Aktaş: S-400 li serê Tirkiyeyê bû bela

  • rojane
  • 15:59 7 Hezîran 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê e-rojname Ahmet Aktaş, di qunçiknivîsê vê hefteyê de bal kişand ser polîtîkaya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û got: "Wisa diyar e R.Erdogan, hem serê xwe hem jî serê dewleta xwe xiste belayeke mezin. S-400 li serê Tirkiye bûye bela." 

 
Nivîskarê e-rojname, di quncikê îro yê rojnameyê de, bal kişand ser polîtîkayên Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û anî ziman ku tu rastiya van agahiyan tune û tenê bi van agahiyan rayagiştî dixapîne. Aktaş, anî ziman ku li gorî guman dike, çîroka vê S-400’an, ne weke ku tê gotin e û wiha got: "Li gorî dîtina min, ev agahîdayîna kirîn-firotinê, ne rast e derew e, tenê ji bo xapandina raya giştî ye. Ji gumanê wêdetir, ez ji destpêka vê agahiyê ve heta îro, her dibêjim ‘ev bi tenê qelenê-firotina Efrînê bû!’ Di her du waletan de jî; weke ku an rast be û bazar li ser hatibe kirin û bi 3 milyar dolaran hatibe kirin, an jî weke nêrîna min qelenê Efrînê be, di encamê de tu qezenca dewleta Receb û Devlet çênebû ye, berovajî bûye bela li serê wan. Weke şaîrê mezin Cîgerxwîn dibêje; Malê wan bûye bela li serê wan!" 
 
Aktaş, da zanîn ku piştî DYA’yê niha NATO jî hişyarî li ser hişyariyê dide û heta Tirkiyeyê tehdît dike li ser vê bazara S-400’an û wiha lê zêde kir: "Jixwe dema ku weke mohlet dabû Tirkiyeyê, ji bo ji vê bazarê vegere; 7’ê hezîranê bû û îro temam bû. Bêguman belayên li ser serê Reîsê Serayêne, ne ev bi tenê ne. Hema yekser bi vê ve girêdayî plansaziya wan a Idlibê hildiweşe. Ev mijarek herî mezin bû ji bo qeyimkirin û domkirina tifaq û hevalbendiya navbera her sê dewletan; Tirkiye-Rûsya-Îran. Lê xuya dibe ku histûna herî stûr a konê vê peymana siyasî ketiye erdê. Ji alîkî vê hêzên leşkerî yên Rûsya û Suriyeyê êrîş dibin bi ser hêzên hevalbendên Tirkiyeyê yên li Idlibê, ji aliyê din ve ew hêzên qatil û qirker, xwe bi xwe bi hev ketine û bi hev re şer dikin." 
 
Aktaş xwest neyê jibîrkirin ku hêzên HSD û Hêzên Taybet ên Efrînê, derbeyên mirinê li hêzên qatil ên ku Tirkiye ew kirê kirine dixin û wiha berdewam kir: "Tirkiye, ji bo awaziya xwe vegerîne û hinekî bala raya giştî ji ser Rojava û bi taybetî ji Efrînê dûr bixe, êrîşên xwe yên qirker û dagirker ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û bi giştî li Başûr zêdetir dike. Erê van êrîşên xwe, bi rêya hemû medya û çapemeniya xwe serkeftî dide xuyakirin. Lê ne rast e, erê zirar û ziyanek mezin dide erdnîgariya welatê me û welatiyên me, her wiha hinek gerîla jî şehîd dikevin, belê derbeyên herî mezin û yên mirinê ew jî li vir dixwin. Serkeftina wan her nabe, lê ji ber wahşet û zilimkariya wan, helbet gelê me pir êş û xemgîniyan dikişînin.Ez bawer dikim, ji ber ku yek ji sedemên herî mezin jî, helwesta rêveberiya Başûr û bêdengiya dewletên Ewropayê dibînin, gazincên herî mezin jî li wan dike." 
 
Aktaş, bal kişand ser helwesta Rêveberiya Başur û wiha bi dawî kir: "Rêveberiya Başûr, li gel ku li dijî dagirkerî û qirkirina dewleta tirk helwestek dijber nîşan nade, niha jî di nava hefteyekê de buroya Huda-Parê li Hewlêrê bi awayekî fermî daye avakirin. Ev partiye ku berê bi navê Hizbullahê li dijî gelê me, bi kurtayî heman kiryarên DAIŞ’ê pêkanîne. Lê belê buroya HDP ev 7 sal e li Hewlerê hatiye vekirin lê hêj fermiyetî nedane! Helwestên hinek sazî û kesayet û siyasetmedarên navdar ên hinek dewletan ên li dijî siyaseta R.Erdogan, lawaz be jî hene. Weke mînak hinek Enstitûyên Aştiyê yên Almanyayê rapora xwe ya aştiyê ragihandine û ji YE’yê xwestiye ku têkiliyên xwe, ji dewletên weke Tirkiye û Libyayê, yên otorîter û zilumkar qut bikin. Her wiha tê gotin ku ji ber helwestên xwe yên baş, waliyê bajarê Kassel ê Almanyayê ji aliyê rastgiran ve hatiye kuştin. Siyaseta qirêj a li dijî berjewendên gelan û bi giştî li dijî jiyana azad û civaka demokrat, dawiyê li serê xwediyên xwe jî dibin bela!" 
 
 
 
 

Sernavên din

11/06/2019
13:48 Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
13:38 Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dan
13:27 Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran HDP’ê ziyaret kir
13:19 Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da
13:10 Navenda Sêrt li 6 bajaran serdegirtinên malan
11:57 Bav du keçên xwe birîndar kir
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Li Heskîfê piştî 3 salan mîhrîcana bêyî Îmam Abdullah
11:37 Li Manîsa jinek mirî hat dîtin
11:24 Girtina qapaxên Bendava Ilisû taloq kirin
10:20 Li Edeneyê derbarê 56 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:01 Gergerlîoglu: Li Kocaelî ne şewat komkujî çêbû
09:34 Li Farqînê êrîşa moşekî: 2 kes birîndar bûn
09:26 Malbata sûriyeyî ku rastî êrîşê hat mala xwe terk kir
09:15 Ocalan: Bi operasyona Xakurkê, mudaxileyî yekîtiya kurdan tê kirin
09:14 Hilberîner ji ber qedexeya li ber îxracatkirina arvan tengav bûne
09:13 Qeyûm 10 milyon û 380 hezar TL li çi xerç kir?
09:13 OHD: Girtî li cihê sterîl nehatin tedawîkirin, hin kes nehatin sewqkirin
09:12 Malbata girtiyê kor bû: Ji bo tedawîkirinê divê bê berdan
09:11 Bi nanê sêlê debara xwe dikin
09:10 Dîmenên kêliya ku polîsan Hantaş kuşt derket holê
09:02 Di qezaya Otobusê de 4 kes mirin û 42 kes birîndar bûn
09:00 Dema palehiyê dest pê kir: Cotkar bi gazinc in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2019'AN
10/06/2019
21:45 Li Amedê Forûma Xebatên Zarokan hat lidarxistin
16:59 Meclîsa şaredariyê biryarên qeyûm ên dewirkirina neguhêzbarên şaredariyê betal kir
16:33 Brûskê avêt û agir bi zeviyan ket
16:19 Şaredariya Erxenê civîna meclisê ji gel re vekirî li dar xist
16:05 Parlementerên HDP’ê piştî greva birçîbûn bi gulan hatin pêşwazîkirin
15:58 Surucu ya HDP’î, îşkenceya li Xelfetê ji Soylû pirsî
15:44 Li Antalya balafira perwerdehiyê ket: Kesek mir
15:29 Piştî civîna Wezîrên Elman û Îranê daxuyanî hat dayîn
14:52 Çima destûr dan cenazeyê Abdulbasit El Sarut
14:42 Ebrû Guney: Bila meclîs îşkenceya li Gundê Derto lêkolîn bikin
14:41 Kûrtûlan bersiva da gotina Yildirim a 'Kurdistan': Kurd baş dizanin, biçe ji Qesrê re vebêje
14:40 Hevşaredarên Amedê û Wanê cejna xebatkaran pîroz kirin
14:00 ‘44 meh in êşa dilê me xelas nebûye’
13:48 Yek ji armanca operasyona Bradostê 'Birakujî' ye
12:59 Gunay: Çima kîlît teslîm kirin lê hêj xanî teslîm nekirine?
12:30 Şirîkatiya Rûsya Tirkiye li Idlibê ruh didin
11:05 Di Gulanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
10:30 Çavûşoglû ji bo tevlî merasîma sondxwarina Berzanî bibe çû Hewlêrê
10:29 Tevgera Azadî dibe partî
10:29 Birûskê lêda û bi sedan donim zeviyê ceh û genim şewitî
09:50 Neçîrvan Berzanî îro sond dixwe
09:47 Divê kes nebe hevkarê dagirkeran
09:35 Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Maas li Îranê ye
09:10 'Ocalan balê dikişîne ser girîngiya jiyana aştiyane'
09:09 TMO beyî vîna rençberan buhayê genim diyar kir
Rençber: Em nikarin deynê mazot û gubre bidin
09:08 ‘Em armanc dikin xwe bigînin hemû jinên hewldêr
09:07 Mehmet Ocalan pergala 20 salan a Îmraliyê vegot
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:22 Li Enqere lehî rabû: 3 kes mirin
09/06/2019
15:17 Leyla Guven tabûrcû bû: Ezê hîn xurttir vegerim
15:05 Mîhrîcana Keda Jinê dê di 28’ê Hezîranê de dest pê bike
15:04 HDP'ê 3 HDP'iyên ku Hizbullahê ew kuştin bibîr anîn
12:44 Zarok li Baxçeyê Hevselê derketin meşa xwezayê
12:13 Nifûsa Efrînê diguherînin: 60 hezar endamên Heyet Tehrîr El-Şam anîn Efrînê
11:58 Serokê Iraqê: Em amadene ku navbeynkariya DYA û Îranê bikin
11:55 Farisogullari: Divê Neçirvan Barzanî helwesta xwe zelal bike
11:15 Hevşeredarên Qersê: Emê ji bo tûrîzma baweriyê gav bavêjin
09:17 Şaredariya Cizîrê şahiyeke bi coş a muzikê li dar xist
09:16 Têkildarî şewata fabrîqeyê ku 4 penaber têde mirin 2 kes hatin girtin
09:16 Prz. Şakar: Divê her aştîxwaz di nava pêvajoya aştiyê de cih bigire
09:15 Dayika eskerê di destê HPG'ê de: Dewlet 4 salin dibêjin 'Sebir bikin'
09:06 Rençberên Pirsûsê ji ber qanalên avê bêzar in
09:04 Parêzerê qeyûm çûye giliyê şaredariya Cizîrê kiriye
09:01 Kamyonvanên Edeneyî bang li Erdogan kirin: Dev ji hilbijartina Stenbolê berde li aboriyê binêre
09:00 ROJEVA 09'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08/06/2019
17:45 Kurd darizandina DAIŞ`ê ya li derveyî Sûriyê qebûl nakin
16:26 Qamyoneta karkeran qelibî: 35 karker birîndar bûn
16:16 'Girtiyên nexweş Beceriklî û Karasayli serbest berdin'
16:15 Welatiyê li Licê hatibû binçavkirin hat girtin
16:11 Ji Heskîfê bang kirin: Ji bo Heskîfê ne dereng e
15:32 Temellî: Niha jî dem dema çareseriya demokratîk e
15:30 Partiyên Bakur û Rojhilatên Sûriye operasyona Tirkiye ya başûr şermezar kirin
15:15 Xizmên windayan daxwazên xwe dubare kirin
14:53 Buldan: Stratejiya me dersê da rêvebirên welat
14:28 Li Şirnexê bi binasiya 'butçeya kêm' înşaata 13 dibistanan rawestandin
14:27 '38 sal in êşa me qet kêm nebûye’
14:14 Operasyona TSK'ê ya Bradostê û berxwedana Keleha Dim Dimê
13:31 HDP’iyan xistin ber lêpirsîna ‘bi fermanê’ goristan ziyaret kirine
12:54 Rojnamegeran Hafiz Akdemîr li cihê hat kuştin bibîr anî
12:22 Koçyîgît: Gelê herêmê rûyê AKP’ê ji rastiya Sûr, Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê dinasin
12:21 Wesayîteke LPG'î teqiya
12:08 Pirtûka “Kurdgalnamek” piştî soranî bi kurmancî derket
10:55 Gaydali yê HDP'î: Kurd wê di 23'ê Hezîranê de bersîv bidin
10:37 Balafirên şer çoltara Lice bombe kirin
09:57 Kurtulan a HDP’î: Gotina Yildirim a Kurdistan pêkenok e
09:13 Kanî Beko: Ya esil ew e aştiyek mayînde pêk were
09:10 Wekîlê berê yê ANAP'ê Erdogmuş: Hevsengiya dema nû dê Sûriye diyar bike
09:09 ‘Em ji tirsa îşkenceyê nikaribûn biçin daşirê jî’
09:09 Tuma Çelîk: Divê deklarasyona 2013’an bikeve meriyetê
09:08 Nekropola ji bo wê 26,5 milyon lîre hat xerckirin bûye cihê tiryakkêşan
09:07 Cotkar di zorê de ne: Nikarin deyne bankayan û heqê karkeran bidin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2019'AN
07/06/2019
21:46 Festîvala Zarokan a Sûrê dest pê kir: Li dijî pişaftinê dê zarokan bînin gel hev
20:59 Li Bedlîsê bêtehamuliya li dijî tabelayên kurdî didome
19:22 Têkildarî şewata ku 5 karker mirin 2 kes hatin binçavkirin
19:09 Li dijî Til Rifet topbaran tê kirin