AMED - Esnafên Amedê ku bi krîzeke kûr re rû bi rû ne, hatine asta ku nikarin kar bikin. Tevfîk Kabak (75) diyar kir ku nanê zarokê xwe dernaxin û nizanin ku bihayê goştê sor bûye çiqas.
Bi kûrbûna krîza aborî re acizî jî zêde dibe. Esnafên Amedê ji tunebûna kar gazinc in û kuçe jî bi bêkariyê re rû bi rû ne. Cotkar di bin sermiyanê zêde yê mazot, gubre, derman de tê eciqandin.
LI NAV ERD 50 QURIŞ Û LI BAZARÊ 5 LÎRE
Cotkar Mûhammed Dûrû (26) diyar kir ku plan kiriye di meha îlonê de mehsûla pîvazê 50 qurîşî bifiroşe lê li bazarê derketiye 5 lîreya û wiha got: "Em mazotê bi 6 TL'yan dikirin. Tona gubreyê 3 hezar TL'yan dikirin. Perê elektrîk û sondajê jî heye. Tenê dikarin mesrefên xwe derxin. Cotkar miriye."
Dûrû bertek nîşanî zema ji bo berhemên çandî da û ev tişt anî ziman: "Dermanê ku sala borî me 40 TL'yî dikirî îsal bûye 100-120. Berê me pêwistiya 200 donimî bi 2 hezar TL'yan dibersivand lê niha bi 2 hezar TL'yan dikarin tenê 50 donimî derman bikin. Ev yek xwe li pêşgehê jî dide der. Berê dema bi 100 TL'yî derketin bazarê têra me dikir lê niha vî pereyî têra me ya 2 rojan jî nake."
ESNAF NIKARIN KAR BIKIN
Esnaf Esma Göçtürk (51) ku 30 sal e esnafîyê dike jî diyar kir ku 4 sal in krîz gelek kûr bûye û wiha got: "Sedema vê yekê jî pêvajoya şer û pevçûna ne. Em nikarin kar bikin. Ji ber ku bi mirovan re pere tuneye, tiştên ku em bi deyn didine wan pereyê me nadin. Em ditirsin ku bi deyn tiştan bidin. Ji ber vê sedemê em êdî tiştan bi deyn nadin. Ji ber ku pere bi gel re tuneye hêza kirînê jî kêm bûye."
'PEREYÊ NANÊ ME DERNAYÊ'
Teyfîk Kabak (75) bi muçeyê xwe yê teqawîtiyê debara 12 kesan dike jî da zanîn ku hatina wî mehê Hezar û 800 TL ye û wiha got: "Bi vî pereyî nanê ziwa tenê nayê kirîn. Em nizanin ku bihayê goştê sor niha çiqas e. Li şûna ku li Ewropa û dereke din razemeniyê dikin bila li Tirkiyeyê bikin. Bi hezaran kes li kuçeyan bêkar digerin. Girêdayî vê yekê dizî, fihûş û bikaranîna hişbirê zêde dibe. Bila bên Amedê bibînin ku kirine çi halî."