*Mehmet Ocalan ku di 20 salan de gelek caran li Îmraliyê birayê xwe û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ziyaret kir, ji hevdîtina ewil a bi Ocalan heta hevdîtina dawî sekna Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk vegot. Mehmet Ocalan wiha got: "Serok her dem heviya çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet diparêze. Hêj li ser heman xetê ye û bi hevî ye."
* Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO Sevîm Vural, diyar kir ku armanca wan ewe ku bêtir keda jinê bê xuyakirin û parastin û wiha got: "Em dixwazin erk û hêza jinê xurt bikin. Emê xwe bigînin hemû jinên hewldêr û kedkar."
* Îsal TMO beyî vîn û pêşniyarên rençberan li ber çavan bigire buhayekî kêm li genim birî. Ji ber hem bereketa genim kêm e û hem jî TMO buhayê kêm li genim birî, rençberên ku çandiniya genim kirine nikarin deynê mazot û gubre bidin.
* Endamê Heyeta Mirovên Aqîl Celalettin Can, bal kişand ser peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Lihevkirina Civakî û wiha got: "Ocalan li dijî berberiya civakî balê dikişîne ser lihevkirina civakî ya kûr û girîngiyê dide jiyana aştiyane ya bi hevre."
* Komeleay 10'ê Cotmehê ya Aştî û Piştevaniyê (10 Ekim-Der), wê di meha 44'emîn de li qada GAR'ê ya Trênê ku di 10'ê Cotmehê de DAIŞ'ê komkujî kir û 103 mirov kuştinş, kom bibin û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. (10:04)
* Komeleya Berê Zarok wê Mihrîcana Zarokên Sûrê di roja 4'emîn de berdewam bikin. (16.00-18.00)