DUHOK – Sedema alozî û gengeşiya di navbera Îran û Amerîka de ku her çiqas diçe geştir dibe ne çekên nukleerî ye. Ji bo her kes hakimiyeta xwe li ser Iraqê zêde bike ye. Ji ber vê yekî jî di vê pêvajoya amadekariyê de Iraq weke baregehek navendî ji her du aliyan ve tê destgirtin. Di vê rewşî de rola Tirkiye jî girîng e.
Di demên dawî de pevçunên devkî û amadekariyên şer di navbera Amerîka û Îranê de, rojeva siyaseta cîhanê dagir kiriye. Pispor dibêjin ku sedema van alozî, gengeşî û ambargoya aborî û siyasî ya li ser Îranê wek çekên nukleerî tenê di gotinê de heye, esas mesele Iraq e û hat destnîşankirin ku ji ber vê yekê jî di vê pêvajoya amadekariyê de Iraq weke baregehek navendî ji her du aliyan ve tê destgirtin. Serokê Dewletên Yekbûyên Amerîka (DYA) Donald Trump berî bê hilbijartin di amadekariyên hilbijartinê de sinyala, ger ku were hilbijartin despêkê wê zextan li ser Îranê zêde bike, dabû. Trump, pêngava yekem xwe ji hevpeymana çekên nukleer vekişand û ambargo danî ser Îranê. Amerîka, dît Îran projeya xwe li her derê Rojhilata Navîn bi taybet Iraqê belav dike, zextên xwe zêde kir û xwe ji bo şer amade kir. Di vê pêvajoya amadekariyê de Iraq weke baregehek navendî ji herdu aliyan ve tê bi karanîn.
ŞER DI HUNDIRÊ ÎRANÊ DE BI AMBAROGOYÊ DEST PÊ KİR
Hat diyarkirin ku Îran di aliyê çekên nukleerî de bi qasî ku qala wê tê kirin pir zêde nîne û hat lê ji bo armanca xwe ya li ser bingeha mezhebî pêk bîne, di welatên cîranê de, di herêma Asya û welatên Ereban de ji bo hegemonya xwe ava bike û xeyalên împeratoriyek berfireh pêk bîne, dixwaze bibe welatekî xwediyê çêkirina taybetmendiyên Nukleerê.
Îran di çar welatên Ereban Irak, Suriye, Lubnan û Yemen de, beriya ku bibe xwediyê çeka nukleer gihişt armanca xwe. Ji ber ku bi hezaran milisên bi çek li van welatan bi cih kiriye û bandora xwe belav kiriye. Ev jî bu sedem ku di dema Barack Obama de, Amerika tevlî hevpeymana çeka nukleer bibe. Lê hevpeymana çeka nukleer ji bo rêveberiya Donald Trump weke gefek mezin tê dîtin. Rêveberiya Trump, ne tenê mijara çeka nükleer, stratejiya siyaseta Îranê ji bo xwe gef dibîne.
ÎRAN WÊ HEYA KENGÊ KARIBE XWE LI BER AMBARGOYÊ BIGIR E?
Demeke dirêje ambargoya ku Amerika daniye ser Îranê, bi taybet di aliyê aborî de gelek tiştan bi Îranê dide wenda kirin. Wisa diyare ku ji qezenca beriya niha salekê, nivê wê winda kiriye. Ji ber ku li Îranê rêjeya bê kariyê tê gotin ku gihiştiye navbera ji sedi 11-15 ye. Ev tê wateya ku li Îranê bi sed hezaran kes bêkarin. Bi hezaran kes xwarina rojane nikarin peyda bikin. Îran, her sal ji bo milisên xwe yên li Suriyê, Lubnan, Yemen, Irak û gelek welatên din bi milyon dolaran pere xerc dike. Lê ji ber ambargoya Amerîka, êdi ji bo dayîna vî pereyî zehmetiyan dikişîne. Îran dê heya kengê karibe xwe li ber vê ambargoyê bigire nayê zanîn, lê diyare ev gefên hişk ku beranberê hev dikin armanc ew e ku di vê pêvajoyê de hêzên heremî û navneteweyî bikşînin aliyê xwe û teraftar qezanc bikin e.
TÊKILIYA ÇÎN Û ÎRAN Ê
Amerîka ku ji bo bazirganiya bi Îranê re qût bike gefan li hêzên derdora xwe dike û bi taybetî jî welatên Ereban dikşîne aliyê xwe ve, Îran jî ji bo têkiliya xwe ya bi Rûsyayê re winda neke, bi taybetî di Sûriye û Yemenê de hem di aliyê siyasî û leşkerî de tawîzan dide. Pê ve girêdayî niha jî ji bo mijara gotinê desteka Çînê bigire, soza ku “Projeya Yek Kember Yek Rê” derbasî Rojhilata Navîn bike dide Çînê.
Çawa tê zanîn di sala 2013’an de piştî du salên şer a li Sûriyê, Çîn projeya xwe ya ‘Riya Hevrîşimê’ ya nû ya bi navê “Yek Kember Yek Rê” ragihand. Ev proje ji aliyê Çînê ve hat pêşxistin, armanc êdî xwe bi cîhanê re bike yek û bibe hegemona nû ya pergala Qapîtalîst û bibe hêzeke sereke ya li hemberê Amerîka. Proje ew e ku riyeke bazirganiyê hem di ser deryayê û hem jî ser erdê ji Çînê heya Ewrupa, di ser Îranê de ber bi Rojhilata Navîn ve vebe. Ji ber vê yekî kîlîda vê projeyî jî di Rojhilata Navîn de derbas dibe. Çîn ku vê projeyî weke projeyek sedsalî pêşkeşê raya navneteweyî kiribû, her çiqas armanca sereke aborî tê xuyakirin jî ewqas jî di hêla stratejiya siyasî ya li ser cîhanê ye. Ji ber vê yekî ye Îran di vê pêvajoyî de dixwaze vê qartî li hemberê Amerîka û piştevanên wê bi kar bîne.
Jixwe sedema aloziya di navbera Amerîka û Çînê ya çend roj berê li ser malên bazirganiyê yên hev buhayan pir zêde kirin jî, ev mijar bi xwe bû. Ji bo vê jî Çîn çewa salên dawî hebûna xwe ya li Sûriyê aşkere kir, niha li Iraqê jî hebûna xwe bide nîşandan. Niha jî Çîn hewil dide baregehên xwe yên bazirganiyê li Iraqê veke.
ÊRÎŞÊN ÎRANÊ YA
AMERÎKAYÊ XIST TEVGERÊ
Piştî daxuyaniyên bi gef di navbera herdu aliyan de, di 12 Gulanê de, du ji wan yên Erebîstanê, 4 gemiyên ticarî ku li berava Fuceyre (nêzî Îmarata Erebî-Birleşik Arap Emirlikleri) rastî sabutajê hatibun. Disan di 14’ê Gulanê de, li Erebistana Siudî du kargehên pompe kirina petrolê bi ‘’drone’’ hatin bombekirin. İmarata Erebî û Şêwirmendê Parastina Navnetewî yê Amerîkayê îdea kiribu ku li paş van êrişan Îran heye. Îranê her çi qasî ev îdea red kirin jî, Amerîka ket tevgerê.
Amerîka, li hemberî gefên Îranê bi armanca xwe parastinê beriya niha 2 heftî, gruba keştiyên balafirên şer "USS Abraham Lincoln" û 4 balafirên bombardomanê yên B-52 û gelek corên din yên çekan sewqî Benderê (Liman) kirin. Pentagon, piştî vê sewqiyatê, gemiyek din tipa "USS Arlington" û batarya parastina hewayê tîpa Patriot şand herêmê û bi balafirên F-15 û F-35 li ser herêmê tûr avêtin. Serokê giştî yê Amerîkayê biryara şandina hezar û 500 leşkerên din ji bo Rojhilata Navîn Îmze kir. Piştî vê sewqiyata leşkerî tansîyona herdu welatan gihişt asta herî jor.
Li aliyê din, dolar di Îranê de gihişt asta herî bilind. Di heftiya dawiyê de, Tumenê Îranê di dîroka xwe de cara yekem li hember dolarê Amerîka ew qasî bêqimet bu. Li Îranê 1 milyon 200 hezar Tümen 100 dolar bu, di nava heftiyekê de gihişt 1 milyon 540 hezar Tumen.
AMERÎKA BI GEFAN GELEK WELATÊN EREB DA PIŞT XWE
Beriya niha du sal, li paytexta Suudî Erebistanê Riyad’ê sê civînên bilind bitevlîbuna welatên Ereban û welatên Kendavê, ji bo niqaşkirina krîzên siyasî, aborî û civakî hatin li darxistin. Serokê Amerîka Donald Trump yekem seredana xwe ya ji bo dervÊ welat li Suudi Erebistanê pêk anî û tevlî van civînan bu. Niha jî dîsa şerên bazirganî û aborî berdewam dikin, têkiliyên siyasî di navbera aliyan de di rewşekî pevçunê dene. Tê payîn disan di demekî herî nêz de ji bo niqaşkirina rewşa heyî di navbera heman welatan de li Mekkê, sê civînên bilind bi navê ‘’Kendav, Ereb û cîhana Ereban were li darxistin. Îhtimalek mezin pevçunên di navbera Îran û Amerîkayê de jî di civînê de were niqaşkirin. Êrişên li ser keştiyên Suudi Erebistan û Îmaratê, li ser Îranê maye. Eger ku Îran li hember Amerîka gav paşde ne avêje, derketina şerekî di navbera herdu aliyan de, dibe ku ev welat piştgiriya Amerîka bikin.
NAVENDA ŞER IRAQ E
Di şerê navbera Îran û Amerîka de rewşa siyasî ya Iraqê hema bêje belavî du gruban buye. Aliyên nêzî Îranê aliyên nêzî Amerîka. Beşbuna aliyan bê ferqa nasname û mezheban hemu alî têde cih digirin.
Irak welatek e ku, di bin destê Amerîka de hatiye avakirin. Piştî dagirkirina Amerîka, di Iraqê de blokên Sunnî-Şieyan çêbun û ji wir şunde tekoşîna hêzê û şerê mezhebî destpêkir. Despêka avakirina hikûmetê de sistemekî ku ji berê de weke kevneşopî hatî amade kirin heye. Her meqamekî hikumetê li gorî rêjeya kursiyan hatiye parvekirin. Li rexmê hilbihartinên qaşo demokratîk jî guhertin nîne, desthilatdarî heman hêz û heman hişmendiye. Ji ber cîrantiya Iraqê bi Îranê re û zêdebuna desthilatdariya Şie’yan yek ji welatên ku herî zêde Îranê bandora xwe têde daye avakirin Iraq e. Amerîka jî bi heman şêweyî hema bêje li tevahiya welatên Rojhilata Navîn bandora xwe belav kiriye. Belavbuna bandora Îranê, di rêza yekem de Amerîkayê aciz dike.
Amerîka beriya niha çend mehan biryar da ku hêzên xwe ji Suriyê paşde bikişîne. Çend yekîneyên xwe ji Suriyê vekişandin İraqê û ev biryar da rawestandin, paşê yekîneyên xwe yên li İraqê bi şêwazekî bi plan li baregehên xwe belav kir. Diyar bu ku armanca vekişîna Amerîka tenê dorpêçkirina herêmên ku Îran lê di mine ye. Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, ji ber tevgerên li Bendavê, bang li karmend û giştî welatiyên xwe kirin ku İraqê bi cih bihêlin. Leşkerên Almanya yên li İraq û Başurê Kurdistanê perwerdeya leşkerî didin, bi daxuyaniyekê karên xwe dan sekinandin. Piştî daxuyaniya Almanya, Holanda jî karên xwe yên leşkerî li Iraq û Başurê Kurdistanê dan sekinandin. Piştî vê hişyariya Amerîka, Emîrên Yekbuyî yên Ereban (Îmarat), Suudi Erebistan, Behreyn û Kuweyt daxwaz ji hemwelatiyên xwe kirin ku ji İraqê derkevin.
Li hemberî van pêngavên Amerîka, Îran di cihê xwe de temaşe nekir. Wezîrê karê derve Cevad Zarîf çu Bexda û bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbusi û gelek aliyên din yê siyasî re hevdîtin pêk anî. Di van hevditinan de têkiliyên siyasî û aborî yên herdu aliyan hatin niqaşkirin. Piştî hevditina Zarif, Adil Ebdulmehdî daxuyanî da û diyarkir ku ew di şerê Îran û Amerîka de alîgir ninînin. Ji bo şer rûnede ewê navbeyînkariyê bikin.
Her wiha hat destnîşankirin ku ji ber rêveberiya navenda Iraqê, dizane hemû alozî û gengeşiya di navbera Îran û Amerîka de armanca her du aliyan jî hakimiyeta Iraqê bidestxistin e û îhtîmala şerek çêbibe jî dê navend Iraq be, bi daxuyaniyeke aşkere kirin ku ew tevlî civîna welatên Ereb ku Emîrtiya Yekîtiya Ereb (îmarat), Siûdî Erebîstan, Behreyn û Kuweyt lidarxistibûn, nabin.
ŞERÊ ÇEKDARÎ ÎHTÎMALEK LEWAZ E
Şerekî di navbera Îran û Amerîka de, ji nêzde Iraqê bi giranî bandor dike. Şerê di navbera herdu aliyan de ne tenê di aliyê siyasî, parastin û leşkerî de wê di aliyê aborî û civakî de jî İraqê neyinî bandor bike. Di her du aliyan de ger ku İraq piştgir be disa wê rûbirûyê krîzek din ya mezin bibe.
Daxuyaniyên bi gef yên Serokê Amerîka Donald Trump û Şêwirmendê Parastina Navnetewî yê Amerîka John Bolton, îhtimala şerekî çekdarî dide pêş. Lê dibe ku ev tenê ji bo tirsandin û şiyarkirina Îranê be jî.
Li aliyê din daxuyaniyên Wezirê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarif, ‘’Em çekên nükleer nahilberînin, li gel me hilberina çekên nükleer hatiye qedexekirin’’ ihtîmala şerê çekdarî li ser Îranê lewaz dike.
Li gorî amadekarî û pêngavên hatine avêtin, Amerîka dixwaze belavbûn û bandora Îranê bi taybet li İraqê bide sekinandin û lewaz bike. Ji bo wê jî eger di navbera wan de şer rû bide, gelek kes û alî diyar dikin ku ew ne bawerin ku raste rast Amerîka bi awayekî leşkerî di hindirê Îranê de şerekî çekdarî hilkeve. Dibe ku ji bo bêbandor kirina milisên Îranê li İraqê, şerekî çekdarî demkurt hilkeve.
ROLA TIRKIYE
Tirkiye ku ji ber kirîna fuzeyên S-400 bi Amerîka re nakokî çêbû, her wiha ji bo li ser rojeva qrîza aborî û siyasî ya navxweyî bigire û bertekên nijatperestên hûndirîn vemirîne, dîsa polîtîkaya xwe ya pirsgirêka kurd de berdewam bike, xwest di mijara aloziya di navbera Îran û Amerîka de rolek bigire. Amerîka jî ji bo Tirkiyê neçe terafê Îranê di vê aloziyê de rola dublortiyê an go bi KDP û YNK’ê re bişîne ser Tevgera Azadiya Gelê Kurd û vê pirsgirêkî ji bi vê awayî hal bike. Ji ber vê yekî jî êrîşa ser Xakurkê da destpêkirin û bi destê KDP’ê bi taybetî jî Nêçirvan Barzanî “Birakujî” bide destpêkirin.
MA /Erdogan Altan