NAVENDA NÛÇEYAN - Freedom House, rapora azadiya çapemeniyê ya salane bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê Tirkiye di qada çapemeniyê de piçek azad e. House, di raporê de diyar kirin ku li Tirkiye di 3 salên dawî de 150 saziyên çapemeniyê hatin girtin.
Freedom House (Mala Azadiyê) ku rêxistina fikrê ye û navenda wê li DYA ye, rapora zadiya çapemeniyê ya salane bi raya giştî re parve kir. Li gorî nûçeya ku Dengê Emerîqan derbas kir, di 10 salen dawî de her diçe azadiya çapemeniyê li cîhanê kêm dibe. House di raporê de destnîşan kir ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê de carek din bi bin ketiye. Freedom House, di raporê de anî ziman ku ji bo rojnamegeran bêdeng bikin û piştgiriyê bidin saziyên alîgir serî li rêbazên aborî û dijzagonî didin. House, da zanin ku li Tirkiye çapemenî biçek azad e û wiha cih da raporê: "Li Tirkiye ji sala 2016’an heta niha 150 saziyên çapemeniyê hatine girtin. Bi sedan rojnameger rastî tawanbariya "terorizmê" hatin. Li ser van zextan rojnamegerî li ser tora înternetê belav bû. Rojnameger Unsal Unlu li odeya xwe ya xebatê weşanê dike. rêbaza rojnamegeriya dijîtal pêş dixin. Dokuz8 li rêyek nû digere. Yavuz Baydar û Can Dundar ji ber zexten li ser rojnamegeran Tirkiye terk kirin. Dîsa li Tirkiye li ser Youtube û Medyascope weşan pêş dikeve. Li Tirkiye ji ser çapemenî ne azad e ji sedî 25 ji çapemeniyê bawer dikin. Li gorî Rapora Azadiyê ya Cîhanê azadiya çapemeniyê kêm bûye. Li welatên ku azadî yê kêm bûye ji sedî 63 berê êrîşan didin çapemenî û rojnamegeran. Mînaka vê yekê ya herî şênber kuştina Rojnamegerê Sidûdî Cemal Kaşikçi yê li Sefaretxaneya Sidûdî ya Stenbolê hat kuştin e."