NAVENDA NÛÇEYAN - Gundiyên Xelîfan ku di operasyona Tirkiyeyê ya li dijî herêma Xakûrkê de dibin hedefa êrîşên diyar kir ku ji ber êrîşên bênavber nikarin li nav zeviyên xwe bixebitin û sewalên xwe biçirînin. Her wiha gel ji ber bêdengiya rêveberiya herêmî ya li dijî êrîşan jî bi bertek e.
Tirkiye operasyona ku sala borî li dijî herêma Bradostê ya grêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê dabû destpêkirin, di 27'ê Gulanê de bi awayekî Xakûrkê jî bihewîne nav xwe berfireh kir. Gundiyên Xelîfan ku li herêma Bradost a Sidekanê dimînin û di çarçovaya operasyonê de dibin hedefa êrîşan, têkildarî tiştên ku dijîn ji RojNewsê re axivîn.
'JIYANA ME DI BIN TALÛKÊ DE YE'
Celal Ûzêr ku li gundê Xelîfan dijî diyar kir ku gundê wan ji aliyê artêşa tirk ve hatiye dorpêçkirin û ji ber vê yekê jiyana wan di bin talûkê de ye. Ûzêr da zanîn ku Tikriye bi hinceta gerîlayên PKK'ê êrîşê gundê wan dike û wiha got: "Li gundê Xelîfan gerîllayên PKK'ê tunene. Heke hebin ji ne li nav gund li çiyayan e. Ji ber bombebarana bênavber em nikarin jiyan û karê xwe yên rojane bidomînin. Gundî bi cotkarî û sewalkariyê debara xwe dikin. Ji ber êrîşên dewleta tirk em nikarin li nav zeviyên xwe bixebitin û sewalên xwe biçirînin."
'SEWALÊN ME TELEF BÛN'
Hatim Hemed ku bêdengiya rêveberiya herêmî ya li dijî êrîşan rexne kir jî ev tişt anî ziman. "Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê jiyana welatiyên xwe nafikire. Ji ber êrîşên dewleta tirk gelek welatî an şehîd bûn an jî birîndar bûn. Di encama êrîşan de rez û baxçeyên me dişewitin. Artêşa tirk beriya çend rojan gundê me bombebaran kir. Ji ber bombebaranê gelek sewalên me telef bûn. Di kêliya bombebaranê de tu gundi li derve nîn bû. Heke li derve bûna dê herî kêm 15 kes şehîd bûna." Hemed destnîşan kir ku leşkerên tirk qedexeyan danine ser gundiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wesayîtên saet ji 22.00'an şûn ve ji gund derkevin nikarin vegerin gund."