EDENE – Kamyonvanên Edeneyê yên ji bihabûna mazot, parçeyên yêdek, barkêşiya bi destmiza kêm gilîker in, bang li Serokkomar Erdogan kirin û gotin: "Dev ji hilbijartina Stenbolê berde li aboriyê binêre."
Ji ber krîza ku aboriya Tirkiyeyê dijî bi girtina kargehan re her roj bi hezaran kes li artêşa bêkaran a Tirkiyeyê zêde dibin. Krîza ku ji pîşesaziyê bigire heta esnafên biçûk bandora xwe li herkesî dike, barkêş ji bi gazindin. Kamyonvanên edeneyê ku zebeş, petêx, îsot, firîngî, balîcan û genimê ku li axa bi xêr û bêr a Çûkûrovayê digihîjin, li kamyonên xwe bar dikin û dibin bajarên cuda, ji bihabûna mazot, parçeyên yêdek, barkêşiya bi destmiza kêm gilîker in.
Kamyonvanên ku li dijî bihayê lîtreya mazotê ya bi 6.33 TL'yî serî hil didin , ji ber krîza heyî nikarin bişixulin û debara xwe bikin. Li gel vê yekê jî gelek kesên ku dema pirsgirêgirêkên ku dijîn vedibêjin, ji ber rewşa welat a ne ewle naxwazin wêne û dîmênên xwe bidin.
'WELAT TOP AVÊTIYÊ LÊ HERKES BÊDENG E'
Kamyonvanên ku ji dayîna wêne û dîmenên xwe direvin rewşa têde dijîn bi van gotinan anîn ziman: "Li welat krîzeke micid heye. Mirov birçî ne, nikarin tiştekî bigirin. Her tişt li holê ye. Bihayê mazotê firiyaye. Mesrefa wesayîtê jî heye. Em di kirîna tekerê kamyonê de jî zorê dikîşînin. Her tişt bûye agir. Mirov çi dike pere diçe. Bila Serokkomar dev ji hilbijartina Stenbolê berde, li aboriyê binêre. Em di rewşeke şerpeze de ne û nikarin loqek nan bibin mala xwe. Herkes bi halê me ye. Kesê diaxive jî digirin dikin zindanan. Em êdî çi bibêjin! Welat top avêtiyê li herkes bêdeng e. Lewra tirs heye."
'EM KAR NAKIN'
Di nav kamyonvanan de Aydin Sarildag diyar kir ku di rewşeke dil peritandî de ne û wiha got. "Li gel mazota biha, cotek tekerekî kamyonê jî bûye 5 hezar TL. Ji her sefera ku dikim nêzî 600 hezar TL'yî pere digirim. Ji vî pereyî 50 TL'yî weke pereyê xeracê didim simsar û 350 TL'yî jî didim mazotê. Ji min re tenê 200 TL dimîne. Li Halê 2 rojan ji bo kar dimînim û pereyê mayî jî li vir dixwim. Em rip û rût dimînin. Rewşa me ev e. Tiştekî ji me re namîne, em kar nakin."
Sarildag da zanîn ku ji ber 2 hezar û 400 TL deynê xwe ranezandiye kamyona wî hatiye girêdan û ev tişt anî ziman: "Ji ber zêdebûna mesrefan û nekarina kar gelek hevalan kamyonên xwe firotin û dev ji karê barkêşiyê berdan."