ENQERE - Li navçeyên Etîmezgut, Çankaya û gelek navçeyên din ên Enqereyê ji ber barana zêde lehî rabû. Piştî lehî rabû 3 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan.
Şevê din li navçeyên navendî yên Enqereyê ji ber barana zêde lehî rabû. Di lehiyê de 3 kesan jiyana xwe ji des dan. Walitiya Enqereyê tekildarî lehiye daxuyanî da û diyar kir ku piştî nîvro li tevahiya bajarê Enqereyê ji ber barana zede lehî rabûye. Walîtiyê da zanîn ku li Navçeya Çankaya A. Arslan, li navçeya Etimesgutê M. Altinişik û M. Onder ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan.