NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatên Sûriye yên Kurd bi daxuyaniyekê operasyona Tirkiye ya li dijî axa Herêma Federe ya Kurdistanê şermezar kirin. Nûnerên partiyan gotin: “Em êrîşên dewleta Tirkiye şermezar dikin. Em bang li hemû partî û rêxistinêncivakî yên Kurdistanê dikin ku van operasyonê şermezar bikin."
Piştî civîna partiyên siyasî yên kurd ku li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, partiyan der barê kiryar û operasyonên TSK'ê ya li dijî Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye şerê li dervê sînor şermezar kirin. Daxuyaniya partiyan a hevpar wiha ye: "Berovajî nameya rêber Ocalan ku banga çareseriya aştiyane û demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê kir, di dema ku gelên herêmê û gelê Tirkiyê ew name bi rehetiyeke pir mezin pêşwazî kir, artêşa Tirk a dagirker dest bi êrîşan li dijî Başûrê Kurdistanê kir. Di êrîşên xwe de hemû cureyên çekan ji balafir û topan bi kar anîn.
Êrîşên wê rojane bi awayekî hovane li dijî gundên Kurdan ên ewle dewam dikin. Di encama wê de bi dehan şêniyên wan gundan şehîd bûn û birîndar bûn her wiha zirarê mezin gihaştin mal û milkên şêniyan.
Diyare ku Tirkiye bi êrîşên xwe şervanên ku li Kerkûkê, Mexmûr, Şengal û Kobanê û bi tawanên derew şerê şervanan, dike hedef. Di rastiyê de armanca dewleta Tirk ji êrîşan ku destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê ji beriya 30 salî ve bi dest xistine, tê bibe bêyî ku tu rêzdariyê wek dewleteke cîran bide serokatiya Iraqê û bi vê yekê hemû pîvan û zagonên navdewletî binpê dike.
Ev yek dijminatiya hikumeta AKP`ê yên bêsînor li dijiî gelê Kurd û desteftiyên neteweyî û dagirkirina Başûrê Kurdistanê diyar dike da ku êş û zehmetiyên Efrînê dubare bike.
Em wek nûnerên partiyên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Em bang li hemû partî û hêzên kurdistanî dikin ku ew jî vê yekê şermezar bikin. Em bang li hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku der barê dijminatiyê û sekinandina êrîşan bi hemû wesîleyên siyasî tedbîrên pêwîst bigirin. Em bang Ii civaka navdewletî û hemû rêxistinên navdewletî dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku êrîşan bisekinînin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî bi rêyên aştiyane, bixebitin. Em hişyariyê didin wan dewletan ku Tirkiyê bi kiryarên xwe yên dijminatiyê alîkariya hêzên radîkal dike û aştî û aramiya herêmê û tevahî cîhanê dixe xetereyê."
Partiyên ku daxuyaniya hevpar dan wiha ne: Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Selam a Demokratîk a Kurdistanê, El-Partî El-Demokratî El-Kurdistanî – Sûriye, Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Kobûna Netewî ya Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd a Sûrî, Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Teaxî ya Kurdistanê, Partiya El-Wehde ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekitî), Partiya Kedkaran a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (El-Partî), Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Nûjen a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Tevgera El-Islah (Sererastkirin)