AMED – Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, di hefteya 458'an de aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de bertek nîşanî helwesta CHP'ê ku Serokwezîra Berê Tansu Ciller jî vexwendine panelê dan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 458'an de li salona ÎHD'ê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û ÎHD'ê pankarta “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li salonê vekirin û wêneyên windayan danîn ser pankartê. Endamê komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan, bertek nîşanî helwesta CHP'ê ku Tansu Ciller vexwandine panela 'Mafê min heye' a bi minasebeta 5'ê Kanûnê Roja Jinên Cîhane da û wiha got: "Di salên 90'an de dema Çiller serokwezîr bû bi hezaran mirov hatin windakirin. Çiler berpirsiyarê van windayan e."
‘MAFÊ HEMÛ DAYIKAN HEYE KU HESAP JI FAÎLAN BIPIRSIN'
Orhan, bal kişand ser panela “Mafê min heye" û wiha got: "Îro hemû dayikên li vir û wê demê zarokên wan hatin windakirin mafê wan heye ku hesap ji berpirsiyar û kujeran bipirsin. Lê kesên berpirsiyarê windayan divê tev li panelan nekin. Ev yek qet nayê qebûlkirin. Me hêj qatil ji bîr nekirine. Dibe ku hikûmet bên guhertin. Lê em dê hesap her dem bipirsin. Em dê teqes kujeran bidin darizandin."
‘LI SER GIRTIYAN TECRÎD HEYE'
Orhan, bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha got: "Her ku diçe binpêkirina mafan li girtîgehan zêde dibe. Divê demek berî demekê binpêkirina mafan li girtîgehan bi dawî bibe."
Xizmen windayan piştre aqûbeta Alî Tekdag, ê di 13'ê Mijdara 1994'an de li Qada Şeyh Said (Deriyê Çiyê) li maşîneyek spî hat suyarkirin û bi zorê hat revandin pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Emin Ermin, diyar kir ku li gorî agahiyên hevsera Tekdag Hatice Tekdag, hevserê wê ji aliyê kesên çekdar ve bi zorê hatiye revandin. Ermîn, anî ziman ku piştre jî agahî ji Tekdag nehatiye girtin. Ermin, destnîşan kir ku malbatê bi dehan caran serî li dozgerî û DGM'ê daye, lê tu encam bi dest nexistine.
Bernameya çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.