ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Ekolojiyê berpirsiyar Murat Çepnî, bi minasebeta Roja Derdorê ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku dîroka xwezayê ya bi milyonan sal, di çend sedsalên dawî yên kapîtalîzmê de wêran bûye û wiha got: "Heta em xwe ji kapitalizmê rizgar nekin, em nikarin xweza û cîhanê rizgar bikin."
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Ekolojiyê berpirsiyar Murat Çepnî, bi minasebeta 5'ê Hezîranê Roja Derdorê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Çepnî, di daxuyaniya bi sernavê "Heta em ji Kapîtalîzmê rizgar nebin em nikarin xweza û cîhanê rizgar bikin" de, destnîşan kir ku dîroka xwezayê ya bi milyonan sal, di çend sedsalên dawî yên kapîtalîzmê de wêran bûye û wiha got: “Di sala 1972’a de li Stockholmê di Konferansa Mafên Mirovan û Derdorê ya Neteweyên Yekbûyî de 5'ê Hezîranê wekî Roja Derdorê ya Cîhanê qebûl kirin. Di civîna derdorê ya ku yekem car ji aliyê dewletên kapitalist ve pêk hat de 113 welat li hev kom bûn. Ji bo mirov jiyana xwe berdewam bike, biryar hat dayîn ku çavkaniyên xwezayê bên parastin û pêşxistin. Di xala yekem de hat gotin ku ji bo mirov jiyanek baş û bi rûmet bijî divê pêdivî bi derdorek baş û şertên wekhev û azad heye. Pişti danezan hat qebûlkirin 47 sal şûnde li dijî rêgezan cîhan û xweza bêtir wêran bû. Li Tirkiye polîtîkayên bi destê hikûmeta AKP'ê ketin meriyetê, rê li pêş talankirin û wêrankirinek mezin a xwezayê vekir. Di panela Guhertina Avhewayê ya Navbera Hikûmetan a di bin baneya NY'ê de (Intergovernmental Panel on Climate Change, kısaca IPCC) niqaş kirin ku rêjeya Karbondîoksît (CO2) a di atmosferê de 350 ppm be. Lê mixabin rêjeya CO2 a atmosferê niha derketiye 410 ppm yê.
Dîsa li Tirkiye bi avakirina 3'emîn Balafirgeha Stenbolê Îktîdara AKP'ê carek din nîşan da ku xizmeta aqile neo-liberal tev digere û xwezayê wêran dike. "
Çepnî, da zanin ku li şûna ew li bi dawîkirina temenê cîhanê bifikirin, neçarin ku li bidawîkirina temenê kapitalizminê bifikirin.