RIHA - 10 kesên piştî pevçûna li Xeleftiyê hatin girtin, behsa îşkenceya ku di bin çavan de 12 rojan li wan hat kirin kirin. Bi her awayî hatin îşkencekirin lê belê tenê daxwazeke wan heye, ew jî cezakirina îşkencekara ye.
Piştî pevçûna li Taxa Dêro ya Xelfetiya Rihayê, li navçeya Hewang û Xelfetiyê di avêtina ser malan de 51 kes hatibûn bbinçavkirin û ji evan kesan 38 kes hatibûn berdan 13 kes jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Kesên hatin binçavkirin, bi awayekî dijwar hatibûn îşkencekirin.
Ji kesên hatibûn îşkencekirin jinên bi navê F.A. û G.A. îşkenceya li wan hatibû kirin vegotibûn û du di ajansa me de hatibû parvekirin. Îro jî em tiştên 10 kesên din ji parêzeran re gotin diweşînin. Em nasnameya kesön hatıne işkencekırın bı awayekî aşkere nadin.
C.Y., ku li TEM'a Rihayê 12 rojan di bin çavan de ma û hat îşkencekirin ji parêzerên Baroya Rihayê re vegot. C.Y., anî ziman ku wan sihora xwe dikir, polîsan deriyê wan şikandiye û ketine hundur û li ber çavê zarokan ew li erdê dirêj kirine, pêl pişta wî kirine û paşê ji paş de destên wş kelemçe kirine û li wesayîtê siwar kirine. C.Y., diyar kir ku ji ber vê rewşê hevjîna wî ji ser hişê xwe çûye û wê bi ambulansê birine nexweşxaneyê. C.Y., diyar kir kupiştî nexweşxaneyê ber destê sibehê wî birine Qereqola Yaylakê. C.Yç, anî ziman ku bi qasî tê bîra wî li qereqolê nêzî 20 kes hebûne û hemû kes ji paş ve kelemçekirine û serdevkî dirêjî erdê kirine û qundaxên çekan û pehînan li wan dane, li se rpişta wan meşiyane. C.Y., anî ziman ku ev îşkence 30 deqeyî dewam kiriye.
LI TEM'Ê JÎ DEWAM KIR
C.Y., bilêv kir ku piştî Qereqola Yaylakê wan birine Nexweşxaneya Dewletê ya Hewangê û li vira piştî pansûmanê wan birine Nexweşxaneya Dewletê ay Balikligolê, lê belê bijîşkan guh nedaye wan û paşêw an birine Şaxa TEM'ê. C.Y., anî ziman ku lê belê heta wan anîne TEM'ê hatine derbkirin. C.Y., diyar kir ku di wesayîtê de wî gotiye platîn di pişta wî de heye, lê belê guh nedanê û biq undaxa çekê li pişta wî dane. C.Y., got: "Me birin Şaxa TEM'ê. Çawa birin dest bi îşkenceyê kirin. Kîsikekî reş xistin serê min. Wexta min birin dest û piyên min kelemçekirîbûnç Min li ser piştê dirêj kirin. Yek ji wan lis er sînga min rûniştibû. Ceryan dan nav nigê min û deverên min ên din. Hîn jî şopa wan dixuyê. Her cara ku dibirin ceryan didan canê min. Bi lingan pêl stuyê min dikirin. 12 rojan di bin çavan de mam. Tim bi malbata min gef li min dixwarin û xeber digotin. Carinan îşkence saetekê dewam dikir. Ji ber li çenguya min dan, heta demekê min nikaribû xwarinê bixwe. Her cara ku dibirin ceryan didan canê min. Rojên ewil zêde bû. Paşê kêm bû."
BILA HESAB BÊ PIRSÎN
C.Y., got: "Tiştên pir xirab li min kirin. Hîn jî baş nehatime ser hişê xwe. Nizanim rapor hatin nivîsandin an na. Min nedît kî ez îşkence kirim, lê belê ji kesekî li wir re digotin 'Başkan'. Xwendin û nivîsandina min tune ye. Piştî çend rojan şûnde parêzer hat. Parêzerê ewil ji aliyê CMK'ê ve hatibû tayînkirin. Min got 'Ez vî parêzerî naxwazim.' Min navê parêzerekî din da, lê gotin 'Ev parêzerê te ye.' Dixwazim îşkenceya li min hatiye krin bê şopandin û hesab bê pirsîn."
BIJÎŞK DIANÎN NEZARETXANEYÊ
F.A., anî ziman ku dema ew li navenda Rihayê çûbû mêvandariya xizmên xwe avêtine ser malê û got: "Bêyî tiştekî jî bikim min li ber çavên zarokên min û xizmên min dirêjî erdê kirin. Piştî dirêjkirin bi qundaxên çekê û pehînan li serê min û milên min dan. 15-20 kes bûn. Min birin Şaxa TEM'ê ya Rihayê. Li TEM'ê min birin qata jor û çavê min girêdan. Min tazî kirin û kincên min ên binî xistin devên min. Wexta wisa dikirin destên min ji paş ve kelemçekirîbû. Paşê min bi hewayê ve girêdan û li min dan. Di heman şevê de dîsa ez birim û heman tişt kirin. Di 19'ê Gulanê de min birin qata jor. Destê min girêdayî bûn, kincên min ên binî xistin devên min û li min dan. Paşê ceryan dan canê min. Piştî ceryan dan canê min gunikê min jidandin û kişandin. Di dema binçavkirinê de bijîşk dihat nezaretxaneyê. Wexta dihat polîs jî pê re dihatin. Bêyî muayeneyê bike, tenê digot tiştekî we heye yan na û diçû."
B.A. jî diyar kir ku wexta hatiye binçavkirin wî dirêj kirine ûg ot: "Serê min li erdê didan û xeber digotin. Wexta min anîn TEM'ê saet li dor 13.00'an min birin qata jor. Çavê min û destên min girêdan. Min tazî kirin û kincên min ên binî xistin devên min. Av li min kirin û li min dan. Organên min ên cinsî jidandin û ceryan dan canê min. Nizanim çend kes bûn. Bi vî awayî sê caran hatim îşkencekirin. Di bin îşkenceyê de îfadeya min girtin, nehiştin parêzerê xwe bibînim. Wexta min birin edliyeyê birin nexweşxaneyê jî lê bijîşk muayene nekir. Bijîşk tevî polîsan dihat, lê tenê ji dûra li me dinerî."
BIJÎŞK: BI VÊ BIRÎNÊ TIŞTEK NABE
E.Y., anî ziman ku piştî sihoran wexta ew û bavê xwe diçûn cihê bazarê hatiye binçavkirin û got: "Piştî me girtin pêşî birin Qereqola Yaylakê. Me serdevkî dirêjî erdê kirin. Li me dan. Bi dehan kes bi wan botên xwe di ser me re çûn. Yekî ji wan bi bota xwe li parxwanê min xist, paşê bi bota xwe pêl lingê min kir. Hevalê li cem min got nexweşîna dil pê re heye. Yekî li wir got 'ez ê di dilê te n..' û bi pehînan lê da. Ji mere digotin 'hûn xayîn in.' Tam nîv saetî li me dan. Me birin enxweşcaneyê, lê ji tirsan me nikaribû bêhe em hatine derbkirin jî. Bijîşk ji kesên ser çavên wan birînbû re digot 'tiştek ji van birîna dernayê.' Paşê me birin Nexweşxaneya Mehmet Ersoy. Li wir bijîşk tenê li me nerî û çû Li Hewangê û li Rohayê ji apş ve destên me kelemçekirîbûn. Me nebirin cem bijîşk jî. Paşê me birin TEM'ê. Wê rojê bi şev me em birin qata dudiyan ajî sisêyan. Wê çaxê dîsa ji paş ve destê min kelemçekirin û çavên min girêdan. Min ji navê berjêr tazî kirin û li erdê dirêj kirin. Kincên min ên bin derxistin, xistin devê min û tiştek li gunikên min xistin û paşê ceryan danê. Dîsa di heman pzoîsyonêd e li min dan. Paşê hinekî sekinîn û ceryan dan organê min ê cinsî. Bi qasî tê bîra min nêzî nîv saetê li wir mam, paşê dîsa ji paş ve destên min kelemçekirin û daxistin jêrê. Paşê min birin odeya parêzer. Tim gef li min dixwarin. Dixwazim îşkenceya li min hatiye kirin bê şopandin."
HETA GIRTÎGEHÊ HAT ÎŞKENCEKIRIN
V.K. ku di dema binçavkirinê de tenê carekê wî birine nexweşxaneyê, diyar kir ku piştî bûyerê bi hefteyekê hatie binçavkirin. V.K., diyar kir ku li TEM'ê kincên wî jê kirine û ceryan dane organên wî yên cinsî û li nava wî ûs erê wî dane. V.K., got "Wexta dev ji kulman berdidan vê carê li sînga min didan. Di vê navberê de kincên min ên binî xistin devê min. Tim xeberên pîs digotin. Di dema biçavkirinê de 2-3 rojan bi vî awayî ez îşkence kirim. Her wiha bijîşk dihat nezaretxaneyê, tenê digot tiştek we heye yan na. Wexta bijîşk dihat polîs jî pê re dihatin. Heta 29'ê Gulanê roja girtinê jî hatim îşkencekirin."
POLÎS ÎFADE AMADE KIR
O.G. ku piştî îşkenceya li Şaxa TEM'ê ya Rihayê bi ferman dozger sewqî Saziya Tiba Edlî hat kirin, îşkenceya lê hatiye kirin li saziya tiba edlî gotiye. O.G., anî ziman ku di 18'ê Gulanê de ber destê sibehê li malê hatiye derbkirin û binçavkirin û dest û piyên wî hatine girêdan û wî li wesayîtê siwar kirin û di wesayîtê de jî ew derb kirine. O.G., diyar kir ku heta wî birine Qereqola Yaylakê jî ew derb kirine û li vira polîs û leşkeran ew li erdê dirêj kiriye û derb kirine. O.G., bilêv kir ku ji vira jî wî birine Şaxa TEM'ê ya Rihayê û li TEM'ê jî kincên wî jê hatine kirin û kincên bin xistine devê wî û ceryan dane organên wî yên cinsî. O.G., destnîşan kir ku îafdeyeke amadekirî dane ber wî û jê xwestine îmze bike.O.G., anîz iman ku wî doza parêzer kiriye lê belê polsî jêr e gotine "Em ê parêzerê te jît êxin feleqeyê" û îfade bi zorê pê dane îmzekirin.
C.Z. ku ji ber îşkenceyê ji ser hişê xwe çûye, diyar kir ku tam rojekê li mala hevalekî wî hatiye sekinandin û hatiye îşkencekirin. C.Z., diyar kir ku hin wêne nîşanîw î dane, lê belê wî gotiye kesî nas nake û bi darê zorê girtek pê dane îmzekirin.
Z.A. jî ku li TEM'ê hat îşkencekirin, got: "Di 24'ê Gulanê de hatim îşkencekirin. Nizanim ji bo çi hatime binçavkirin. Piştî du rojan di 26'ê Gulanê de saet li dor 20.30'yî li TEM'ê min birin qata jor. Çavên min girtîbûn, kîsik xistibûns erê min. Bi kulman li serê min û pişta min dan, ceryan dan organê min ên cinsî. Min şilfî tazî kiribûn. Tenê dikarim van tiştan bêjim. Naxwazim wekî din tiştekî bêjim."
M.S.Y. û M.K. jî îşkenceya li wan hat kirin ji parêzeran re gotin û xwestin îşkencekar bên darizandin.
MA / Erdogan Alayumat