COLEMÊRG – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Colemêrgê axivî û got HDP’ê bi stratejiya xwe ya hilbijartinê ders da rêveberên welat û dê di hilbijartina Stenbolê de dîsa dersê bidin AKP’ê.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan piştî serdanên li Qers û Îdirê derbasî Colemêrgê bû û serdana cejna Remezanê kir. Buldan û şandeya li gel wê li Qada Azadiyê ji aliyê welatiyan ve bi def û zirneyê hat pêşwazîkirin û heta avahiya HDP’ê meşiyan.
'LI CIHÊ KU ÊŞ LÊ HEBE CEJN TUNE YE’
Buldan li avahiya rêxistina bajêr axivî û got ev demek dirêje ew cejnê pîroz nakin û bi xemgînî pêşwazî dikin. Buldan wiha got: “Li cihê ku êş û mirin hebe, helbet li wir cejn nayê pîrozkirin. Hindik be jî ev cejnek ji yên din baştir bû. Lê dîsa jî me bi dil xemgînî pîroz kir. Hemû cejnên din di bin siya tecrîdê derbas bû. Wekîla ku we wê bijartibû ji bo rakirina tecrîdê bû pêşeng û 200 rojî li ber xwe da. Wekîla we Leyla Guven mohra xwe li berxwedanek dîrokî da. Em ji Colemêrgê silav û hezkirinên xwe jê re dişînin.”
'LEYLA GUVEN DÊ DI DEMEK KIN DE WERE COLEMÊRGÊ’
Buldan mîzgîniya dê Leyla Guven di demek kin de biçe Colemêrgê da û wiha got: “Di encama berxwedana Leylayan de li gel birêz Ocalan hevdîtinan dest pê kir. Tecrîd tenê ne li ser birêz Ocalan li ser tevahiya Tirkiyeyê hatiye sepandin. Tecrîd ferasetek ku hemû Tirkiyeyê îzole kiriye ye. Îro bi hezaran hevalên me di hepsan de ne. Lê me di çalakiyên greva birçîbûnê de dît heke em bixwazin em dikarin di gellek mijaran de biser bikevn.”
'STRATEJIYA ME DERS DA RÊVEBERÊN WELAT’
Buldan da zanîn ku qeyûm bi trîlyonan pere Colemêrgê xistiye bin deynan û gelê Colemêrgê di hilbijartina adarê de carek din da nîşandan ku feraseta qeyûman qebûl nake. Buldan destnîşan kir ku stratejiya partiya wan bandorek mezin li ser hilbijartina xwecihî kiriye û got: “HDP’ê bi stratejiya xwe ya hilbijartinê ders da rêveberên welat û dê di hilbijartina Stenbolê de dîsa dersê bide AKP’ê.”
Buldan piştî axaftina xwe bi şandeya li gel xwe çû serdana Şaredariya Colemêrgê.