NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê CHP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku ji bo bernameyên xwe yên Ordû û Gîresûnê, Balefirgeha OR-GÎ'yê bi kar anî, di deriyê VÎP'ê de hilnegirtin balefirgehê.
Namzetê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku piştî mitînga xwe ya Trabzonê, ji bo biçe bernameyên xwe yên Ordû û Gîresûnê, Balefirgeha OR-GÎ'yê bi kar anî. Derket holê ku Îmamoglû di deriyê VÎP'ê de hilnegirtin balefirgehê.
Îmamoglû ku bikaranîna wî ya deriyê VÎP'ê hat astengkirin, ji aliyê Walîtiya Ordûyê ve gefa mudalxaleyê lê hat xwarin. Walîtiya Ordûyê li Îmamoglû geriya û jê re ev tişt ragihand: "Mitînga xwe di saeta ku soz dane de neqedînin em ê mudaxale bikin." Îmamoglû jî ev bersiv da: "Walî peywira xwe ya karmendên dewletê pêk nanî, wê paldankê vala dagir kiriye."