gotin ya pêk bê ev e. Lê Tirkiye di mijara Sûriye de naxwaze ji ser maseyê dakeve xwar.
Ji ber vê yekê Ocalan bala QSD'ê dikişîne ser hasasiyeta Tirkiyeyê. Meseleya di navbera Tirkiye û Kurdan de wê bidome. Di rewşa heyî de Tirkiye bi vî rengî nikare bi Kurdan re bimeşe. Ger ku Tirkiye li Rojhilata Navin dixwaze li ser maseyê bimîne, wê demê divê têkiliyên xwe yên bi Kurdan re rasyonalize bike. Ji ber vê yekê nameya ku çavdêriya Ocalan û Tirkiyeyê dike bê nivîsîn û fikra xwe diyar bike. Ji ber ku pêdiviya Erdogan bi Kurdan heye."
'OCALAN DIBÎNE KU LI SÛRIYEYÊ ÇI DIBE'
Can da zanin ku li Sûriye hêzên Kurd bi rejîma Sûriye re her ku diçe tê astek asayi û wiha berdewam kir: "Kurd bi DYA û Rûsya re hevsengiyekê ava dikin. Lê cîhatkar li wir asê mane. Erdogan neçare ku ji Sûriye xwe vekişîne. Ocalan jî dibîne ku li Sûriye çi pêş dikeve. Bala xwe bidin gotina Ocalan dema ku qala Sûriyeyê dike pêşniyara yekîtiya axa Sûriye û demokratîkbûna herêmî dike. Dema vê yekê tîne ziman jî balê dikişîne ser hasasiyeta Tirkiyeyê. Dema Salih Muslim jî nirxandinên Ocalan bibîr dixe û dibêje 'Em di rêya rast de ne" vê wateyê dide. Li Tirkiye rewşek pir anormal heye. Civak edî ji civakiyê derketiye. Civak dixwaze êdî disa asayî bibe. Ocalan ji bo asayîbûn û li hevkirina civakê dîsa aştî û Lihevkirina Kûr ya Civakî pêşniyar dike. Ji ber ku demek dirêj e civak tê perçekirin û di navbera civakê de berberî tê avakirin. Fikara ku civak perçe bibe pir zêde ye. Lê civak vê polîtîka perçekirinê naxwaze. Ocalan di peyama xwe de li dijî berberiya civakê, Lihevkirina Kûr a Civakî pêşniyar dike. Ji ber ku perçebûna civakê dibîne. Peyama Ocalan aştiya civakî esas digire. Ocalan li hasasiyetên Tirkiye xwedî derdikeve. Balê dikişîne ser yekîtiya aştiyane û bi hevre.
DI NAVA WEKHEVIYÊ DE AŞTIYA BI RUMET
Can, bal kişand ser peyama Ocalan a “aştiya bi rûmet" û "Siyaseta demokratîk" û wiha got: “Ji bo li Tirkiye siyasetek demokratîk û aştiyek bi rûmet pêş bikeve divê li Tirkiye hemû kesên dijî çawa dixwazin xwe îfade bikin û nas bikin, karibin xwe îfade bikin û wisa bên qebûlkirin. “Gel û bawerî bi fikr û ramanên xwe hene. Bi baweriyên xwe û nasnameyên xwe hene. Ger ku gelek hebe bawerî û ramanek wê heye. Divê her kes hurmetê nîşanî ziman, çand bawerî û ramana hev bide. Tenê bêje 'Tu kurd e' têr nake. Divê nasnameya wî û nirxên wî jî qebûl bike û bi zagonan mîsoger bike. Mafê gelê Tirk çiye, divê mafê gelên din jî heman tişt be. Îro polîtîkayên hikûmetê ji aliyê hemû beşên civakê ve tên rexnekirin. HDP'ê di 7'ê hezîrana 2015'an de ji sedî 13 deng girt. Lê Îktîdarê maseya çareseriyê xera kir. Pêvajoya 2013-2015'an ji aliyê îktîdarê ve baş nehat dîtin û nehat rêvebirin. Di civîna mirovên aqîl de nerazîbûnên me nehatin bihîstin. Bê baweriya aliyan a li hemberî hev pir zêde bû. Baweriya aliyan a li hemberî hev pir girîng e. Ger ku gavên nû bê avêtin divê berî her tiştî her alî li hemberî hev xwedî bawerî bin. Divê qanala çareseriyê ya hearî bê bawerî jî neyê redkirin. Tevî her tiştî divê qanalên çareseriyê vekirî bên hiştin."
DIVÊ OCALAN TÊXIN BIN EWLEHIYÊ'
Can, herî dawî bal kişand ser rol û rista Ocalan û wiha bi dawî kir: "Ger ku carek din bi Ocalan re li maseyê rûnên divê Ocalan ji bo çareseriyê têxin bin ewlehiyê. Divê ji bo parastina Ocalan zagonek bê avakirin û bi zagonan ewlehiya wî bê parastin. Divê şert û mercên Ocalan bi zagonan bê başkirin. Ger ku em qala muzakere ango pêvajoyek nû bikin, aliyê herî girîng Ocalan e. Ji bo vê xebatê divê sekreteryayek bê avakirin. Divê karibe bi civaka sivîl û qadên din re jî hevdîtinan bike û fikrên xwe parve bikin. Raste Ocalan rêbereki bi hêz û jîr e, lê divî bi hin derdorê re bi axive û fikrên xwe niqaş bike. Divê di şert û mercên aram de karibe niqaşan bimeşîne. Ocalan gelek caran ev anî ziman. Ez weki mirovê aqîl, di nava heyeta Mirovên Aqîl ku dewletê ava kiribû de cih girtim. Min fikrên xwe yên di nava heyetê de parastin û didomînim. Ji ber vê yekê gelek caran hatim binçavkirin. Ev wisa nabe."
MA / Ferhat Çelik