ENQERE – Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 375 roj e li Kolaya Yukselê dewam dike, polîsan êrîşê çalakvanan kir û 5 kes binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 255 roj e dewam dike, çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a ji bo Gulmen û Ozakça hatiye destpêkirin, 375 roj e dewam dike.
Polîsan dîsa bi mertal û maşîneya binçavkirinê Kolana Konurê girt, çalakvanên xwestin derbasî Kolana Yukselê bibin û li ber Birdariya Mafê Jiyanê daxuyaniyê bidin, polîsan destûr neda. Çalakvanan xwest li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, lê polîsan êrîşê çalakvanan kir û 5 kes binçav kirin.