EDENE – Nivîskar Muhammed Salar da zanîn ku nêzîkatiya Şaredarê Bedlîsê ya li dijî tabelaya kurdî ji nêzîkatiya qeyûm paşdatir maye û got: “Pêdiviya herêmê gavek berê gavekê bi pêşketina ziman û siyasetek samîmî ya li ziman, çand û dîrokî were heye.”
Nerazîbûna li dijî rakirina tabelaya kurdî ya Şaredariya Bedlîsê ku ji aliyê Serokşaredarê AKP’î Nesrullah Tanglay ve hat rakirin didomin. Nivîskar-lêkolîner û Serokê Avakarê Komeleya Rîsale-î Nur Muhammed Salar jî daxuyanî da û bertek nîşanî şaredarê Bedlîsê da. Salar da zanîn ku serokê AKP’ê bi nêzîkatiya xwe ya li dijî zimanê kurdî ji nêzîkatiya qeyûman jî bihûriye û wiha got: “Pêdiviya herêmê gavek berê gavekê bi pêşketina ziman û siyasetek samîmî ya li ziman, çand û dîrokî were heye.”