Ocalan: Dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam nagire

  • rojane
  • 11:06 7 Hezîran 2019
  • |
img

RIHA – Mehmet Ocalan, bi minasebeta Cejna Remezanê çû Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê ziyaret kir. Mehmet Ocalan anî ziman ku di ziyaretê de birayê wî Ocalan wiha gotiye: “Dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam nastînin. Divê rê û rêbazên ku aştiya bi rûmet pêş dixe bên pêşxistin." 

Di 5'ê Hezîranê de Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê girtiyên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan ku ji bo cejnê çûn Îmraliyê vegeriyan.  Mehmet Ocalan ku ji bo cejnê hevditinê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbike roja Înê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû. Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyêd abûn. Piştî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê destûr da, malbat çûn Qereqola Cendirmeyan a Gemlîkê û çûn Îmraliyê. Malbat piştî hevdîtinê di saetên êvarî de ji Îmraliyê vegeriyan. 
 
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan piştî çû hevdîtin kir û şûnde têkildarî naveroka hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Mehmet Ocalan herî dawî piştî çalakiya 50 siyasetmedarên ku ketibûn grevê di 11'ê Îlona 2016'an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û dîsa piştî çalakiya greva birçûbênê li hemû girtîgehan dest pê kir di 12'ê Çileya 2019'an de hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan anî ziman ku li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser meseleya Şengalê û siyaseta Tirkiye axivîn.
 
MEHMET OCALAN: 20 SALIN DIÇIM ÎMRALIYÊ YEKEM CAR DI LÊGERÎNEK WISA XERAB RE DERBAS DIBIM'
 
Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê û naveroka hevdîtinê agahî dan û wiha got: "20 salin diçim Îmraliyê û têm. Lê yekem car di ziyareta dawî de rastî lêgerînek kûr û giran hatim. Ev pêkanîna wisa bê wate û xerab wekî din li tu cihên din tune ye. Ez pir bêzar û aciz bûm. Ev yek nayê qebûlkirin. Piştî em di nokteya yekem a lêgerînê re derbas bûn, em 4 - 5 nokteyên din ên lêgerinê re derbas bûn. Piştî van lêgerînên xerab em derbasî girtîgehê bûn. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê jî hatibûn. Em kirin du beş. Di beya yekem de Xwişka Veysi Aktaş û Omer Hayri Konar hebûn. Di beşa duyemîn de jî Ez û birayê malbata Hamili Yildirim hebûn. 3 malbatên din li odeyên cuda cuda hevdîtina vekirî kirin. Min û birayê xwe jî li salonê hevdîtin kir."
 
PEYAMA 'ÊDÎ BILA FIKARAN NEKIN' DA GELÊ ŞENGALÊ
 
Mehmet Ocalan, bal kişand ser peyama Ocalan a der barê gelê Şengalê de û wiha got: "Birayê min Ocalan di ber dewama hevdîtinê de bal kişand ser rewşa Şengalê, greva birçîbûnê û Rewşa Bakurê Suriyeyê. Min got gelê Şengalê pir ji te û Tevgera Azadiyê hez dike. Wî jî got 'Raste ez jî pir ji wan hez dikim. Ji bo azadiya Şengalê mirov dikare qala du bûyeran bike. Bûyera yekemîn Dewrêşê Evdî ye. Bûyera duyemîn jî têkoşîna hevalên me ye. Ji Şengalê heta Reqqayê gelê Êzidî li qadek pir fireh rastî komkujiyê hat. Lê me hemû kesên li vê qadê komkujî kirin tar û mar kirin. Em di tolhildana gelê Êzidî de bi ser ketin. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Ez ji gelê Şengalê re hurmet û rêzdariyên xwe yên bêdawî dişînin. Bila êdî ew nekevin nava fikaran. Bila ew êdî avakirina jiyana xwe ya azad berdewam bikin.' û xwest êdî gelê Êzîdî nekevin nava fikaran." 
 
‘JI BO AZADIYÊ DIVÊ TÊKOŞÎNEK MEZINTIR BÊ PÊŞXISTIN'
 
Mehmet Ocalan bal kişand ser nerîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê rewşa Bakurê Sûriye û wiha lê zêde kir: "Birayê min li ser meseleya Bakurê Sûriye jî got 'Divê gelê Bakurê Sûriye ji bo azadiyê bêtir têbikoşe. Lê divê hemû gelê Sûriye tev li vê têkoşîna azadiyê bike. Gelên din jî tev li vê tekoşînkê bike. Divê ji bo Yekitiya Sûriye hemû gelên Sûriye jiyana hevpar ava bikin. Ger ku vê yekê pêş bixin û bi ser bikevin tu hêz nikare bi wan' û xwest gelên li Sûriye bi hevre têbikoşin." 
 
Mahmet Ocalan, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê bal kişandiye ser grevên birçibûnê û wiha lê zêde kir: "Got 'Çalakiyên greva birçîbûnê rêbazek têkoşînê ye. Lê ev heta cihekî ye. Piştî demekê û şûnde ger ku berdewam bike zerarê dide bedenê. Ji ber vê yekê divê çalakiyên gel ên demokratîk bên pêşxistin.' Ocalan got 'Tirkiye ketiye pêvajoyek ku xetimiye. Ji ber vê yekê Dewkleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare encam bistîne. Ji ber ku Tirkiye nikare bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam bistîne divê hem devlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê serî li rê û rêbazên nû bide. Divê rêbazên nû pêş bixe. Li ser kuştin û mirinê çareserî pêş nakeve. Ji bo çareseriyê aştiyek bi rûmet girîng e. Ji ber vê yekê divê rê û rêbazên ku aştiya bi rûmet ava dikin pêş bixin. Polîtîkayên îmhayê ne çareserî ne.' Ocalan dîsa ji ber kesên di têkoşîn û çalakiya grevê de jiyana xwe ji dest dan xemgîniya xwe anî ziman." 
 
JI MALBATAN SERSAXÎ XWEST
 
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Ocalan ji hemû kesên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dane yek bi yek ji malbatên wan re sersaxî xwest û wiha pêde çû: "Têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane wiga got 'Van kesên jiyana xwe ji dest dan zerarek mezin dan min û malbatan. Ev ne rast e. siyaset heta cihekî li ser çalakiyên grevê tê meşandin. Piştre nameşe. 8 hevalan dawî li jiyana xwe anî. Hem li Ewropa, hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li girtîgehên Tirkiye ketin grevê. Yên girtî zaden di nava çar dîwaran de ne. Nikarin li vir siyasetê bikin. Di nava şert û mercên pir dijwar de ne. Lê yên li derve xwediyê şert û mercên zêde ne. Dikarin li derve rêxistina xwe xurt bikin. Bila di vê qadê de bertekên xwe yên demokratîk pêş bixin. Ev rêbazek hîn rast e.' û xwest li derve bertekên demokratîk pêş bixin." 
 
‘DERFET BÊN DAYÎN WÊ EV XETIMÎN VEBIN'
 
Ocalan da zanîn ku birayê wî Abdullah Ocalan bal kişandiye ser rêya çareseriyê û wiha gotiye: "Got 'Ger derfet bên dayîn ev rêya xetimiye wê vebe. Ger ku derfetê bidin em dikarin vê rêya vekin. Ev tişt bi şer û kuştinê çareser nabe.' Dîsa têkildarî pirsa wê li Îmraliyê hevdîtin bidomin ya na? jî got: 'Ne ez dikarim bêjim hemû rêyên hevditê hatiye vekirin û ne jî dikarim bêjin hatine girtin. Divê em hinek bipên. Ger ku hin qanal bi temamî vebin wê ev ji bo her kesî erênî bke. Lê ger ku rê bên girtin wê ji bo her kesî pêşketinên neyînî bin.' Li aliye Rêberê PKK Ocalan qala hilbijartina 23'ê Hezîranê ya Stenbolê nekir. Birayê min herî dawî bi wesîleya Cejna Remezanê cejna hemû kesan pîroz kir." 
 
MA/ Erdogan Alayumat
 
 
 

Sernavên din

07/06/2019
16:25 Di ser cînayeta Hafiz Akdemîr re 27 sal borîn lê...
15:59 Aktaş: S-400 li serê Tirkiyeyê bû bela
15:54 Pirtûka ‘Bênder’ a Dîba Keskîn hat nasandin
15:07 Jinên ÎHD'î dê biçin Xalfetiyê
15:05 Buldan: Em ê di 23'ê Hezîranê de carek din bi ser bikevin
13:39 Li Rihayê mizgefta ku Yildirim lê nimêj bike dorpêç kirin
13:09 Li Heskifê di roja Çalakiya Kurevî de hilweşîn didome
12:17 350 dolar pêşniyarî kesên Wezîrê Dadê Gul guhdar bikin kirin
12:16 Gundiyên Xelîfan ku dibin hedefa êrîşan: Jiyana me di bin talûkeyê de ye
11:48 Li kampa penaberan 400 kes bi jana zirav ketin
11:45 Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê îstîfa kir
11:11 Li 3 kesên ku şilêran berhev kirin 180 hezar ceza hat birîn
11:10 Li Pirsûsê zarokek qeniqî
11:06 Ocalan: Dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam nagire
10:30 Temellî: Bîra gel teze ye bi gotina Kurdistanê deng nade we
10:10 HDP: Hilbijartina 7'ê Hezîranê nehata betalkirin hilbijartina Stenbol betal nedibû
09:19 Farisogûllari: Heke hûn samîmî ne daxwazên Kurdisdtanê bibersivînin
09:15 Berteka ji bo daxistina tabeleyên kurdî: Dixwazin kurdî ji kuçeyan jî biqewirînin
09:14 Tenê dixwazin îşkencekar bên cezakirin
09:11 'Eger kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê bibe yek ji zimanê herî pêşketî yê cîhanê'
09:10 Gelek bazarvanên jin dezgehên xwe girtine
09:09 Di mijara S-400 û F-35'an de wê Enqere çi bike?
09:08 Çûn serdana dîroka 10 hezar salî
09:01 Prof. Dr. Dinçer: Divê li Sûrê banga agahiyan bê avakirin
09:01 'Ocalan rêya xelasiyê ya ji aloziyê nîşan da'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2019'AN
06/06/2019
20:07 Şaredariya Tetwanê jî tabeleya bi kurdî daxist
18:28 Temellî: Guh bidin Ocalan
17:15 Buldan li Qersê got: Em ê di 23’ê Hezîranê de jî dersê bidin wan
16:40 Piştî 4 salan çû Îmraliyê: Heke dikaribim hevdîtinê bînim ziman dê bibe pirtûk
15:43 Li qada seyranê ya Gabarê şewat derket
15:28 Li Amedê di qezayên trafîqê de 16 kes birîndar bûn
15:27 Salar: Şaredarê Bedlîsê pêkanînên qeyûman derbas kir
15:10 Mîhrîcana Zarokan a Sûrê ya di şopa çand û ziman de ye dest pê dike
14:44 Parlamenter Temel: Ev pêvajo ji bo AKP’ê fersendek e
13:42 DMME’yê serlêdana ‘Balyozê’ red kir
13:19 Japonya amadekariya 'navbeykariyê' dike
12:38 Di depoya lojîstîkê de şewat derket
12:14 VÎP'ê ji Îmamoglû re qedexe kirin
12:02 Li Sûdanê hêjmara kuştiyan derket 100 kesan
10:46 Esnaf bi derd e gel jî bê çare ye
10:26 Ji butçeya şaredariyê kamera li dibistanên gundan bi cih kirin
09:15 Mîhrîcana Zarokan a Sûrê dest pê dike
09:14 Ji bo Heskîfê li 35 deveran çalakî
09:12 ‘Li Sûrê UNESCO peywira xwe bi cih nayne, desteya parastinê jî sûc dike'
09:10 Îşkenceya li TEM'a Rihayê li wan hat kirin vegotin
09:08 ‘Berjwendiyên cemaweriyê dewrî şîrketan dikin'
09:06 Jinên bazarvan: Em ne kebanî ne, jinên kedkar in
09:03 Koçberiya masîpankan dest pê kir
09:02 Dozger ji mêrê rûyê hevjîna xwe şewitand re muebbetê xwest
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2019'AN
05/06/2019
20:49 Malbat ji Îmraliyê vegeriyan
19:04 HDP: Em komkujiya 5’ê Hezîranê ji bîr nakin
18:37 Freedom House: Li Tirkiye 150 saziyên çapemeniyê hatin girtin
18:18 Aktivîstên TJA'yê Leyla Guven ziyaret kirin
15:19 Li HDP'ê pîrozbahiya cejnê: Têkoşîna demokrasiyê dê bi dome
14:36 Dr. Kameran Mentik: Divê em li dijî êrîşan xwedî helwestek neteweyî bin
14:36 Partiyên siyasî cejna HDP'ê pîroz kirin: Em bi aştî û heskirinê hev hembêz bikin
14:20 Li Ûgandayê erd xişikî Gelek kes winda ne
13:41 'Heta em ji kapitalizminê rizgar nebin em nikarin xweza û cîhanê rizgar bikin'
13:00 Ciwanên Sîlopiyî çalakiya 'Emê rê nedin fihûşê' li dar xistin
12:46 Dozger biryara beraetê ya Rojnameger Taşkin îtîraz kir
12:08 TIR li maşîne qelibî: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Mamosteya 21 salî ku tayîna wê derneket dawî li jiyana xwe anî
10:37 Balafirên TSK'ê bombebaran kirin: 3 pêşmerge birîndar bûn
10:32 ‘Sûr tenê bi xwediyê xwe yê esil bi wate dibe'
10:00 Komeleya Rosa: Têkoşîna hevpar şerte
09:19 Alozî û rageşiya navbera DYA û Îranê kûr dibe
09:17 Guneş: Nûnertiya HUDA-PAR a li Hewlerê me dixe nava fikaran
09:15 ‘Peyama Ocalan ji bo Rojhilata Navîn bêhn û nexşerêya gelan e'
09:13 Ji ber 'Baxçeyê Gel' dîwarê Sûrê rûxiya
09:11 Meclîsa ÎSÎG a Amedê tê avakirin
09:09 Girtiyê nexweş Engîn 2 sal in nayê tedawîkirin
09:06 ‘Zindanan peywira xwe bi cih anî, dor a me ye'
09:05 ‘Ocalan rêya jiyana bihev re nîşan da'
09:03 Ji ber ji bo grevên birçîbûnê 58 saniye rê girtin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Polîs gefan li endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê dixwin
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:54 Malbat ji bo hevdîtina cejnê ber bi Îmraliyê ve ketin rê
04/06/2019
18:23 Di qezayên betlana Cejna Remezanê de 34 kes mirin 337 kes birîndar bûn
17:44 Bavê ciwanê êzidî: Îro kurê min qetil kirin sibê wê ciwanên din qetil bikin
17:26 Leyla Guven: Dengê Ocalan gihişt me
16:50 Li Xakûrkê agir berdan arazî û ziyaretgehan, gelê herêmê bertek nîşanî eskeran dan
15:21 ‘Muşevîrê Çapemeniya THY'ê, rêveberê şîrketên 40 qeyûman e'
14:47 Dayikên berxwedêr çûn girtîgehê û cejna zarokên xwe pîroz kirin
14:35 Eskerên TSK'ê ciwanekî êzidî kuşt
13:26 Roja cejnê ya ewil beziyan ser gorên zarokên xwe
13:14 30 dolim genim şewitî
12:12 ÎHD'ê: Pêwiste jinên girtî yên tenduristiya wan xerab bên dermankirin
11:36 Di ser êrîşa li dijî mîtînga 'Mirovahiya Mezin' re 4 sal barîn
11:10 Di serdanên goran de hêviyên ‘çareseriyê’
10:54 ‘Vedat Aydin tu carî teslîm nebû’
10:51 Ji HDP'ê peyama Cejna Remezanê
10:33 Mêr li Tarsusê jinek kuşt
10:27 Li Xakurkê çi dibe?
10:19 Ji ber deynan întîxar kir
10:09 Berî serdana Soylû bi zorê al bi dikanan ve kirin
09:56 ÎRA: 157 rojnameger cejnê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:52 Di cejnê de jî goristan hilweşandin
09:14 Nasir: Xebata me hêj nû dest pê dike