AMED - Dayika 67 salî Sakine Bozkuş û kurê wê Ahmet Bozanli yên li gundê Mişrifê hatin binçavkirin, hatin girtin.
Leşgerên Fermandariya Cendirmeyan a Lîcê şevê din li Gundê Mişrifê bi ser malan de girtin. Leşkeran di serdegirtina malan de Dayika 67 salî Sakine Bozkuş û kurê wê Ahmet Bozanli binçav kirin. Dayika 67 salî û kurê wê Ahmet Bozanli piştî derxistin pêşberî dadgehê hatin girtin. Hat zanîn ku Sakine Bozkuş ji ber di sala 2012'an de beşdarî mîtîngê bûye doz lê hatiye vekirin û rastî 6 sal û 3 meh ceza hatiye û ji ber vê yekê hat girtin. Sakine Bozkuş piştî hat girtin ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Ahmet Bozanli jî piştî hat girtin şandin Girtîgehatîpa D a Amedê.