RIHA – Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji bo Projeya Restorasyon û Sererastkirina Derdora Nekropola Kizilkoyunê 26,5 milyon TL xerc kir. Lê 7 sal in proje xilas nebûye. Cihê tatên jê hatin derxistin bûye cihê tiryakkêşan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê di sala 2012’an de bi pereyek zêde ku qala 26,5 milyon TL tê kirin dest bi çêkirina Projeya Restorasyon û Sererastkirina Derdora Nekropola Kizilkoyunê kir. Tevî ku 7 sal bi ser projeyê re derbas bû jî hêj xilas nebûye. Wê digotin ku dê proje di salekê de xilas bibe, lê 7 sal e proje li cihê xwe maye. Dixwestin bi vê projeyê vî cihî dîrokî ku wek şikeftan e ji bo turîzmê vebikin. Heta îro ji vê derê 61 tat hatin derxistin. Proje ji du etaban pêk tê. Etaba yekemîn par xilas bû. Etaba duyemîn jî çend meh berê dest pê kir. Proje ji aliyê serokşaredarê berê Ahmet Eşref Fakibaba ve hat destpêkirin û sê serokşaredaran li pey xwe hişt.
Sala par Wekîlê Serokê Giştî yê AKP’ê Numan Kurtulmuş hatibû Rihayê û tevî ku proje xilas nebibû jî vekirina wê pêk anîbû. Lê tevî vê yekê jî xebata projeya etaba duyemîn hatiye sekinandin.
Ev şikeft bi rojê bûne warê cûreyên çûkan û bi şevê jî bûne cihê tiryakkêşan. Li gel ku notirvanê vê derê ji aliyê şaredariyê ve hatiye wezîfedarkirin jî lê tirkyakkêş bi şevê lê dimînin û şêniyên derdorê aciz dikin.
‘LI ŞÛNA TURÎSTAN, TIRYAKKÊŞ DIMÎNIN’
Serokê Odeya Rêberên Turîstan a Rihayê Muslum Çoban têkildarî mijarê diyar kir ku ew bi salan e li benda qedandina projeyê ne û got: “Li şûna nihya turîst li şikeftan bigeryan lê tiryakkêş digerin. Derengxistina projeyê bandorek negatîf dide turîzma bajêr. Heke projeya Nekropolê xilas bibe dê zêdettirîn turîst werin Rihayê. Em şopdarê projeyê ne lê em nizanin dê kengê xilas bibe. Cihê wiha ku ji bo sektora turîzmê bên vekirin girîng in. Rewşa niha ya şikeftan me xemgîn dike.”