NAVENDA NÛÇEYAN – Mustafa Yaman ê xwendekara lîseyê Hêlîn Palandoken qetil kir, îdiamaneya der barê wî de hat amadekirin. Dozger da zanîn ku "Palandoken ji ber nêzikatiya xwe ya neyînî bû sedema hêrsbûna kesayetî" û ji Yektîn re cezayê heta hetayê û 39 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwest.
Mustafa Yetkîn di 13'ê Cotmehê de xwendekara lîseyê Hêlîn Palandoken qetil kiribû û 2 kes jî birîndar kiribû. Serdozgerê Komarê yê Anatolyayê, der barê Yetkîn de îdianame amade kir. Dozger da zanîn ku divê Yetkîn "Bi plankirî û zaneyî kes kuştiye" bi vê sûcdariyê bê darizandin û ji Yetkîn re cezayê muebeta giran û 39 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwest.
Kesê bi fikar ê bi navê H.C.D. ê dihat darizandin, diyar kir ku tu agahiya wî ji van sûcan tune, der barê wî de biryara bêşopandinê hat dayîn.
Ji bo îdianame bê nirxandin ji Dadgeha Cezayê Giran a Anatolyayê re hat şandin.