NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteya 21 salî Kevser Abdulkadîroglu ku tayîna wê derneket, dawî li jiyana xwe anî.
Li taxa Hîsarardi ya Navenda Kastamonu Mamosteya 21 salî Kevser Abdulkadîroglu ku tayîna wê derneket, dawî li jiyana xwe anî. Mamosteya Matematîkê ya 21 salî Kevser Abdulkadîroglu ku li Zanîngeha 19 Mayis a Samsûnê beşa Matematîkê xwendibû, ji ber tayîna wê derneket întîhar kir. Parlamenterê CHP'ê yê Kastamonu Hasan Baltaci, li ser hesabê medya civakî agahî parve kir û got: “Vaye em dojehek din dijîn! Kevser xwişka me ya mamoste ku tayîna wê derneketibû. Dema biçuk bû, ji kelecanê xew bi çavê wê nediket. Şeva arîfeya cejnê întîhar kir. Berpirsiyarê vê întiharê ew kesên ku xeyala xwişka Kevser û sedan kesên tayîna wan nehatiye kirin ji destê wan girtine ne."
Cenazeyê Abdulkadiroglu li Gundê Kaşçilar ê Kastamonu defin kirin.