DERSIM - Li Dersimê li 3 kesên ku şilêran di bin parastinê de ne berhev kirin 180 hezar cezayê pere hat birîn
Duh li navçeya Pulur a Dersimê piştî ku hatibû tespîtkirin şilêrên cureya xwemalî û di bin parastinê de ji aliyê hin kesan ve hatine berhevkirin, xebat hatibû destpêkirin. Di encama xebatên hatin kirin de hat tespîtkirin ku şilêr ji aliyê 3 kesan ve hatine berhevkirin. Binasiya ku curbicuriya biyolojîk texrîb kirine, li gorî xalên 9'emîn û 20/k ên Qanûna Havirdorê li van her sê kesan cuda cuda 60 hezar û 163 TL bi giştî 180 hezar û 489 TL cezayê pere hatiye birîn.