AMED - Navçeya Sûrê ya bi çand, dîrok û civaka xwe ya pir ziman û bir bawerî cihekî xweser e, di 3 salên dawî de piştî qedexe, xerakirin û înşaetên nû, wêran dibe. Çand û nirxên wê yek bi yek winda dibe û ji reseniya xwe dûr dikeve. Arkeolog Nevin Soyukaya, bal kişand ser rûdanên li Sûrê û anî ziman ku ev guhertin facîa ye û wiha got: "Avakirin û hebûna Sûrê tenê bi parastina nirx û xwediyê wê yê esil pêkan e."
Navçeya Sûrê ku bi çand, dîrok, civak û baweriyên xwe cihekî xweser û qedîm e, piştî qedexe hatin îlankirin û esker û polîsan bi tang û topan navçe xera kir û niha înşaetên li dijî mîmariya wê ava dikin. Di 2'ê Kanûna 2015’an de qedexe hatin îlankirin û şer dest pê kir. Piştî şerê 104 rojan li hin taxan qedexe rabû, lê li 6 taxên Sûrê hêj qedexe û xerakirin didome. Bi sedan xaniyên ku zerar nedîtibûn jî piştre bi kepçeyan xera kirin. Dîsa gelek xanî bi tang û topan hatin xerakirin. Piştî qedexe hatin îlankirin 3 salin cih û warê dîrokî yê 7 hezar sal boçûna wê heye talan û wêran dibe. Sûr ku di sala 2015'an de UNESCO wekî “Herema 1'emîn a Tambom a Mîrateya Cîhanê" îlan kir, niha êdî reng û ruyê wê yê dîrokî û çandî winda bûye. Têkildarî geşedanên li Sûrê Arkeolog Nevin Soyukaya nirxandin kir. Soyukaya diyar kir ku piştî cewherê wê yê dîrokî hat rûxandin û tev bû kavil, niha li şûna dirokê înşaatên betonî bilind dibin û wiha got: "Xerakirin û wêrankirin di esasî de piştî şer bi dawî bû dest pê kir. Bi xerakirina bajar hafiza û dîroka bajar winda dibe. Bi vê înşaetê aliyê demografik û çandê dikin hedef."
QATÊ ARKEOLOJÎK WINDA KIRIN
Soyukaya, da zanin ku bi zanebûn armanc dikin ku hafizaya Sûrê tune bikin û wiha got: “Niha asta ku Sûr dijî trajedî û facîa ye. Çand û dîroka Sûrê tune bû. Bê mirov hat hiştin. Nêzî 3 salin di bin dorpêçê de ye û xera dikin. Welatiyê Sûrê nikarin têkevin taxa xwe. Hemû reng û rûyê Sûrê hat guhertin. 6 tax bi tevahî xera kirin. Hemû hafiza bi temamî xera kirin. 6 tax dem û dûz kirin. Di 2’emîn şerê cîhanê de jî bajar tev wisa xera kirin. Şop tev winda kirin. Bi tunebûna belge û şopê dixwazin vegera kokê ji holê rakin. Hemû tebaqeyen arkeolojik tune kirin. Dîroka Surîçî heta 7 hezar salan dûr û kûr e. Qat bi qat li ser hev ava bûye. Niha qatê arkelojîk jî tune kirin. Bi valakirinê Sûrê çand û nirxên civakî tune kirin. Bi biryara Îstîmlakirinê gel bi zorê koç kir û çanda civakî tune kir. Bi ve yekê rêya vegera 25 hezar mirovên li Sûrê dijî asteng kir.
Soyukaya bal kişand ser wêrankirina Geliyê Dicle jî û wiha got: “UNESCO li ser berteka rêxistinên civakî û sivîl Projeya Geliyê Dicle betal kiribû. Lê niha ev proje ji nûve anîn rojevê. Me Geliyê Dicle û Baxçeyê Hewselê ku bi hezaran salan e qada çandinî û debarê ye wekî mînak nîşan dabû. Piştre Geliye Dicle û Baxçeyê Hewselê wekî mirateya cîhanê hatibû tescilkirin. Niha li jêra Sûrê ‘Baxçê Millet' ava dikin. Em dibin şahid ku ji bo xebatên Baxçeyên Millet di bin esasê Sûrê de înşaeta dîwar ava dikin. Çemê Dicle ji reha xwe qut dibe. Av û av ji hev qut dibe. Qada jiyana ekosistem winda dibe. Hişê bajar tune dikin. Her tiştî xera dikin û ji nûve ava dikin. Ev nîşan dide ku ev yek pir bere hatiye pilankirin û bi zanebûn hiş û hafiza bajar tune dikin."
MA / Lezgin Akdeniz