Koçyîgît: Gelê herêmê rûyê AKP’ê ji rastiya Sûr, Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê dinasin

img

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, bal kişand ser armanca gotina Namzetê AKP-MHP'ê yê Şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim ya "Memûsê Kurdistanê" û wiha got: “Gelê Kurd rastiya AKP’ê ji Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Sîlopiya nas dike. Her çend bixwazin bi 2 gotinên kurdî xwe şêrîn bikin jî êdi nikarin dilê gelê kurd û dengê gelê kurd qezenç bikin." 

 
Polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd, ji hilbijartinê heta hilbijartinek din tê guhertin. Dîsa polîtîkayên AKP'ê yên li hemberi gelê kurd piştî hilbijartinê û beriya hilbijartinê ji hev cuda ne. AKP bêtir li ser esasê çawa dengê Kurdan qezenç bike nêzî Kurdan dibe. Piştî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî stratejiya hilbijartina 31'ê  ya “Emê li Kurdistanê qezenç bikin û li Rojava bidin windakirin" aşkere kir, Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan li dijî vê gotinê derket û got 'Cihekî bi navê Kurdistanê li welatê min tune. Li Iraqê Kurdistan heye. Bila bicehemin û biçin' û rastiya xwe ya li hemberî Kurd û Kurdistanê anîbû ziman. Gelê kurd bertekên hişk nîşanî vê yekê dabûn. Piştî AKP di hilbijartina 31'ê Adarê de têk çû û AKP'ê Stenbol winda kir, ji bo di hilbijartina 23'ê Hezîranê de dîsa denrgê Kurdan qezenç bike vê carê zimanê xwe yê li hemberî Kurdan guhert. Namzetê AKP-MHP'ê Bînalî Yildirim piştî di 31'ê Adarê de winda kir vê carê ji bo di 23'ê Hezîranê de dengê kurdan di dest bixe zimanê xwe yê li hemberî Kurdan guhret. Hin caran got Kurd jî netew in zimanê wan heye û divê bi zimanê xwe bi axivin. hin caran jî dibêje Kurd û hemû neteweyên din wek hev. Herî dawî di 6'ê Hezîranê de çû Amedê û got 'Memûsa Kurdistanê' û bi kurdî axivî. Bertekên gel, siyasetmedar û rewşenbirên Kurd ên li dijî Bînalî Yildirim zêde dibin. 
 
 
ERDOGAN GOT ‘TUNE' YILDIRIM GOT ‘HEYE' 
 
Yildirim, pişti hat Amedê li Amede got "Memûsa Kurdistanê" û bi vî rengî hebûna Kurdistanê qebûl kir. Lê beriya hilbijartinê  Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan jî gotibû Kurdistan tune. Hevberdevka HDK'ê û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, bal kişand ser armanca gotina Namzetê AKP-MHP'ê yê Şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim ya "Memûsê Kurdistanê" û wiha got: “Gelê Kurd rastiya AKP’ê ji Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Sîlopiya nas dike. Her çend bixwazin bi 2 gotinên kurdî xwe şêrîn bikin jî êdi nikarin dilê gelê kurd û dengê gelê kurd qezenç bikin. Êdî AKP dizane bêyî dengê gelê Kurd nikare qezenç bike. Serokomar Erdogan berîya hilbijartina 31'ê Adarê ji hilbijêrên Kurd û HDP'ê re çi gotin Kurd vê yekê ji bîr nakin. Di asta herî jor de dijmnantiya Kurd kirin. Hewl dan bi dengê nijadperest hilbijartinê qezanç bikin. Lê AKP têk çû. Niha hilbijartina Stenbolê di 23'ê Hezîranê de nû dibe. AKP piştî dît winda dike vê carê dixwazin xwe bi kurdan şêrîn bikin. Dizanin ku êdî bêyî dengê Kurdan nikarin qezenç bikin. Hewl didin Kurdan îkna bikin. Tên li herêmê digerin û bi pêşengê Kurdan re hevditin dikin. Ziyareta Amedê jî bi vê armancê bû." 
 
'AKP SIYASETA BÊ HESTÎ DIKE' 
 
Koçyigit, bal kişand ser siyaseta AKP’ê û wiha axivî: "Van gotinên wan nîşan da ku AKP çiqas siyaseta bê hestî, bê rêgez û bê sinc dimeşîne. Yanî mirovan dengê wekî hilbijêr dibine. Hin caran ziman, çand û nasname înkar dike û hin caran jî ji bo dengê wan bistîne qebûl dike. AKP wisa difikire ku êdî wê bi çend gotinên şêrîn dengê Kurdan ji wan bistîne. Lê êdî kurd bi çend gotinên şêrîn û xweşik naxapin. Diçe li Amedê bi Kurdî dibêje ‘Çawanin’, ‘Mebûsa Kurdîstanê" û dixwazin xwe bi kurdan şêrîn bikin. 
 
LI ALIYEKÎ QALA KURDISTANÊ DIKIN LI ALIYE DIN TABELAYÊN KURDÎ DADIXIN
 
Li aliyekî Binali Yildirim li Amedê bi kurdî di axive û qala Mebûsa Kurdistanê dike, li aliyê din Şaredariya AKP’î ya Bedlisê tabelayên Kurdî radike. Ev nîşan dike ku nasname, ziman û çanda Kurdan qebûl nakin. Dixwazin bê nasname bihêlin û tune bikin. Dixwazin Kurdê serî li ber wan ditewîne ava bikin. Mînaka Bedlisê pir dilêş e. Hem şaredar Kurd e û hem jî tabelaya Kurdî dadixe." 
 
GEL RASTIYA SÛR, NISÊBÎN Û CIZÎRÊ DIZANE
 
Gulistan Kiliç Koçyigît, da zanîn ku gelê Kurd rastiya Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Sîlopî ji bîr nake û wiha bi dawî kir: "Kurdan di hilbijartina 31'ê Adarê de deng nedan AKP’ê û bersîvek baş da. Gelê Kurd wê di 23'ê Hezîranê de jî bersîvek baş bide AKP'ê. Rastiya ruyê AKP'ê di daxistina tabelayên Kurdî yên Bedlis û Tetwanê de veşarî ye. Ruye rast ê AKP'ê di gotina "Kurdastan tune' de veşarî ye. Rastiya AKP’ê di Sûr, Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê de veşarî ye. Ger ku hûn dixwazin dil û denge kurdan qezenç bikin divê divê hûn nasname, hebûn û nirxên kurdan qebûl bikin û bi makeqanûnan mîsoger bikin." 
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 

Sernavên din

11/06/2019
13:48 Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
13:38 Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dan
13:27 Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran HDP’ê ziyaret kir
13:19 Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da
13:10 Navenda Sêrt li 6 bajaran serdegirtinên malan
11:57 Bav du keçên xwe birîndar kir
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Li Heskîfê piştî 3 salan mîhrîcana bêyî Îmam Abdullah
11:37 Li Manîsa jinek mirî hat dîtin
11:24 Girtina qapaxên Bendava Ilisû taloq kirin
10:20 Li Edeneyê derbarê 56 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:01 Gergerlîoglu: Li Kocaelî ne şewat komkujî çêbû
09:34 Li Farqînê êrîşa moşekî: 2 kes birîndar bûn
09:26 Malbata sûriyeyî ku rastî êrîşê hat mala xwe terk kir
09:15 Ocalan: Bi operasyona Xakurkê, mudaxileyî yekîtiya kurdan tê kirin
09:14 Hilberîner ji ber qedexeya li ber îxracatkirina arvan tengav bûne
09:13 Qeyûm 10 milyon û 380 hezar TL li çi xerç kir?
09:13 OHD: Girtî li cihê sterîl nehatin tedawîkirin, hin kes nehatin sewqkirin
09:12 Malbata girtiyê kor bû: Ji bo tedawîkirinê divê bê berdan
09:11 Bi nanê sêlê debara xwe dikin
09:10 Dîmenên kêliya ku polîsan Hantaş kuşt derket holê
09:02 Di qezaya Otobusê de 4 kes mirin û 42 kes birîndar bûn
09:00 Dema palehiyê dest pê kir: Cotkar bi gazinc in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2019'AN
10/06/2019
21:45 Li Amedê Forûma Xebatên Zarokan hat lidarxistin
16:59 Meclîsa şaredariyê biryarên qeyûm ên dewirkirina neguhêzbarên şaredariyê betal kir
16:33 Brûskê avêt û agir bi zeviyan ket
16:19 Şaredariya Erxenê civîna meclisê ji gel re vekirî li dar xist
16:05 Parlementerên HDP’ê piştî greva birçîbûn bi gulan hatin pêşwazîkirin
15:58 Surucu ya HDP’î, îşkenceya li Xelfetê ji Soylû pirsî
15:44 Li Antalya balafira perwerdehiyê ket: Kesek mir
15:29 Piştî civîna Wezîrên Elman û Îranê daxuyanî hat dayîn
14:52 Çima destûr dan cenazeyê Abdulbasit El Sarut
14:42 Ebrû Guney: Bila meclîs îşkenceya li Gundê Derto lêkolîn bikin
14:41 Kûrtûlan bersiva da gotina Yildirim a 'Kurdistan': Kurd baş dizanin, biçe ji Qesrê re vebêje
14:40 Hevşaredarên Amedê û Wanê cejna xebatkaran pîroz kirin
14:00 ‘44 meh in êşa dilê me xelas nebûye’
13:48 Yek ji armanca operasyona Bradostê 'Birakujî' ye
12:59 Gunay: Çima kîlît teslîm kirin lê hêj xanî teslîm nekirine?
12:30 Şirîkatiya Rûsya Tirkiye li Idlibê ruh didin
11:05 Di Gulanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
10:30 Çavûşoglû ji bo tevlî merasîma sondxwarina Berzanî bibe çû Hewlêrê
10:29 Tevgera Azadî dibe partî
10:29 Birûskê lêda û bi sedan donim zeviyê ceh û genim şewitî
09:50 Neçîrvan Berzanî îro sond dixwe
09:47 Divê kes nebe hevkarê dagirkeran
09:35 Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Maas li Îranê ye
09:10 'Ocalan balê dikişîne ser girîngiya jiyana aştiyane'
09:09 TMO beyî vîna rençberan buhayê genim diyar kir
Rençber: Em nikarin deynê mazot û gubre bidin
09:08 ‘Em armanc dikin xwe bigînin hemû jinên hewldêr
09:07 Mehmet Ocalan pergala 20 salan a Îmraliyê vegot
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:22 Li Enqere lehî rabû: 3 kes mirin
09/06/2019
15:17 Leyla Guven tabûrcû bû: Ezê hîn xurttir vegerim
15:05 Mîhrîcana Keda Jinê dê di 28’ê Hezîranê de dest pê bike
15:04 HDP'ê 3 HDP'iyên ku Hizbullahê ew kuştin bibîr anîn
12:44 Zarok li Baxçeyê Hevselê derketin meşa xwezayê
12:13 Nifûsa Efrînê diguherînin: 60 hezar endamên Heyet Tehrîr El-Şam anîn Efrînê
11:58 Serokê Iraqê: Em amadene ku navbeynkariya DYA û Îranê bikin
11:55 Farisogullari: Divê Neçirvan Barzanî helwesta xwe zelal bike
11:15 Hevşeredarên Qersê: Emê ji bo tûrîzma baweriyê gav bavêjin
09:17 Şaredariya Cizîrê şahiyeke bi coş a muzikê li dar xist
09:16 Têkildarî şewata fabrîqeyê ku 4 penaber têde mirin 2 kes hatin girtin
09:16 Prz. Şakar: Divê her aştîxwaz di nava pêvajoya aştiyê de cih bigire
09:15 Dayika eskerê di destê HPG'ê de: Dewlet 4 salin dibêjin 'Sebir bikin'
09:06 Rençberên Pirsûsê ji ber qanalên avê bêzar in
09:04 Parêzerê qeyûm çûye giliyê şaredariya Cizîrê kiriye
09:01 Kamyonvanên Edeneyî bang li Erdogan kirin: Dev ji hilbijartina Stenbolê berde li aboriyê binêre
09:00 ROJEVA 09'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08/06/2019
17:45 Kurd darizandina DAIŞ`ê ya li derveyî Sûriyê qebûl nakin
16:26 Qamyoneta karkeran qelibî: 35 karker birîndar bûn
16:16 'Girtiyên nexweş Beceriklî û Karasayli serbest berdin'
16:15 Welatiyê li Licê hatibû binçavkirin hat girtin
16:11 Ji Heskîfê bang kirin: Ji bo Heskîfê ne dereng e
15:32 Temellî: Niha jî dem dema çareseriya demokratîk e
15:30 Partiyên Bakur û Rojhilatên Sûriye operasyona Tirkiye ya başûr şermezar kirin
15:15 Xizmên windayan daxwazên xwe dubare kirin
14:53 Buldan: Stratejiya me dersê da rêvebirên welat
14:28 Li Şirnexê bi binasiya 'butçeya kêm' înşaata 13 dibistanan rawestandin
14:27 '38 sal in êşa me qet kêm nebûye’
14:14 Operasyona TSK'ê ya Bradostê û berxwedana Keleha Dim Dimê
13:31 HDP’iyan xistin ber lêpirsîna ‘bi fermanê’ goristan ziyaret kirine
12:54 Rojnamegeran Hafiz Akdemîr li cihê hat kuştin bibîr anî
12:22 Koçyîgît: Gelê herêmê rûyê AKP’ê ji rastiya Sûr, Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê dinasin
12:21 Wesayîteke LPG'î teqiya
12:08 Pirtûka “Kurdgalnamek” piştî soranî bi kurmancî derket
10:55 Gaydali yê HDP'î: Kurd wê di 23'ê Hezîranê de bersîv bidin
10:37 Balafirên şer çoltara Lice bombe kirin
09:57 Kurtulan a HDP’î: Gotina Yildirim a Kurdistan pêkenok e
09:13 Kanî Beko: Ya esil ew e aştiyek mayînde pêk were
09:10 Wekîlê berê yê ANAP'ê Erdogmuş: Hevsengiya dema nû dê Sûriye diyar bike
09:09 ‘Em ji tirsa îşkenceyê nikaribûn biçin daşirê jî’
09:09 Tuma Çelîk: Divê deklarasyona 2013’an bikeve meriyetê
09:08 Nekropola ji bo wê 26,5 milyon lîre hat xerckirin bûye cihê tiryakkêşan
09:07 Cotkar di zorê de ne: Nikarin deyne bankayan û heqê karkeran bidin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2019'AN
07/06/2019
21:46 Festîvala Zarokan a Sûrê dest pê kir: Li dijî pişaftinê dê zarokan bînin gel hev
20:59 Li Bedlîsê bêtehamuliya li dijî tabelayên kurdî didome
19:22 Têkildarî şewata ku 5 karker mirin 2 kes hatin binçavkirin
19:09 Li dijî Til Rifet topbaran tê kirin