AMED - Endam û rêveberên HDP’ê bi minasebeta 4'emîn salvegera komkujiya di mitînga Mezin a 5’ê Hezîrana 2015’an a li Qada Îstasyonê pêk hat de, êrîş şermezar kir û kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen, diyar kir ku wan komkujiyên Dîlok, Pirsûs, Enqere ji bîr nekirine û wê ya 5'ê Hezîranê ya Îstasyonê jî ji bîr nekin û nakin.
Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi minasebeta 4'emîn salvegera komkujiya di mitînga 5’ê Hezîrana 2015’an de li Qada Îstasyona Amedê pêk hat de, li qada îstasyonê bername li dar xist.
Endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarên HDP'î, Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên rêxistinên demokratîk jî jî di navde gelek welatî amada bûn. Lisa Çalan a di êrişe de 2 piyen xwe winda kir ji ber pirsgirêka tenduristiyê amade nebu. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Uyanik Alokmen, di bernameyê de diyar kir ku di 5'ê Hezîrana 2015'an de li vir du bombe teqiyan û wiha got: "Di êrîşê de 5 heb hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 400 mirovên me birîndar bûn. Wê demê atmosfer daxwaziya azadî, aşitî, wekhevî û edaletê bû. Hîna jî ew xwestek berdewam dike. Em dizanin ew bombe wê rojê li vir teqiya lê belê neqediya li Pirsûsê li Enqerê li Dîlokê wek çend cihên din jî, yê ku bombe kê teqand kê anî vir, anha mehkeme berdewam dike. Me ew ji bîr nekiine.”
Uyanik dest nîşan kir ku her tişt li ber çavaye û wiha lê zêde kir: "Sûcdar kî ne, kî ketiya xwîna gelê me, em dizanin û dişopînin. Bila kes nebêje hatiye ji bîr kirin. Em dîsa dibêjin hevalên me yên ku li vir jiyana xwe ji dest dayî û ên dawiyê di riya demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji derve winda kirine, em wan ji bîr nakin. Heya îro çi ji me xwestine, Tirkiyeke çawa , jiyanek, cîhaneke çawa xwestine gereke em ji bo wan heya dawiyê bixebitin û em tekoşîna wan bişopînin.” Alokmen herî dawî kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî, ji brîndaran re dîsa şifa xwest û wiha bi dawî kir: “Em dibêjin heta em hebin em ê wan ji bîr nakin.”
Piştî axaftinê beşdarvanan dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin û qerenfîl danîn cihê komkujiyê û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.