BEDLÎS - Parlamenterê HDP'ê yê Bedlisê Mahmut Celadet Gaydali, bertek nîşanî rakirina tabelayên Kurdî yên Betlis û Tetwanê da û wiha got: "Gelê Kurd êdî wê di 23'ê Hezîranê de bersîva pêwist bide AKP'ê."
Bertek û nerazîbûnên li dijî rakirina tabelayên navê Kurdî yên Şaredariyên Bedlis û Tetwanê zêde dibin. Parlamenterê HDP'ê yê Bedlisê Mahmut Celadet Gaydali, bertek nîşanî rakirina tabelayên Kurdî yên Betlis û Tetwanê da û wiha got: "Gelê Kurd êdî wê di 23'ê Hezîranê de bersîva pêwist bide AKP'ê. Rakirina tabelayên kurdî heqareta herî giran a li gelê Kurd e. Gelê Bedlisê wê bersîva pêwist bide. Di serdema qeyûm de jî ev tabela nehatin daxistin. Lê niha Şaredarê AKP'ê van tabelayan dadixe. Ev ji qeyûm zalîmtir in. Şaredarê Bedlisê hem "Kurd" e û hem jî bi dengê Kurdan hatiye hilbijartin. AKP'ê ewil got 'Me kurdî serbest kiriye. Her kes dikare bi kurdî bi axive. Rakirina van tabelayan nîşan dide ku çiqas ne samimî ne. Ez li meclisê ewil bi îngîlîzi axivîm, piştre bi Kurdî axivîm. Piştre min li girtekê nerî îngîlîzî tev derbasî girtekê kiribûn. Lê kurdî 'x-zimanê nayê zanîn" nivîsibûn. Ev nîşan dide ku di mijara kurd û kurdî de qet ne samîmî ne. Niha Kurdî wekî zimanê nayê zanîn qebûl dikin. Lê Kurd wê di 23'ê Hezîranê de bersîva wan bidin wan."
MA / Cemîl Ugur