* Dozger ji Casim Ozan Çeltîk ê hevjîna xwe Berfin Ozek bi kezzapê êrîş kir û kuşt re bi îdîaya “bi zanebûn kuştiye" cezayê muebbetê xwest û doz vekir.
* Rêwîtiya masîpankê dest pê kir. Wexta dema koçberiya masîpankan a ji ava bisodayî ber bi ava vexwerbar dest pê dike masîpank ters diçin û gelek welatî ji bo vê dîmenê bibînin tên ber çem.
* Jinên li bazara otantîk a Komeleya Çand, Huner û Muzîkê ya Guzelbahçeyê standê xw evedan, anî ziman ku ji ber di warê aborî de ditengijin tên vira û ji ber bi tena serê xwe li ser piya disekinin kêfxweş in.
* Serokê Şaxa ZMO ya AMedê Samet Ûcaman, bilêv kir ku wê "Projeya Yekîtiya Netewî ya Çandiniyê" ji çareseriyê wêdetir rê li ber pirsgirêkên nû vebike û got: "Bi vê projeyê berjewendiyên cemaweriyê dewrî şîrketan tê kirin."
* Jinên li Taxa Dêro ya Xeleftiyê di 18'ê Gulanê de hatin hatin binçavkirin û 12 rojan hatin îşkencekirin, tiştên hatin serê wan li girtîgehê vegotin. Ji jinên hatin îşkencekirin F.A, diyar kir ku polîsan ceryan daye canê wan û bi "tecawizkirinê" gef li wan xwarine.
* Serokê Giştî yê Odeya Mîmaran Eyup Mûhcû, diyar kir ku ÛNESCO li dijî rûxandina li Sûrê peywira xwe bi cih neaniye û Desteya Parastina Heyînên Çandeyî jî li gor qanûnan tev negeriyaye û sûc kiriye.
* Wê îsal bi boneya 7-8'ê Hezîranê Roja Çalakiya Kûrewî ya Ji Bo Heskîfê li 35 deveran çalakî bên lidraxistin. Berdevkê Navnetewî yê Hewldana Zîndekirina Heskîfê Ercan Ayboga, bang li ekolojîst û dîrokhezan kir û got: "Deng bidin Heskîfê."
* Wê sibê Mîhrîcana Zarokan a Sûrê dest pê bike ku ji aliyê rêxistinên sivîl bi awayekî kolektîf hatiye organîzekirin.
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezatî Temellî wê rêxistina HDP'ê ya Êlihê ziyaret bike. HDP' wê bernameyên pîrozbahiya cejnê berdewam bike (12.00)