STENBOL - Çalakiya "Rûniştina F" 295 roj e dewam dike, di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan xwest Aydin Nas ê astengdarê çavan e serbest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya "Rûniştina F" pêk anî. Çalakî 295 hefte ye li Qada Galatasarayê dewam dike. Di çalakiyê de pankarta "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên Tîpên F bên girtin" hat vekirin û hat xwestin girtiyê ji çavê xwe astengdar Aydin Nas serbest bê berdan.
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê Meryem Bars, diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê ji ber ku li ser piyan hejmar nedane, îşkence li wan kirine.
Bars destnîşan kir ku girtiyan dernaxin hevdîtinên parêzer û malbatan û wan nabin nexweşxaneyê jî û wiha got: "Mafên wan ê bi telefonê hatiye xespkirin. Ji derveyê koxûşên nû hemû cih li wan hatiye îzolekirin. Girtiyên siyasî ji bo zextan şermezar bikin, 10 roj in di greva bê dem û bê dorveger de ne."
‘EV TATBÎQATA ÇÎ YE?’
Bars aşkera kir ku di êrîşa dawî de girtiya bi navê Îlke Başak Baydar xwîn vedireşe û der barê tatbîqata şewatê ya li Girtîgeha Xarpêtê de ev pirs kir: "Ev tatbîqata çî ye? Berî komujiya 19'ê Kanûna 2000'î jî tatbîqatên bi vî rengî kiribûn û piştre êrîşê girtiyan kirin."
‘ATK'Ê BIRYAREK DIJÎ HIQÛQÊ DAYE’
Bars anî ziman ku girtiyê bi navê Aydin Nas ji çavê xwe astengdar e, Nas di sala 2013'an de bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" ceza girtiye. Bars, da zanîn ku Nexweşxaneya Pêkanîn û Lêkolînê ya Zanîngeha Koçaeliyê rapora; tedawiya wî ne pêkan e, bi tena serê xwe nikare pêwîstiyên xwe pêk bîne, beyî alîkariya hevalên xwe nikare jiyana xwe berdewam bike, rojane xwerek xwarin, tiraşbûyîn, serê xwe şûştin û pêwîstiyên xwe pêşwazîkirinê de zehmetiyan dikişîne" dane Nas, lê ruxmê vê jî ATK'ê rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" dane girtiyê astengdar.
Bars diyar kir ku Nas ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayêji wan re nameyek şandiye û ev tişt got: "Ji ber nexweşiya genetîk a bi navê 'Retînîtîs Pîgmentosa' her du çavên min nabîni, şertên jiyana min gelekî giran in. Ev rewş di warê ruhî de her roj min zêdetir dide zehmetiyê. Ji ber ku her du çavên min nabînin, hevalên min ên li gel min, wekî dayikek çawa li zaroka xwe mêze dike, ew jî wisa li min mêze dikin. Ji xarinê heta xwendina pirtûkê, hemû pêwîstiyên min ew pêşwazî dikin. Heta pêwîstiyên min ê daşirê jî ew pêşwazî dikin."
Bars xwest girtiyê astengdar Nas serbest bê berdan.