AMED – Li navçeya Bismilê qamyoneta karkerên çandiniyê qelibî 5 jê giran 35 karker birîndar bûn.
Ji gundê Tepê yê girêdayî navçeya Bismila Amedê qamyoneta karkerên çandiniyê dibir navenda navçeyê di fetlanekê de qelibî. Hat ragihandin di kazaya trafîkê ya pêk hat de 5 jê giran 35 kesên jin û zarok jî di nav de hene birîndar bûn.
Birîndaran bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Amed û Bismilê.