ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan di hefteya 407'an de aqûbeta Fahriye û Mahmut Mordenîz ên di 28'ê mijdara 1996'an de hatin binçavkirin û windakirin pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê û Xizmên windayan, bi silogana "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" di hefteya 407'an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan li pêş avahiya Serokweziriyê ya Konakê li hev kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Xizmên windayan weneyên windayan rakirin û pankarta "Winda wîjdanê te ye, li wan xwedî derkeve. Winda diyar e, faîl li ku ye?" vekirin. Li ser navê Şaxa ÎHD'ê Serokê ÎHD'ê Ali Aydin axivî û wiha got: "Windakirina bi zorê binpêkirina herî giran e. Di hiqûqa navneteweyî de windakirina bi zorê sûcê mirovahiyê ye. Divê dewlet wan bibîne û cez abike. Em dê heta dawî aqûbeta windayan bipirsin."
AQÛBETA HEVSER MORDENÎZ PIRSÎN
Aydin, aqûbeta Fahriye Mordeniz û Mahmut Mordeniz ên di 28'ê mijdara 1996'an de hatin windakirin pirsî û wiha got: "Piştî ji malbata Fahriye û Mahmut Mordeniz kes tev li PKK'ê bûn malbata wan ket bin zextên dewletê. Salekê malbat di bin zextên dewletê de bûn. Piştî tevlêbûna PKK'ê zêde bû zextên li ser dewletê jî zêde bûn. Endamên malbatê dem bi dem hatin binçavkirin. Kurê wan Mehmet Emin Mordeniz bi dehan caran hat binçav kirin. Li gorî gotinên wî polîsan got 'An hûn dê malbatî bibin sîxurên me, an jî hûn dên bên kuştin. Yan jî hûn Dê tev li PKK'ê bibin û Amedê terk bikin' û gef li wan xwarin. Di 28'ê mijdara 1996'an de Mahmut Mordeniz li Mazata Sewalan a Şehîtlîka Amedê ji aliyê polîsên sivîl ên bi çek ve hat binçavkirin. Şahidan diyar kirin ku polîsan gotiye 'em dê te bibin qereqolê û te berdin'. Lê piştî Mordenîz hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin. Piştre Fahriye Mordeniz jî hat binçavkirin.
Piştî Dayik Fahriye û Bav Mahmut Mordeniz hatin binçavkirin û windakirin kurê wan Mehmet Emin Mordeniz, di 8, 10, 11, 12, 13, 16, 18, 23, 24 û 25'ê Kanûna 1996'an de serî li DGM'ê ya Amedê da. Mordenîz xwest dadgeh li şahidê bûyerê S.K.û Ş.M guhdar bikin. Di 3 'ê Kanûna 1996'an de li ser rêya Cizîr Sîlopî cesedê 2 kesên ku yek jê mêr yek jê jin hat dîtin. Di dosyaya lêpirsînê de hat fam kirin ku gule li şûna bûyerê hatine dîtin. Lê balkêş bû şopa tiliyan li ser guleyan nehatiye dîtin. Cenazeyê 2 kesan (mêr û jin) di 10'ê Kanûna 1996'an de ji aliyê xebatkarên şaredariyê Cizîrê ve hatin defin kirin. Piştî ku der barê kuştina 2 kesan de lêpirsîn hat vekirin dozya li gelek dadgehan geriya. Herî dawî di mijdara 1998’an de hat famkirin ku cenaze yê Mahmut û Fahriye Mordenîz in.
Malbata Mordenîz ji bo cenazeyê dayik û bavê xwe bigirin bi riya ÎHD'ê serî li dozgeriyên Hezex û Cizîrê dan ku cenaze bigirin. Lê tevî dozger biryara erêni da ji hêj aqûbeta cenazeyan nehatiye dîtin. Malbatê ji bo cenaze bê derxistin serî li rayedarên şaredariyê dan ku xebatkarên Şaredariyê Cihan Sezaî û M. Selim Kiliç ên cenaze defin kirine cih nîşan bidin. Xebatkarên şaredariyê jî diyar kirin ku bûyer tê bîra wan lê nizanin cenaze li ku defin kirine. Piştî goristanek kolan û derket holê ku cenaze ne aydî wan e disa gor girtin. Hêj gora dayik û bav ên Mordenîz nehatiye diyarkirin.
Mehmet Emin Mordeniz, di 23'ê Nîsana 1999'an de serî li DMME'ê da. DMME'ê jî di 10'ê Nîsana 2006'an de li gorî peymana PMME'ê dewlet tawanbar kir.