AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari, diyar kir ku di vê pêvajoya ku bi Ocalan re hevdîtin tê kirin, operasyonên li dervê sinor encama polîtikaya bêçareseriyê ye. Farisogullari, destnîşan kir ku helwesta Neçirvan Barzanî rê li pêş dagirkerî û îmhayê vedike û xwest van polîtîkayênk xwe zelal bike.
Piştî Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan bi parêzeran re hevdîtin kir û bi rêya parêzeran peyama çareseriya demokratîk, aştiya bi rûmet, hêza nerm û lihevkirina civakî pêşniyar, Tirkiye li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê operasyona dersînor pêk anî. Di heman rojê de Serokomarê Iraqê Berhem Salîh li Tirkiye bi Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan re hevdîtin kir û piştre Necîrvan Barzanî bû Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê. Têkildarî geşedanên dawî Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari nirxandin kir. Farisogullari, bal kişand ser 7 xalên ku Oalan di 2'ê Gulanê de li Grava Îmraliyê bi rêya parêzeran pêşniyar kir û wiha got: "Ocalan diyar kir ku wî sekna xwe ya Newroza 2013'an bêtir kûr û firehtir kiriye. Danezana Newroza 2013'an ji bo Tirkiye pir girîng bû. Ocalan dîsa siyaseta demokratîk û çareseriya aqilane û hêza nerm pêşniyar dike. Ocalan, peyamê dide hikûmetê û hemû kesan. Ocalan bi ruhê 2013'an, ruhê çareseriya demokratîk digire dest. Dîsa diyar dike ku tu derdorê ev ruh baş fam nekiriye. Diyar dike ku hem dewletê, hem hikûmetê û hem jî hêsa siyaseta demokratîk dimeşîne ev peyam paş fam nekiriye."
Farisogullari, destnîşan kir ku yên tên ser îktîdarê di bêçareseriya Kurd de israr dikin û wiha axivî: “Nêzî 50 salin dewlet û îktîdar di nêzîkatiya çareseriya pirsgirêka Kurd de xwe dubare dike. Tundî û şereki bê wate dimeşîne. Carek din aşkere bû ku ev rêbaza şer û tundiyê li şûna pirsgirêkê çareser bike bêtir kûr dike. Tenê rêbaza çareseriya demokratîk li Tirkiye nehatiye ceribandin. Bandora Ocalan a li ser Siyaseta Kurd, Tirkiye û Rojhilata Navîn mezin e. Ocalan bi salan berê der barê rewşa Tirkiye u Rojhilata Navîn de tespîtên girîng kir. 7 xalên birêz Ocalan pêşniyar kir bala her kesî dikişîne. Hikûmet û dewlet jî vê yekê bi baldarî digirin dest. Lê li gorî xwe şirove dikin. Polîtikayên Tirkiye yên li Sûriye îflas kiriye. Li şûna çareser bike rêbaza krîz û kaosê pêş xistiye. Kurdan ji sala 2011’an heta niha bi DAIŞ'ê re şer kirin û DAIŞ têk birin. Tu armanca wan a perçekirina axê tune ye. Dijberî vê yekê yekîtiya axa welatan diparêzin. Divê her kes peyama Ocalan pir zelal fam bike û li gorî wê gavan bavêjin."
'POLÎTÎKAYÊN ÎNKAR Û ÎMHAYÊ ENCAM NEGIRTIN'
Farisogullari, bal kişand ser plana têkçûna gelê Kurd a piştî civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya 2014'an û lê zêde kir: “Kurdan êşên pir mezin dîtin. Lê tevî hemû êşên giran, Kurdekî jî li hemberî van êş û êrişan çong netewand. Li dijî polîtikayên înkar û îmhayê serî netewand. Tevî hemû polîtikayan Kurdan li Tirkiye, têkoşîna siyaseta demokratîk heta dawî meşiand û dixwaze aştiyek mayinde pêş bikeve. Tişta ji niha û şûnde bê kirin dive her kes guh bide bagn û peyamên Bir9êz Ocalan û tespîtên wî esas bigirin.
OPERASYONÊN DERVÊ SÎNOR ISRARA BÊÇARESERIYÊ YE
Farisogullari, operasyonên dervê sînor jî rexne kir û wiha bi dawî kir: “Bloka faşîst a AKP-MHP'ê û Ergenekona ku piştgiriyê dide wan, hêj di bêçareseriyê de israr dike. Dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne. Li aliyekî Birêz Ocalan pêşniyarên çareseriyê dike, li aliyê din li dervê sînor Herêma Federe a Kurdistanê operasyona eskerî li dar dixin. Kurdistana Başur axa welatekî din e. Ne hewşa Tirkiye ye. Di encamê de axa welateki din îşgal dikin. Navê vê yekê bi awayekî fermî û fîîlî dagirkerî ye. Di operasyona eskerî de gundan bombe dikin. Li dijî ax û qada jiyanê ya Gelê Kurd êrîşek pir berfireh e. Ev israra neçareseriyê û israra polîtîkayên şer ên 50 salî ne. Ji gundên Kobanê heta gundên Efrînê êrîşek berfireh heye. Em bang li hemû derdor û rêxistinên demokratik dikin ku li hemberî vê yekê denge xwe bilind bikin. Banga Birêz Ocalan a ji hêzên demokratîk re jî ev e. Divê herkes erk û berpirsiyariya xwe ya ji bo çareseriya demokratîk pêk bînin. Niha li Xakurkê operasyon heye. Armanca vê yekê ji bo hilbijartina 23'ê hezîranê bi dest bixe ye. Dixwaze di hilbijartinê de encam bistine. Hesta nijadperest û şoven ji nûve zindî kir. Ev hewldana dagirkeriyê ye. Navê vê yekê fermî û fîîlî dagirkerî ye. Dixwaze bi vê rêbazê encam bistîne.
‘DIVÊ BARZANÎ JI BO YEKÎTIYA NETEWEYA KURD GAVAN BAVÊJE'
Divê hikmeta Herêma Federe ya Kurdistanê xizmeta polîtîkayên şer ên Tirkiye neke. Em bang dikin û dibêjin; Axa we tê dagirkirin. Gelê we tê qetilkirin. Divê hûn xwedî helwestek bin. Divê birêz Neçirvan Barzani ji bo yekîtiya Neteweya Kurd rol bilîze. Divê bingaha yekitiya Kurd avabike."