RIHA - Li Prsûsê zarokekî ku ji bo cejnê hatibû cem xizmên xwe di qenala avê de qeniqî.
Li gundê Xerabreş ê navçeya Pirsûs a Rihayê cenazeyê Mehmet Emîn Bîrîşîk (14) ku duh winda bûbû, li di qenala avê de hat dîtin. Hat Hînbûn ku Bîrîşik ji Dîlokê ji bo cejnê hatiye cem xizmên xwe yên li gund û duh ber bi qenala avê çûye û careke din vengeriyaye. Cenazeyê Bîrîşîk di encama xebata lêgerînê ya cendirme û ekîbên AFAD'ê de hezar û 500 metre dûrî cihê ku xebat lê hatin destpêkirin, hat dîtin. Cenaze piştî ku ji qenalê hat derxistin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.