STENBOL - Abdullah Algan ku piştî hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê domand û bi dawî kir, got: "Zindana peywira xwe bi cih anî, niha dor a me ye." Tûncer Saglam jî got: "Eger heval baş neyên tedawîkirin dibe bi nexweşînên mayînde re rû bi rû bimînin."
Abdullah Algan û Tûncer Sagalm ku piştî hatin berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê domandin, di 26'ê Gulanê de bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe bi dawî kirin. Tûncer Saglam ku ji ber greva birçîbûnê 15 kîloyan zihîf bûye, diyar kir ku di dema grevên birçîbûnê de nerihet bûye lê belê piştî peyama Ocalan şûna êşên dikişand kêfxweşî lê peyda bûye. Algan jî, anî ziman ku tenê ne ji bo peyama Ocalan a ji bo grevên birçîbûnê divê ji bo peyamên wî yên din jî hesasiyetek hebe û got: "Eger heval baş neyên tedawîkirin dibe bi nexweşînên cidî re rû bi rû bimînin."
Tûncer Saglam ku di 1'ê Adarê de daxilî çalakiya greva birçîbûnê bû û 97 rojan di grevê de ma, bilêv kir ku piştî peyama Ocalan çalakiya xwe bi dawî kiriye û got: "Wexta em di grevê de bûn serşandin, dilxelandin, gêjbûn û jibîrkirin li me peyda bibû. Lê dîsa jî heta çalakiya me gihaşt armanca xwe. Bi peyama Ocalan re li cihê van êş û nerihetiyan, kêfxweşî û hêvî cih girtiye." Saglam, destnîşan kir ku piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn ji bo tedawiyê çûye nexweşxaneyê û got: "Bijîşk got, nexweşîneke mayînde tune ye. Li gor krîterên Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) xwe xweyî dikim. Niha nikarim xwarinê bixwim."
Saglam, bilêv kir ku ji ber ew li derve ye derfetên tedawîkirinê hene lê belê divê girtî bi awayekî pir baş bên tedawîkirin û got: "Ji jiyan û ewlehiya girtiyan Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê berpirsiyar e. Prosedur çi be divê ew pêk bê. Divê hevalên me bi awayekî mirovane bên tedawîkirin."
DAYIKÊN KITANSPÎ
Abdullah Algan ku di 15'ê Sibatê de li Girtîgeha Odemîşê ket greva birçîbûnê û di 21'ê Gulanê de hat berdan û çalakiya xwe li malê domand, got: "Li hundur di warê xweyîkirinê de pirgirêk hebûn. Li derve jî nêzîkatiyên hestiyarî em ditengijşnin. Nexweşîna ulserê bi min re heye. Wexta hatim berdan hevalan ji min re gotibû 'dev ji çalakiya xwe berde.' Lê bi fikra divê bar tenê ne lis er milê zindana be û loma min dev ji çalakiya xwe berneda."
Algan ku got piştî hatiye berdan, du rojan ji ber rêwîtiyê pir westiyaye û tansiyona wî daketiya 7.4'an, destnîşan kir ku wan hêz ji çalakiya dayikên kitanspî girtiye.
PEYAMA OCALAN
Algan got: "Tenê divê mirov ne ji bo peyama Ocalan a ji bo grevên birçîbûnê, bi hesa nêzî peyamên wî yên din jî bibe. Divê peyama wî ya ji bo dayikan û girtiyan baş bê xwendin. Her wiha divê mirov bi hesas nêzî peyama wî ya ji bo demoratîkbûyîna Rojhilata Navîn û aştiyeke mayînde bibe. Em ê şopdarê peyamên wî bin."
Algan, anî ziman ku piştî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kiriye bi awayekî rêk û pêk diçe nexweşxaneyê û got: "Rodiyê min tahrîş bûne. Li se rkezeba min lekeyek heye, lê bijîşk dibêjin ev ê jê biçin. 20 kîlo zihîf b»me. Ji xeynî vê di warê fizkî de nerihetiyek min tune ye. Em li gor lîsteya dîyetîsyenan tev digerin."
‘ZINDANA PEYWIRA XWE BI CIH ANÎ, DOR A ME YE'
Algan, anî ziman ku ji ber li derve ne derfetên wan ên tedawîkirinê hene û got: "Li hundur hevalên me yên berî me ketin grevê û rewşa wan cidî ye hene. Em dixwazin ji bo tedawiya wan çi hewce be bê kirin. Eger hevalên li hundur baş neyên tedawîkirin wê nexweşînên cidî li wan peyda bibin. Divê em jî pêvajoay etdawiya wan bişopînin. Zindanan peywira xw ebi cih anî. Niha dor a me ye."