Operasyona TSK'ê ya Bradostê û berxwedana Keleha Dim Dimê

  • rojane
  • 14:14 8 Hezîran 2019
  • |
img
DUHOK - Herêma Bradostê ku herêma Xakurkê ya çend roj berê TSK'ê li dijî wê operasyona eskerî li dar xist û xwest "Qada ewlehî ya eskerî" lê ava bike jî di navde ye; wekî destana Keleha Dim Dimê ji bo gelê kurd her dem bûye cihê parastinê. 
 
Operasyonên Hêzên Çekdard ên Tirk (TSK) ya li dijî axa Herêma Kurdistana Federe ku dikeve sêgoşeya Tirkiye Irak û Îranê bi salan e berdewam dike. TSK bi taybetî bi balafirên şer, tang û topan bi salan e li dijî herêma Bradost ku dikeve ser sînorê sêgoşeya Tirkiye, Iraq û Îranê, operasyonan li dar dixe. Li herêmê TSK piştî bombe dike bi helikopteran tîmên taybet û yekîneyên taybet sewqî wê herêmê dike. Piştî operasyona hewayî û esker sewqî herêmê kirin, di navbera yekîneyên TSK'ê û HPG’ê de şerê dijwar rûdide. Di 27'ê Gulanê de balafirên şer ên F-16 herêm bombe kir û bi helîkopteran yekîneyên tîmên taybet li herêma Gundên Kanîreşê, Xelifan û Sîran operasyon li dar xistin. Piştî balafiran herêm bombe kir, dahl, rez, bax û bostanên gundiyên herêmê zerarek mezin dîtin. Li herêmê cara duyemîn balafiran bombe kirin û sewalên welatiyan hatin kuştin. Welatiyan bertek nişanî hikumeta Tirkiyeyê da. Gundiyên herêmê diyar kirin ku armanca Tirkiye ewe ku herêmê bê mirov bihêle.
 
GOTINÊN ÇAVUŞOGLU 
 
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, di ziyareta Bexde û rêveberiya Herêma Kurdistan a Federe de aşkere ji rêvebera hikûmeta herêmê re gotibû "Armanca me em bi temamî hêza PKK'ê vir derxin. Ji bo vê yekê jî emê têkevin herêma Xakurkê. Emê herêmê têxin kontrola xwe. Piştî daxuyaniya wezîr Çavuşoglu, hikûmeta navendî û rêveberiya herêmê, bi piştgiriya Îranê, rê li pêş TSK'ê vekir. Piştî eskerên TSK'ê ket herêmê HPG’ê bersîv da wan. Bi mehan e şer li herêmê didome. Niha yekîneyên TSK'ê li 3 nokteyan bi cih bûne. Eskerên TSK'ê di 27'ê Gulana 2019'an de bi navê operasyona "Pençe" Xakurkê kirin hedefa xwe û balafirên şer ên F-16 ê lê xist. Ji wê demê heta niha çiya û gundên herêmê bombe dikin.
 
LI GEL TIRKIYE KDP Û ÎRAN JÎ KETIN NAVA TEVGERÊ
 
Serokomarê Iraqê Behrem Salih, Serokwezîr Adil Abdulmehdi hatin Enqereyê û bi Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan de hevdîtin kirin. Piştre  Neçirvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistana Federal hat hilbijartin. Piştî Neçirvan Berzanî bû Seroke Herêma Kurdistanê, TSK'ê di 27'ê Gulanê de li dijî Xakurkrê operasyona “Pençe” li dar xist. 35 balafirên şer F-16 herêm bombe kir. Li herêma Rubarokê ya Şemzînanê gelek esker bi cih kirin. Helikopteran gelek esker li ser nokteyên li ser sînor bi cih kirin. Li aliyekî eskerên TSK'ê li aliyê din gelek pêşmergeyên PDK'ê li herêma Sidêkan a navçeya Soran a Hewlerê bi cih bûn. Li vir baragehên eskerî ava kirin. Du roja duyemîn de hêzên rejîma Îranê herêma Asosê bombe kir. 
 
GIRÎNGIYA HERÊMA BRADOSTÊ 
 
Herêma Bradostê ku di sêgoşeya Îran, Iraq û Tirkiye de ye, di dîrokê de her dem ji bo Kurdan bûye warê parastinê. Dîsa ji bo gelê Kurd cihekî pir stratejik û ewle ye. Wekî deriyê ketina Rojhilata Navîn tê nasîn. Li dijî vê herêmê heta niha Rus, Îngilîz, Osmanî û Ewropa êrîşî vê herêmê kirin. Bradost, navê xwe ji eşîra ku li vir bi cih bûne digire. Perçeyek ji vê herêmê girêdayî herêmea Sidêkan a Navçeya Soran a Hewlerê ye. Beşa din girêdayî Bajarê Urmiye ya Îranê herêma Somaya Bradost e. Herêma Bradost di dîrokê de her dem rastî êrîşan hatiye û her dem kurd li vir parastine. Ev herêm ji bo gelê Kurd her dem bûye wekî stargeh û spartekgeh. Yek ji berxwedanên Kurdan ên li vê herêmê berxwedana Kelha Dim Dimê ye. 
 
Di sala 1609'an de Şah Abbas êrîşî herêmê kir. Begê Kurdan Xanê Lepzêrîn, li dijî êrîşan li Kelha Dim Dimê bi peqrewanî têkoşiya. Kurdan piştî li Kelha Dim Dimê li ber xwe da, Kurdên grêdayi eşîra Bradostê koçî herêma Bradost a Herêma Federe ya Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Osmanî de bûn kirin. Mîrê Bradost ê dawî Ebdullah Begê Bênarî, li Keleha Bênarî hikûmdar bû. Mîr Bênarî, di sala 1916'an de li dijî Rûsan rolek mezin lîst. Piştî rêberê berxwedana Simkoyê Şikakî  hat qetilkirin, gelek Kurdên herêma Bradostê koçî milê din ê sînorê Sîdekayê bûn. Wê herê ev herêm di bin dagirkeriya îngîlîztanê de bû. Wê demê herema Lolan, navenda herî bi hêz ya Şêx Reşîdê Bradostî (Lolanî) bû. Hem navenda siyasî û hem jî navenda olî bû. Piştî mirina Şêx Reşîdê Lolanî navendên olî derbasî Hewlêrê kirin. 
Herêma Bradost dî dîrokê de bû qada şerê di navbera Osmanî û Safeviyan, şerê di navbera Pers û ereban, Rûs û Îngîzan. Di salen 1915-16’an de Rûs û Îngilizan xwestin êrîşa vê axê ku di bin serweriya Osmanî de bûn bikin. Disa sala 1916'an de Rusan li herêma Rewanduzê komkujî kirin. Ev komkujî hêj di hafiza Kurdan de ye. Gelê Rewanduz û Bradostê hêj qala vê komkujiyê dikin û ev yek ji bîr nekirine. Ji ber vê yekê Bradost ji bo gelê kurd cihê parastin û berxwedanê ye. 
 
Dîsa Sîdekan a girêdayî navçeya Soran (Diyana) ya 144 km dûrî Hewlerê ye, di sala 1996'an de bi awayekî fermî bi Bradostê ve grêdan. 
 
Erdkolog û diroknasan li herêma Bradostê di sala 2017'an de lêkolîn kirin û nêzî 50 berhemên berhemên nû yên şûnwariyê keşf kirin. 
 
Arkeolog û dîroknas Dr. Zêdan Bradostî, diyar kir ku li herêmê 9 keleh, 5 koşk, 24 goristan, 2 mizgeft, û 3 dêr hene. Rêveberê Komîteya Warên Dîrokî ya Soran Ebdulvehab Silêman jî anî ziman ku herêma Soran cihkî dîrokî û çandî ye û erdnîgariyek gelek girîng e. 
 
 
Dîroknas û rewşenbiran diyar kirin ku TSK bi van operasyonan dixwazin bi temamî li herêmê bi cih bibin. Rewşenbiran anîn ziman ku TSK dixwaze li herêma Bradost a ku Xakurk jî dinava axa wê de ye bicih bibin û her tiştî têxin bin kontrola xwe. Li herêmê hezar û 500 gund û gundik hatine valakirin û hêzî 50 hezar sewal hatinetelefkirin. Armanc dikin ku bi vê yekê herêma ewle a eskeriyê ava bikin û vê herêmê bê mirov bihêlin. 
 
Gelê Bradostê bang li hemû gelê Kurd kir û xwest wekî berxwedana Gelha Dim Dimê li ber xwe bidin û destûr nedin dagirkeriya axa wan. 
 
MA / Erdogan Altan
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/06/2019
13:48 Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
13:38 Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dan
13:27 Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran HDP’ê ziyaret kir
13:19 Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da
13:10 Navenda Sêrt li 6 bajaran serdegirtinên malan
11:57 Bav du keçên xwe birîndar kir
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Li Heskîfê piştî 3 salan mîhrîcana bêyî Îmam Abdullah
11:37 Li Manîsa jinek mirî hat dîtin
11:24 Girtina qapaxên Bendava Ilisû taloq kirin
10:20 Li Edeneyê derbarê 56 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:01 Gergerlîoglu: Li Kocaelî ne şewat komkujî çêbû
09:34 Li Farqînê êrîşa moşekî: 2 kes birîndar bûn
09:26 Malbata sûriyeyî ku rastî êrîşê hat mala xwe terk kir
09:15 Ocalan: Bi operasyona Xakurkê, mudaxileyî yekîtiya kurdan tê kirin
09:14 Hilberîner ji ber qedexeya li ber îxracatkirina arvan tengav bûne
09:13 Qeyûm 10 milyon û 380 hezar TL li çi xerç kir?
09:13 OHD: Girtî li cihê sterîl nehatin tedawîkirin, hin kes nehatin sewqkirin
09:12 Malbata girtiyê kor bû: Ji bo tedawîkirinê divê bê berdan
09:11 Bi nanê sêlê debara xwe dikin
09:10 Dîmenên kêliya ku polîsan Hantaş kuşt derket holê
09:02 Di qezaya Otobusê de 4 kes mirin û 42 kes birîndar bûn
09:00 Dema palehiyê dest pê kir: Cotkar bi gazinc in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2019'AN
10/06/2019
21:45 Li Amedê Forûma Xebatên Zarokan hat lidarxistin
16:59 Meclîsa şaredariyê biryarên qeyûm ên dewirkirina neguhêzbarên şaredariyê betal kir
16:33 Brûskê avêt û agir bi zeviyan ket
16:19 Şaredariya Erxenê civîna meclisê ji gel re vekirî li dar xist
16:05 Parlementerên HDP’ê piştî greva birçîbûn bi gulan hatin pêşwazîkirin
15:58 Surucu ya HDP’î, îşkenceya li Xelfetê ji Soylû pirsî
15:44 Li Antalya balafira perwerdehiyê ket: Kesek mir
15:29 Piştî civîna Wezîrên Elman û Îranê daxuyanî hat dayîn
14:52 Çima destûr dan cenazeyê Abdulbasit El Sarut
14:42 Ebrû Guney: Bila meclîs îşkenceya li Gundê Derto lêkolîn bikin
14:41 Kûrtûlan bersiva da gotina Yildirim a 'Kurdistan': Kurd baş dizanin, biçe ji Qesrê re vebêje
14:40 Hevşaredarên Amedê û Wanê cejna xebatkaran pîroz kirin
14:00 ‘44 meh in êşa dilê me xelas nebûye’
13:48 Yek ji armanca operasyona Bradostê 'Birakujî' ye
12:59 Gunay: Çima kîlît teslîm kirin lê hêj xanî teslîm nekirine?
12:30 Şirîkatiya Rûsya Tirkiye li Idlibê ruh didin
11:05 Di Gulanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
10:30 Çavûşoglû ji bo tevlî merasîma sondxwarina Berzanî bibe çû Hewlêrê
10:29 Tevgera Azadî dibe partî
10:29 Birûskê lêda û bi sedan donim zeviyê ceh û genim şewitî
09:50 Neçîrvan Berzanî îro sond dixwe
09:47 Divê kes nebe hevkarê dagirkeran
09:35 Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Maas li Îranê ye
09:10 'Ocalan balê dikişîne ser girîngiya jiyana aştiyane'
09:09 TMO beyî vîna rençberan buhayê genim diyar kir
Rençber: Em nikarin deynê mazot û gubre bidin
09:08 ‘Em armanc dikin xwe bigînin hemû jinên hewldêr
09:07 Mehmet Ocalan pergala 20 salan a Îmraliyê vegot
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:22 Li Enqere lehî rabû: 3 kes mirin
09/06/2019
15:17 Leyla Guven tabûrcû bû: Ezê hîn xurttir vegerim
15:05 Mîhrîcana Keda Jinê dê di 28’ê Hezîranê de dest pê bike
15:04 HDP'ê 3 HDP'iyên ku Hizbullahê ew kuştin bibîr anîn
12:44 Zarok li Baxçeyê Hevselê derketin meşa xwezayê
12:13 Nifûsa Efrînê diguherînin: 60 hezar endamên Heyet Tehrîr El-Şam anîn Efrînê
11:58 Serokê Iraqê: Em amadene ku navbeynkariya DYA û Îranê bikin
11:55 Farisogullari: Divê Neçirvan Barzanî helwesta xwe zelal bike
11:15 Hevşeredarên Qersê: Emê ji bo tûrîzma baweriyê gav bavêjin
09:17 Şaredariya Cizîrê şahiyeke bi coş a muzikê li dar xist
09:16 Têkildarî şewata fabrîqeyê ku 4 penaber têde mirin 2 kes hatin girtin
09:16 Prz. Şakar: Divê her aştîxwaz di nava pêvajoya aştiyê de cih bigire
09:15 Dayika eskerê di destê HPG'ê de: Dewlet 4 salin dibêjin 'Sebir bikin'
09:06 Rençberên Pirsûsê ji ber qanalên avê bêzar in
09:04 Parêzerê qeyûm çûye giliyê şaredariya Cizîrê kiriye
09:01 Kamyonvanên Edeneyî bang li Erdogan kirin: Dev ji hilbijartina Stenbolê berde li aboriyê binêre
09:00 ROJEVA 09'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08/06/2019
17:45 Kurd darizandina DAIŞ`ê ya li derveyî Sûriyê qebûl nakin
16:26 Qamyoneta karkeran qelibî: 35 karker birîndar bûn
16:16 'Girtiyên nexweş Beceriklî û Karasayli serbest berdin'
16:15 Welatiyê li Licê hatibû binçavkirin hat girtin
16:11 Ji Heskîfê bang kirin: Ji bo Heskîfê ne dereng e
15:32 Temellî: Niha jî dem dema çareseriya demokratîk e
15:30 Partiyên Bakur û Rojhilatên Sûriye operasyona Tirkiye ya başûr şermezar kirin
15:15 Xizmên windayan daxwazên xwe dubare kirin
14:53 Buldan: Stratejiya me dersê da rêvebirên welat
14:28 Li Şirnexê bi binasiya 'butçeya kêm' înşaata 13 dibistanan rawestandin
14:27 '38 sal in êşa me qet kêm nebûye’
14:14 Operasyona TSK'ê ya Bradostê û berxwedana Keleha Dim Dimê
13:31 HDP’iyan xistin ber lêpirsîna ‘bi fermanê’ goristan ziyaret kirine
12:54 Rojnamegeran Hafiz Akdemîr li cihê hat kuştin bibîr anî
12:22 Koçyîgît: Gelê herêmê rûyê AKP’ê ji rastiya Sûr, Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê dinasin
12:21 Wesayîteke LPG'î teqiya
12:08 Pirtûka “Kurdgalnamek” piştî soranî bi kurmancî derket
10:55 Gaydali yê HDP'î: Kurd wê di 23'ê Hezîranê de bersîv bidin
10:37 Balafirên şer çoltara Lice bombe kirin
09:57 Kurtulan a HDP’î: Gotina Yildirim a Kurdistan pêkenok e
09:13 Kanî Beko: Ya esil ew e aştiyek mayînde pêk were
09:10 Wekîlê berê yê ANAP'ê Erdogmuş: Hevsengiya dema nû dê Sûriye diyar bike
09:09 ‘Em ji tirsa îşkenceyê nikaribûn biçin daşirê jî’
09:09 Tuma Çelîk: Divê deklarasyona 2013’an bikeve meriyetê
09:08 Nekropola ji bo wê 26,5 milyon lîre hat xerckirin bûye cihê tiryakkêşan
09:07 Cotkar di zorê de ne: Nikarin deyne bankayan û heqê karkeran bidin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2019'AN
07/06/2019
21:46 Festîvala Zarokan a Sûrê dest pê kir: Li dijî pişaftinê dê zarokan bînin gel hev
20:59 Li Bedlîsê bêtehamuliya li dijî tabelayên kurdî didome
19:22 Têkildarî şewata ku 5 karker mirin 2 kes hatin binçavkirin
19:09 Li dijî Til Rifet topbaran tê kirin