RIHA - Mehmet Ocalan ku di 20 salan de gelek caran li Îmraliyê birayê xwe û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ziyaret kir, ji hevdîtina ewil a bi Ocalan heta hevdîtina dawî sekna Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk vegot. Mehmet Ocalan wiha got: "Serok her dem heviya çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet diparêze. Hêj li ser heman xetê ye û bi hevî ye."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî bi hevkariya Navneteweyî, di 15'ê Sibata 1999'an de teslîmî Tirkiyeye hat kirin, hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê. Ocalan, 20 salin di hucreya yek kesî de girtî ye. Girtîgeha Îmraliyê bi pergalek taybet hatiye avakirin û bi taybet hatiye dîzaynkirin. Li vir hemû pîvan û xalên hiqûqî û mafên zagonî li dervê sînoran hatine hiştin. Bi dehan kîlometre "Herêma qedexe" hatiye îlankirin. Ocalan piştî hat girtin û şandin Îmraliyê ji gelek mafên xwe yên zagonî û hiqûqî bê par ma. Mafê ku ji hemû girtiyên siyasî re heye, ji bo Ocalan ew maf nayên dayîn. Bi hezaran caran serlêdana parêzeran hat redkirin. Di 8 salên dawî de piştî 2'ê Gulanê parêzer yekem car çûn Îmraliyê. Dîsa malbat piştî 4 calan yekem çûn Îmraliyê. Bi salan e li Îmraliyê tecrîdek heye. Ocalan û 3 girtiyên li gel Ocalan ji mafê xwe yê telefon, name, rojname û hevdîtinên malbat û parêzeran bêpar tên hiştin û di bin tecrîdê de ne.
Ji parêzerên Ocalan Faik Ozgur Erol, di destpêkê de ji bo Îmraliyê got Îmralî bi "Teknîka iktîdarê ya îstîsna" tê rêvebirin. Cihekî ku tu têkiliya wê û hiqûqê bi hevre tune ye. Li vir hiqûq hatiye rawestandin. Dewlet û îktîdar li gorî nêzîkatiya Kurd nêzî Îmraliyê dibe. Hin serdeman vê nêzîkatiya Îmraliyê nerm dike û hin caran hişk dike. Ev polîtîka tecrida taybet e. Di serdema pêvajoya çareseriyê de jî dewletê destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê. Li gel ku heyete bi Ocalan re hevdîtin dikir jî parêzeran nekarîbû bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
Piştî dewlet û hikûmetê dawî li "Pêvajoya çareseriyê anîn, malbatên 3 girtiyên ku biribûn grava Îmraliyê jî êdî nekarîbûn hevdîtin bikin. Tecrîda ku bi pergala Îmraliyê li dijî Ocalan pêş ket li hemû girtîgehên din belav bû. Li hemberî vê yekê girtiyan dest bi greva birçîbunê û rojiya mirinê anîn û dîsa deriyê hevdîtinê li Îmraliyê vekirin. Piştî deriyê îmraliyê ji nûve vebû, Ocalan dîsa peyamên ji bo çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet da. Ji roja Ocalan xistin girtîgeha Îmraliyê heta niha, Ocalan her dem peyama aştiyê û çareseriya demokratik da. Têkildarî peyamên Ocalan û sekna Ocalan a li Îmraliyê Birayê Ocalan Mehmet Ocalan ku di nava 20 salan de gelek caran hevdîtin kir çavdêrî û nerînên xwe yên li ser Ocalan parvekir.
TECRÎD HERDEM HEBÛ
Mehmet Ocalan, diyar kir ku ji roja Ocalan anîn anîn Îmraliyê heta niha tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan berdewam kir û wiha got: "Ji ber van polîtîkayên guherbaz hin salan gelek hevdîtin kir, hin caran jî bi salan hevdîtin nekir. Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku çi dema têkoşîna siyaseta Kurd mezin û xurt bû deriyê Îmraliyê li Ocalan hatiye vekirin û hevdîtin hatine kirin, lê dema têkoşîn lawaz bûye derî dîsa hatine girtin.
HEVDÎTINA EWIL TENE 15 KÊLIYAN DOM KIR
Mehmet Ocalan da zanîn ku piştî birayê wî bi hevkariya dewletên navneteweyî anîn Tirkiye 1-1,5 meh şûnde karîbû hevdîtin bike û wiha got: "Yekem car min û xwişka wî Havva Keser û 2 parêzerên wî bi hevre hevditin kirin. Hevdîtina ewil ji bo me xemgin û bi fikar bû. Dîsa bi heman rengî ew qas jî bi kelecan bu. Wê rojê me tenê 15 kêliyan bi Ocalan re hevdîtin kir. Wê demê şertên hevditina bi Ocalan re pir zor û zahmet bû. Dema em çûn hevdîtina Ocalan, em li Gemlîkê rastî pêkanînên li dijî mirovahiyê hatin. Dîsa em di gelek lêgerinan re derbas bûn. Piştre em cuda cuda çûn hevdîtinê. Me her yekê-î 15 deqîqeyan hevdrîtin kir."
'GOT WÊ TÊKOŞÎN Û JIYAN BIDOME'
Mehmet Ocalan, têkildarî naveroka hevdîtina ewil wiha got: "Wê demê temasa fîzîkî qedexe bû. Me tenê dikarîbû bidîtaya. Dema me pir bi sînor bû. Ji ber wê yekê em zêde ne axivîn. We demê hinek westiyayî xuya bû. Lê dîsa bi ruhê têkoşînê tev digeriya. Ji ber ku hevdîtina yekem bû pir zor û zahmet bû. Wê demê got: ‘Jiyan û têkoşîn wê bidome. Ez nikarim bêjim şert û mercên fizîkî gelek baş in.' Le niha jî em nikarin bêjin şert û mercên Ocalan ên fîzîkî hatine başkirin. Wê demê nêzî 20 roj 1 mehê rastî lêpirsînê hat. Vê pêvajoyê ew gelek westand.
‘NERÎNA WÎ YA BÛYER Û CÎHANÊ PIR KÛR Û BI WATE YE'
Ocalan destnîşan kir ku di nava 20 salan de gelek caran bi Rêberê PKK'ê Ocalan re hevditin kir û wiha lê zêde kir: "Dema em li pêvajoya 20 salan binerin xeta têkoşîna Serok nehatiye guhertin. Li gorî 20 sal berê xwe pir kûr kiriye. Lêhûrbûna wî pir zêde bûye. Nerîna wî ya li cîhanê û watedayîna wî pir kûr e. Pêşdîtinên wî pir dûr û di cih de ne. Pîr pêşiya xwe dibîne û dide qezençkirin. Mînak dikare bi hêsanî 2 sal pêş xwe bibîne. Mînaka vê yekê şa şênber geşedanên li Şengale ye. Hêj navê rêxistina DAÎŞ'ê tune bû, bi awayekî cîddî têkildarî Şengalê hişyarî kiribû. Dema em li arşîvan binerin duh çi gotibû û piştre çi bû em dikarin bi hêsanî bibînin."
‘TU CARÎ HÊVIYA XWE WINDA NEKIR'
Mehmet Ocalan bibîr xist ku ji salên borî heta niha Ocalan der barê çareseriya pirsgirêka kurd a aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk de tu carî heviya xwe winda nekiriye û wiha bi dawî kir: "Di hevdîtina ewil de Serok gotibû 'Ger ku derfet bên dayîn, emê vê pirsgrêkê bi rêya demokratîk û li ser bingehê aştiya bi rûmet çareser bikin. 20 sal barî hêj li ser xet û fikra xwe ye. Di vê meseleyê de hevî û baweriya xwe tu car winda nekir. Di van hevdîtinan de dost, heval, gund, malbat û xizmên xwe yên nêzîk dipirsî. Der barê Fatma Ocalan û Havva Keser de nerîn û fikrên xwe gotin. Carekê Serok ji xwişka xwe Fatma re got 'Hûn çawa debara xwe dikin? Çiyê we heye. Çi tune?' Fatma jî got li gund darên wan ên fisteqan heye. Bax, baxçe û zeviyên wan hene. Bi çandiniyê debara xwe dikin. Li ser vê yekê Serok got ‘Her tiştê we heye. zêde gazincan nekin. Serok der barê hemû xizmên xwe yên li gund de xwedî agahî ye.
DI MILÊ RUH Û HIŞ DE TENTURISTIYA WÎ BÊTIR LI PÊŞ E
Ocalan di 20 salên li Îmraliyê de tu carî pirsgirêkên fîzîkî û bedenê dernexist pêş. Her dem ruh û hiş derxist pêş. Di her hevdîtinê de bi awayekî li ser xwe û bi moral û rû bi ken derket pêşberî me. Lê min her dem der barê tenduristiyê de pirs jê pirsîn. Wî jî got 'Ji bo min tenduristiya fîzîkî ne li pêş e. Ez di milê ruh û zîhnî de pir bi hêz û xurt im. Ev yek bêtir min bi hêz dike."
MA / Erdogan Alayumat