ŞIRNEX – Serokwezîr Bînalî Yildirim diyar kiribû ku Harun Çagli û Ayşenur Geçît "Bi destê PKK'ê hatine kuştine", lê dozgerê ku lêpirsîn da destpêkirin got ku "Dibe ku bi teqemeniya bombe avêjê ya 40 mm yî hatine kuştin." Wekîla Şirnexê Aycan Îrmez jî aşkera kir ku dewletê mizgeftên li herêmê rûxandin.
Serokwezîr Bînalî Yildirim duh li Cizîr û Şirnexê beşdarî vekirina mizgeftan bû, der barê rûxandina mizgeft û kuştina zarokan de axaftin kirin. Lê di lêpirsînên dozgeriyê de tiştên hatine diyarkirin, Serokwezîr tekzîp dike. Di 14'ê Adarê de li bajêr qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 246 rojan dewam kiribû, di vê pêvajoyê de Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Aycan Îrmez jî li bajêr bû, Îrmez da zanîn ku dewletê mizgeftên li herêmê rûxandin.
DI ÊRÎŞA TOPAN DE HATIN RÛXANDIN
Yildirim da zanîn ku 27 mizgeftên li Şirnexê hatine rûxandin û 70 mizgeftên zerar dîtine, PKK berpirsyar e, lê wêne û dîmenên ku wê demê rojnamegeran kişandine, Yildirim derew derdixe. Di serî de Mizgefta Geylanî ya ku Yildirim vekirina wê dike, mizgeftên wekî Ulu, Selîmiye, Sefîne, Hz. Omer, Fazîlet, Veysel Karanî, Menzîl, Darusselam, Hz. Bîlal, Hecî Omer Yarka û gelek mizgeftên li bajêr, di dema qedexeya derketina derve de, ji ber êrîşên topan ên hêzên dewletê hilweşiyan. Ji ber êrîşên topan li Şirnexê 24 mizgeft nema hatin xebitandin, 50 mizgeft jî zerarek mezin dîtin. Li navçeya Cizîrê jî mizgefrên wekî Azîziye, Hecî Razaman Acar, Hecî Elî, Hz. Elî, Kereng, Ebul-Îz, Nur, Hecî Abdurrahman jî di nav de 11 mizgeft bi tevahî hilweşiyan, qasî 40 mizgeft jî ji ber êrîşên topan zerareke mezin dîtin.
DI MIZGEFTAN DE AMÛRÊN TSK'Ê DERKETIN
Mizgefta Seyîddanê ya 471 sal berê hatiye çêkirin û li Taxa Elîbeyê ye, di 27'ê Kanûna 2015'an de guleya topê lê ketibû, lê neteqiya bû û ev bi kamerayan hatibû qeydkirin. Mizgefta Şêx Seyda ya li Taxa Kaleyê ye, di 17'ê Çileya 2016'an de êrîş pêk hatibû û zarokê 10 salî Hayrettîn Şinik jiyana xwe ji dest dabû û 2 zarok jî birîndar bûbûn.
KUŞTINA ZAROKAN DI DOSYAYA DOZGER DE YE
Zarokên bi navê Harun Çagli û Ayşenur Geçît ên ku Yildirim dibêje "Li taxa Cûdî ya Cizîrê Harunê 4 salî, Ayşegula 6 salî jî van qetil nekir?", di 30'yê Gulana 2016'an de li Taxa Cûdiyê li erdê amûrek dîtibûn û ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dabûn. Di çarçoveya lêpirsîna dozger de, derket holê ku ev amûrên teqemeniyê aydê emyetê ne û ev di dosyaya dozger de jî cih girt.
'TANG Û TOPÊN KÎ HEBÛN?'
Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez bal kişand ser îdiayên Yildirim û pirsa "Tang û topên kî hebû?" kir û aşkera kir ku mizgeftên li herêmê di êrîşa tandan de hatine rûxandin û wê ji vê re şahidî kiriye. Îrmez anî ziman ku hemû texrîbat ji ber êrîşên dewletê pêk hatine. Îrmez destnîşan kir ku hêj rûxandin dewam dike û got ku "Hûn berî her tiştî ewlehiya jiyanê bigirin." Îrmez bal kişand ser nexweşxaneyên li herêmê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet razemeniya li herêmê kiriye ji bo girtîgehan kiriye. Razemeniya ji bo herêmê girtin e. Dîsa di nexweşxaneyan de bijîşk tune ne. Ji meya Tebaxê vir ve hêj bijîşk neşandine Şirnexê. Ev jî dide nîşan ka hikumet çiqasî li dijî gelê herêmê dirust e."