Kurtulan a HDP’î: Gotina Yildirim a Kurdistan pêkenok e

img

ENQERE – Parlamenter û Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, bal kişand ser gotina Bînalî Yildirim a “Kurdistan û Dersim” û wiha got: "Ev gotina Yildirim gotimek pêkenok e. Hemû kolan pê dikenin. Hemû pêşniyarnameyên me yên peyve Kurdistan di navde hene, tev bi hinceta 'Qibe, dişkîne, birîn dike' tên dîtin û red dikin. Bînalî Beg dema Serokê meclîsê bû red dikir, niha jî bi xwe dibêje Kurdistan." 

 
Namzetê AKP- MHP’ê yê Şaredariya  Bajarê Mezin a Stembolê (ÎBB) Binali Yildirim, di 6'ê Heziranê de li Amedê hem bi kurdî axivî û hem jî got "Mebûsa Kurdistanê" li aliyê din Serokomar Erdogan beriya hilbijartinê digot cihekî bi navê Kurdistanê tune. Dîsa piştî hilbijartinê ligel biryara meclîsa Dersimê, navê Dersimê qebûl nekirin. Dîsa tabelaya kurdî ya Bedlîs û Tetwanê daxistin. Balkêş e Yildirim beriya hilbijartina Stenbolê hat Amedê û Rihayê û li dengan digere. Ji bo dengan ji Kurdan bistînin xwe şêrîn xuya dikin. Hem bu kurdî gel silav dike û hem jî bi Kurdî cejnê pîroz dike. Lê dema Bînali Yildirim bi kurdî axivî her kesî dizanîbû ku armanc û nêta wî ne Kurdistan û kurdî ye. Li kolanên Amedê bertekên li dijî vê yekê gelek zêde bûn û tu kesî ev gotinên wî ji dil nedîtin. Têkildarî mijarê Parlamenter û Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, bal kişand ser gotina Bînalî Yildirim a “Kurdistan û Dersim” û wiha got: "Ev gotina Yildirim gotimek pêkenok e. Hemû kolan pê dikenin. Hemû pêşniyarnameyên me yên peyve Kurdistan di navde hene, tev bi hinceta 'Qibe, dişkîne, birîn dike' tên dîtin û red dikin. Bînalî Beg dema Serokê meclîsê bû red dikir, niha jî bi xwe dibêje Kurdistan. Gotinên Yildirim ji bo di hilbijartina 23'ê Hezîranê de dengan kom bike ye. Di her serdema hilbijartinê de îktîdar zimanê xwe nerm dike û dixwaze dengê Kurdan bistîne. Balê dikişînin ser pirsgirêka kurd û zimanê Kurdî. Pir aşkere ye her gotinên wî ji bo di hilbijartina Stenbolê de bi ser bikevin û ne ji dil e. Kurdan gelek caran şens daye AKP’ê. Lê AKP'ê her dem ev yek li dijî kurdan bikar anîye." 
 
LI DIJÎ KURD Û KURÎ BÊ TEHAMULÎ LI HER DERÊ HEYE'
 
Kurtulan, destnîşan kir ku gotina tenê ji bo hilbijartinê ji bo dilê Kurdan xweşk bike encam nagirin û wiha got: “Hêj hefta borî tabela navê Dersîmê daxistin. Dema gelê Dersimê li navê Dersîmê xwedî derketin rastî gefan hatin. Dîsa li Bedlîs û Tetwanê tabelayên Kurdî daxistin. Dema me li Kursiya Meclîsê got erdnîgariya bi navê Kurdistanê neteweyê bi navê Kurd hene û zimanê vî neteweyî Kurdî ye em rastî bertekên pir hişk hatin. Dîsa dema me li Kursiya Meclîsê 2 gotinên Kurdî gotin em rastî bertekan hatin. Lê niha beriya hilbijartina Stenbolê diçin li Amedê bi kurdî di axivin û dibêjin Kurdistan. Gotina Mustafa Kemal a Memûsa Kurdistanê dubare dikin. Kurd ji xwe vê yekê dizanin. Kurd êdi bi van gotinên wan naxapin. Niha axa ku Kurd lê dijî piranî qedexe ye. Zimanê Kurdî qedexe ye. Li dijî Kurd û Kurdî bê tehamulî heye. Êdîşî destkeftiyên Kurdên Rojava dikin. Dema kurd daxwazên xwe yên rewa tînin ziman rastî tundiya pir zêde tên. Binçavkirin, îşkence û girtin di asta herî jor de ye. Hilbijartinên em bi ser dikevin betal dikin. Qeyûm tayînî şaredariyên me dikin. Lê niha Bînalî Yildirim diçe li Kurdistanê dengan dixwaze. Kurt vê yekê qebûl nakin. Gelê Kurd êdî pir zahe û hişyar e. Lê agahiya Bînalî ji zanebûna Kurdan tune ye. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Dengê Kurdan ên bidin Yildirim tune ye. Heta niha pêşniyarên me yên peyve Kurdistan têre derbas bûn tev red kirin û tahammul nekirin û red kirin. Niha jî Bînalî Beg diçe dibêje Kurdistan. Gelê Kurd li kolanan pê dikenin û pêkenok dibînin. Rojnameyên Kurdî, Qursên Kurdî dibistanên Kurdî tev girtin. Rojnamegerên Kurt tên darizandin. Tu projeyên AKP'ê yên ji bo Kurd, Kurdî û gelê Kurd tune ye. Ji ber vê yekê Gotina Bînali Yildirim a Kurdistanê ne ji dil e. Tu kes ji vê yekê bawer nake." 
 
MA / Berîvan Altan
 
 

Sernavên din

11/06/2019
13:48 Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
13:38 Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dan
13:27 Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran HDP’ê ziyaret kir
13:19 Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da
13:10 Navenda Sêrt li 6 bajaran serdegirtinên malan
11:57 Bav du keçên xwe birîndar kir
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Li Heskîfê piştî 3 salan mîhrîcana bêyî Îmam Abdullah
11:37 Li Manîsa jinek mirî hat dîtin
11:24 Girtina qapaxên Bendava Ilisû taloq kirin
10:20 Li Edeneyê derbarê 56 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:01 Gergerlîoglu: Li Kocaelî ne şewat komkujî çêbû
09:34 Li Farqînê êrîşa moşekî: 2 kes birîndar bûn
09:26 Malbata sûriyeyî ku rastî êrîşê hat mala xwe terk kir
09:15 Ocalan: Bi operasyona Xakurkê, mudaxileyî yekîtiya kurdan tê kirin
09:14 Hilberîner ji ber qedexeya li ber îxracatkirina arvan tengav bûne
09:13 Qeyûm 10 milyon û 380 hezar TL li çi xerç kir?
09:13 OHD: Girtî li cihê sterîl nehatin tedawîkirin, hin kes nehatin sewqkirin
09:12 Malbata girtiyê kor bû: Ji bo tedawîkirinê divê bê berdan
09:11 Bi nanê sêlê debara xwe dikin
09:10 Dîmenên kêliya ku polîsan Hantaş kuşt derket holê
09:02 Di qezaya Otobusê de 4 kes mirin û 42 kes birîndar bûn
09:00 Dema palehiyê dest pê kir: Cotkar bi gazinc in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2019'AN
10/06/2019
21:45 Li Amedê Forûma Xebatên Zarokan hat lidarxistin
16:59 Meclîsa şaredariyê biryarên qeyûm ên dewirkirina neguhêzbarên şaredariyê betal kir
16:33 Brûskê avêt û agir bi zeviyan ket
16:19 Şaredariya Erxenê civîna meclisê ji gel re vekirî li dar xist
16:05 Parlementerên HDP’ê piştî greva birçîbûn bi gulan hatin pêşwazîkirin
15:58 Surucu ya HDP’î, îşkenceya li Xelfetê ji Soylû pirsî
15:44 Li Antalya balafira perwerdehiyê ket: Kesek mir
15:29 Piştî civîna Wezîrên Elman û Îranê daxuyanî hat dayîn
14:52 Çima destûr dan cenazeyê Abdulbasit El Sarut
14:42 Ebrû Guney: Bila meclîs îşkenceya li Gundê Derto lêkolîn bikin
14:41 Kûrtûlan bersiva da gotina Yildirim a 'Kurdistan': Kurd baş dizanin, biçe ji Qesrê re vebêje
14:40 Hevşaredarên Amedê û Wanê cejna xebatkaran pîroz kirin
14:00 ‘44 meh in êşa dilê me xelas nebûye’
13:48 Yek ji armanca operasyona Bradostê 'Birakujî' ye
12:59 Gunay: Çima kîlît teslîm kirin lê hêj xanî teslîm nekirine?
12:30 Şirîkatiya Rûsya Tirkiye li Idlibê ruh didin
11:05 Di Gulanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
10:30 Çavûşoglû ji bo tevlî merasîma sondxwarina Berzanî bibe çû Hewlêrê
10:29 Tevgera Azadî dibe partî
10:29 Birûskê lêda û bi sedan donim zeviyê ceh û genim şewitî
09:50 Neçîrvan Berzanî îro sond dixwe
09:47 Divê kes nebe hevkarê dagirkeran
09:35 Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Maas li Îranê ye
09:10 'Ocalan balê dikişîne ser girîngiya jiyana aştiyane'
09:09 TMO beyî vîna rençberan buhayê genim diyar kir
Rençber: Em nikarin deynê mazot û gubre bidin
09:08 ‘Em armanc dikin xwe bigînin hemû jinên hewldêr
09:07 Mehmet Ocalan pergala 20 salan a Îmraliyê vegot
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:22 Li Enqere lehî rabû: 3 kes mirin
09/06/2019
15:17 Leyla Guven tabûrcû bû: Ezê hîn xurttir vegerim
15:05 Mîhrîcana Keda Jinê dê di 28’ê Hezîranê de dest pê bike
15:04 HDP'ê 3 HDP'iyên ku Hizbullahê ew kuştin bibîr anîn
12:44 Zarok li Baxçeyê Hevselê derketin meşa xwezayê
12:13 Nifûsa Efrînê diguherînin: 60 hezar endamên Heyet Tehrîr El-Şam anîn Efrînê
11:58 Serokê Iraqê: Em amadene ku navbeynkariya DYA û Îranê bikin
11:55 Farisogullari: Divê Neçirvan Barzanî helwesta xwe zelal bike
11:15 Hevşeredarên Qersê: Emê ji bo tûrîzma baweriyê gav bavêjin
09:17 Şaredariya Cizîrê şahiyeke bi coş a muzikê li dar xist
09:16 Têkildarî şewata fabrîqeyê ku 4 penaber têde mirin 2 kes hatin girtin
09:16 Prz. Şakar: Divê her aştîxwaz di nava pêvajoya aştiyê de cih bigire
09:15 Dayika eskerê di destê HPG'ê de: Dewlet 4 salin dibêjin 'Sebir bikin'
09:06 Rençberên Pirsûsê ji ber qanalên avê bêzar in
09:04 Parêzerê qeyûm çûye giliyê şaredariya Cizîrê kiriye
09:01 Kamyonvanên Edeneyî bang li Erdogan kirin: Dev ji hilbijartina Stenbolê berde li aboriyê binêre
09:00 ROJEVA 09'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08/06/2019
17:45 Kurd darizandina DAIŞ`ê ya li derveyî Sûriyê qebûl nakin
16:26 Qamyoneta karkeran qelibî: 35 karker birîndar bûn
16:16 'Girtiyên nexweş Beceriklî û Karasayli serbest berdin'
16:15 Welatiyê li Licê hatibû binçavkirin hat girtin
16:11 Ji Heskîfê bang kirin: Ji bo Heskîfê ne dereng e
15:32 Temellî: Niha jî dem dema çareseriya demokratîk e
15:30 Partiyên Bakur û Rojhilatên Sûriye operasyona Tirkiye ya başûr şermezar kirin
15:15 Xizmên windayan daxwazên xwe dubare kirin
14:53 Buldan: Stratejiya me dersê da rêvebirên welat
14:28 Li Şirnexê bi binasiya 'butçeya kêm' înşaata 13 dibistanan rawestandin
14:27 '38 sal in êşa me qet kêm nebûye’
14:14 Operasyona TSK'ê ya Bradostê û berxwedana Keleha Dim Dimê
13:31 HDP’iyan xistin ber lêpirsîna ‘bi fermanê’ goristan ziyaret kirine
12:54 Rojnamegeran Hafiz Akdemîr li cihê hat kuştin bibîr anî
12:22 Koçyîgît: Gelê herêmê rûyê AKP’ê ji rastiya Sûr, Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê dinasin
12:21 Wesayîteke LPG'î teqiya
12:08 Pirtûka “Kurdgalnamek” piştî soranî bi kurmancî derket
10:55 Gaydali yê HDP'î: Kurd wê di 23'ê Hezîranê de bersîv bidin
10:37 Balafirên şer çoltara Lice bombe kirin
09:57 Kurtulan a HDP’î: Gotina Yildirim a Kurdistan pêkenok e
09:13 Kanî Beko: Ya esil ew e aştiyek mayînde pêk were
09:10 Wekîlê berê yê ANAP'ê Erdogmuş: Hevsengiya dema nû dê Sûriye diyar bike
09:09 ‘Em ji tirsa îşkenceyê nikaribûn biçin daşirê jî’
09:09 Tuma Çelîk: Divê deklarasyona 2013’an bikeve meriyetê
09:08 Nekropola ji bo wê 26,5 milyon lîre hat xerckirin bûye cihê tiryakkêşan
09:07 Cotkar di zorê de ne: Nikarin deyne bankayan û heqê karkeran bidin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2019'AN
07/06/2019
21:46 Festîvala Zarokan a Sûrê dest pê kir: Li dijî pişaftinê dê zarokan bînin gel hev
20:59 Li Bedlîsê bêtehamuliya li dijî tabelayên kurdî didome
19:22 Têkildarî şewata ku 5 karker mirin 2 kes hatin binçavkirin
19:09 Li dijî Til Rifet topbaran tê kirin